• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Samî Tan: Divê her kes ji bo ziman bi rola xwe rabe

Fexredîn Kiliç - Omer Demîr / AW

15 NÎSAN 2025 - 10:13
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Zimanzan Samî Tan li Amedê beşdarî Komxebata Egîtîm Senê ya li ser ziman bû. Samî Tan diyar kir ku nifşê nû zimanê Kurdî gelek kêm diaxive û destnîşan kir ku divê ji bo ziman her kes di her qadê de rol û mîsyona xwe aşkere bike û ji bo ziman demildest plansaziyek bê çêkirin.

Şaxên Sendîkaya Kedkarên Zanist û Perwerdehiyê (Egîtîm Sen) yên Amedê di 12 û 13ê Nîsanê de bi sermijara, “Di perwerdehiya bi zimanê zikmakî de ber bi çareseriyê ve: Derfetên Heyî, Astengî, Pêşniyazî” li Çand Amedê (Navenda Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin) ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê komxebatek li dar xist. Zimanzan Samî Tan ku weke axivêr beşdarî vê komxebatê bû têkildarî pirsgirêk û xetereyên ku Kurdî pê re rû bi rû ye ji ajansa me re axivî.

‘Nifsê nû zimanê zikmakî gelek kêm diaxive’

Zimanzan Samî Tan da zanîn ku nifşê nû zimanê Kurdî gelek kêm diaxivê û wiha got: “Di nav zarokan de tenê ji sedî 43 bi dê û bavên xwe re bi Kurdî diaxivin. Ew vê tiştê derdixe holê ku nifşê nû bi Kurdî naaxive. Kesên ku dixwazin ziman biparêzin divê di nav malbata xwe de zimanê dayîkê biaxivin. Zimanê Kurdî ji ber ku ne zimanê perwerdeyê zarok neçar dimînin tenê di nav malbata xwe de Kurdî biaxivin. Ev tişt jî bandorê li ziman dike û zimanê Kurdî ji aliyê peyvan ve qels dibe. Dema zarokên Kurd diaxivin di aliyê rêziman de gelek xeletî dikin. Minak zarok dibêjin ‘ez nan xwarim’ nabêjin ‘min nan xwar’. Ji ber vê peyva transfer dike zimanê du rih derdikeve holê.”

Samî Tan destnîşan kir ku xetereya herî mezin ew e ku nifşên nû nikarin zimanê xwe guhdar bikin û wiha domand: “Pêdivî bi perwerdehiyê heyê, divê ji aliyê weşangeriyê ve ji bo zarok û ciwanan pirtûk werin çapkirin. Pêdivî bi xebatên bihîstiyarî, li ser medyaya dijital perwerdehiya ji bo zarokan heye. Em dikarin di destpêkê de bibêjin jî xebatên wekî EBAyê li ser televîzyonê kanal dikarin avabikin. Pêş dibistan, navîn û heta amadekariyê dersa bikşinîn zarok jî li ser televîzyonê dikarin temaşê bikin. İyenyên sivîl an jî weke şaredariyan dikarin belge jî bidin. Saziyên me di qada sînema, şano de mirovan dikarin aktif kar bînin. Edîtoran bigihîjin. Ji ber gelek weşanxaneyên me henê hemû kar bi yek kesî tê meşandin. Rojnameyên me dîsa wisa. Pergaleke bi rêk û pêk a saziyên me ya rojnamegeriyê nîne. Saziyên me dikarin qadroyên xwe perwerde bikin.”

‘Em dikarin li hemberî jehrê, jehrkujê bidin civakê’

Samî Tan diyar kir ku yên bi taybetî zimanê kurdî bi pêş bixin jin in û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Çima jin? Ji ber ku jin bi zarokên xwe re tenê zimanê Kurdî biaxivin ev gelek bandor dide zarokan. Desthilatdar zimanê Kurdî wekî sembola nezanî û xizaniyê dide pênasekirin. Ew tişt jî dikeve di serê gelek kesan de. Dema ku yek di Kurdî de israr bike hemû derî jê re tên girtin. Ji hemû derfetan bêpar dimine. Mesele em ji aliyê zayendî ve bibêjin; zilm û zordarî tê kirin, zimanê Kurdî zimanê paşmayinê û zimanê feodalîzmê yanî ew zilm û zordariya ji civaka feodal tê em dibêjin ew jî belkû jina re tê sembolîze kirin. Dibê ku di mejiyê jinan de ew cih girti be. Dikarin bibêjin sedema zilm û zordariya em dibînin ev ziman e. Û dibêjin ez ji wî zimanî qut bibim. Dema ku ez ji wî zimanî qut bibim ez ê modern, zana bibim. Ev gotin jî ji jor ve hatiyê di mêjiyê me de. Divê em vî tiştî bibînin û hemberî vê di nav têkoşînê de bin. Em nikarin wan mirovan sucdar bikin. Bişaftin hebe sedema wê ne mirov in, eger malbat ji zarokên xwere Kurdî neaxivin sûcdar ne malbat in. Sedem ew pergal û plansaziya zimankuj e. Sedema encamê ew in. Divê em jî van sedeman ji holê rakin. Em dikarin li hemberî jehrê, jehrkujê bidin civakê.”

‘Deng diçê lê nivîs mayînde dimîne’

Samî Tan ji bo astengiyên li pêş ziman ji holê rabin bi lêv kir ku divê kesên pêşengiya ziman dikin li hemû qadan xwe bi rêxistin bikin û axaftina xwe wiha dawîkir: “Divê yêkgirtina xwe pêk bînin. Di vî warî de divê cudatiyên siyasî nekin asteng. An ku ziman, zimanê me hemûyan e. Bîr û baweriya me ya herkesê heye, helwesteke siyasî heye lê em dikarin ji bo ziman hevgirtinê bikin. Civaka Kurd pirr reng û pirr deng e. Dema ku yek kevir diavêje avê di na avê de xelek çêdibe û berfireh dibe divê em jî wekî xelekê bibin. Divê em vê meseleyê têxin nava civakê anku tenê di nav êywanan de nemîne.

Ji sedî 78 pirtûkên Kurdî qet nayên xwendin

Di nav gel de ji sedî 78 kesek pirtûken Kurdî qet nexwendiye û hinekan jî qet nekiriye. Ev jî nîşan dide ku beşek civakî ya mezin ji zimanê nivîskî dûr e. Divê tu pratîkî de nîşanî wî bidî ku zimanê kurdî tê ra her tiştî heye. Li gorî daneyan gel herî zêde stranên Kurdî guhdar dike. Ev tişt derfeteke lê divê tenê bi vê sînordar nemîne. Divê têkilî bi xwendin û nivîsê re jî çêbe. Deng diçe lê nivîs mayînde dimîne. Bi vî awayî divê karbeşiyeke xurt were kirin û xwe bi rêxistin bikin. Kî dikare di her qadê de rol û mîsyona xwe aşkere bike û em plansaziyêk çêbikin. Û bi hev re dest bi xebatê bikin. Têkoşîneke bi vî awayî dikare ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê zorê dewletê bike. Divê em di pratîkê de sîstema xwe avabikin ku bigihijin dabînkirina qanûnî. Ev nebe heke ji jor ve ev maf were dayîn nabe.”

Etîket: KomxebatKurdîperwerdeSamî TanZimane Kurdi
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tayîp Temel: Em Kurd mafê zimanê xwe dixwazin

Tayîp Temel: Em Kurd mafê zimanê xwe dixwazin

17 TEBAX 2026
ARÎ-DERê kongreya xwe li dar xist: Ger ku ziman tune be tu wateya xebatan jî tune ye

ARÎ-DERê kongreya xwe li dar xist: Ger ku ziman tune be tu wateya xebatan jî tune ye

15 TEBAX 2026
‘Divê em malên xwe bikin dibistanên zimanê Kurdî’

‘Divê em malên xwe bikin dibistanên zimanê Kurdî’

4 TEBAX 2026
‘Dê mafên xwendekaran û kadroyên perwerdeyê bên mîsogerkirin’

‘Dê mafên xwendekaran û kadroyên perwerdeyê bên mîsogerkirin’

23 TÎRMEH 2026
‘Zimanê me nasname û dermanê birînên me ye’

‘Zimanê me nasname û dermanê birînên me ye’

20 TÎRMEH 2026
Li ser Trendyolê sansûra Kurd, Kurdî û Kurdistanê

Li ser Trendyolê sansûra Kurd, Kurdî û Kurdistanê

19 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne