Endamê MYKA ESPê Okan Danaci, Şanoger Ayşe Nûr Demîr, Aynûr Ergul û endama MYKa SGDFê Sînem Çelebî û rojnameger Muslum Koyun ên di 3yê Sibatê operasyoneke qirkirina siyasî de hatine binçavkirin îro di danişîna duyemîn de hatin berdan.
Polîsan di 3yê Sibatê de li dijî Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Meclisên Jinên Sosyalîst (SKM), Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), DÎSK/LÎMÎTER-ÎŞ, Polen Ekolojî û BEKSAVê operasyona qirkirina siyasî li dar xist. Di operasyonê de Hevserokê ESPê Mûrat Çepnî, endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) û rojnameger Pinar Gayip, Elif Bayburt, Nadiye Gurbuz û Muslum Koyun jî di nav de gelek kes hatibûn binçavkirin û girtin.
Danişîna duyemîn a dozê îro li Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê di 22yemîn Dadgeha Cezayê Giran de hat lidarxistin. Endam û rêveberên ESP, SGDF, partiyên siyasî û gelek kes di dema danişînê de edliyeyê kom bûn.
Şandeya dadgehê derheqê Endamê MYKa ESPê Okan Danaci, Şanoger Ayşe Nûr Demîr, Aynûr Ergul û endamê MYKa SGDFê Sînem Çelebî û rojnameger Muslum Koyun de biryara berdanê da.
Doza Okan Danaci taloqî 22ê Tebaxê, doza Aynûr Ergul taloqî 8ê Kanûnê, doza Muslum Koyun teloqî 27ê Cotmehê û doza Sînêm Çelebiyê jî taloqî 6ê Cotmehê hate kirin. Şandeya dadgehê derbarê Ayşe Nûr Demîrê de jî biryara beraetê da.













