• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Qeyûm talan e, berxwedan jiyan e

Navenda Nûçeyan /AW

15 ÇILE 2025 - 15:15
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A

Çalakiya nobetê ya li pêşiya Şaredariya Akdenîzê li dijî tayînkirina qeyûm hatiye destpêkirin didome. Nûnerên partiyên siyasî daxuyanî dan û anîn ziman ku dê têkoşîna gel û berxwedana gel bi ser bikeve.

Girseya ku li dijî qeyûman li pêş PTTê kom bûn daxuyanî dan. Beriya ku daxuyaniyê bidin girseyê bê navber dirûşmeyên “Bijî piştevaniyagelan” û “Qeyûm talan e, berxwedan jiyan e”, “Mêrdîn ya me ye”, “Miks ya me ye,” “Dêrsim ya me ye”, “Êlih ya me ye” “Colemerg ya me ye”, “Xalfetî ya me ye”, “Akdenîz ya me ye” û “Jin Jiyan Azadî” berz kirin.

Girseyê piştî bi dirûşmeyan bertekên xwe anîn ziman axaftin hatin kirin.

Hevseroka DEM Partiyê ya Mêrsînê Bedriye Kuş li vir axivî û wiha got: “Gelê me yê bi nirx û nûnerên saziyên me yên giranbiha hûn tev bi xêr hatine. Îro 6 roj in vîna gel hatiye desteserkirin. Şaredariya me ya Akdenîzê hatiye dagirkirin. 6 rojin hevşaredarên me yên bi dengê zêde hatin hilbijartin, girtin û niha ew dîl girtine. Em nêzîksatiya vê îktîdarê nas nakin. Ev nêzîkatiya wan a dijdemokratîk bi zilm û zordariyê berdewam dikin. Em vê hişmendiya wan a qeyûm nû nas nakin. Em ji berê vê naz dikin. Berê mal û milkên şaredariyê tev pêşkêşî hevkar û şirîkên xwe kirin. Ev qeyûm berdewama vê ferasete ye. Gelê me vê hişmendiya talanê qebûl nakin. Em bang li hişmendiya talanker dikin. Em dibêjin me şaredariya xwe bi keda xwe bi dest xist. Heta ku em şaredariyê bi dest bixin û hevşaredarên me azad bibe em ê li ber xwe bidin û têkoşîna xwe berdewam bikin. Em dizanin qeyûm desteserkirin û talan e. Qeyûm dizî û desteserkirina vîna gel e. Em vê hişmendiya qeyûm nas nakin. Em bang li dozger û waliyê Mêrsînê dikin. Em dibêjin em vê biryara we ya navendî nas nakin.”

Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedê (MHP) Hakan Ozturk jî axivî û wiha got: “Mixabin em ji bo gavek neyînî ya hikûmetê hatin vir. 3 meh berê destê xwe dirêj kirin û gotin ‘Eger em li cîhanê aştiyê dixwazin divê li welatê me jî aştî hebe’. Baş e piştî van 3 mehan em çi dibînin? Em dibînin ku dîsa qeyûm tayînkirin. Em vê yekê qebûl nakin. Ji roja ku qala aştiyê kirine heta niha her roj qeyûman tayîn dikin. Em vê yekê qebûl nakin. Hûn tev dibînin gel li vir kom bûne. Dayik li vir kom bûne. Gelê ku ji bo hevşaredarên xwe hilbijêrin dengê xwe dan îro dîsa li vir kom bûne. Dîsa dibêjin aştî, demokrasî. Dîsa dibêjin xwişk û biratî. Gel dîsa tevî ku qeyûm tayînî vîna wan hatiye kirin jî, dibeje ‘Bila li welatê me demokrasî pêş bikeve. Aştî pêk bê û wekhevî pêş bikeve’ Ji ber vê yekê divê hûn qîmetê gel pir baş zanibin.” Girseyê bê navber dirûşma “Heq hiqûq edalet” berz kir.

Hakan Ozturk, disa axaftina xwe berdewam kir û got: “Qîmetê gelê kurd û gelê ku li tenişta gelê kurd sekiniye baş zanibin. Li gori zagonên vî welatî tev bigerin. We hevşaredarê ku bi vîna gel hatiye hilbijartin binçav kir, girtin û li şûna wan qeyûm tayîn kir. Em ji we dipirsin. Bila gel çi bike? Gel dibêje em vê yekê qebûl nakin. Lê piştre hûn dibêjin ‘kurdan çima protesto kir? Kurd aramiyê xera dikin’ Eger hûn vîna gelê kurd ji destê wan negirin û hûn neheqiyê li wan nekin çima gel dengê xwe bike. Tişta hûn dikin neheqî û bêhiqûqî ye.”

Hakan Ozturk, destnîşan kir ku dibe ku li hin welatên din hilbijartin nebe. Dibe ku li hin welatan şaredar tune bin û wiha bi dawî kir: “ Lê hûn dibêjin hilbijartin heye. Hûn dîrokê diyar dikin. Mirov ji bo bibin şaredar serlêdanê dikin. Dest bi xebatên hilbijartinê dikin. Saziyên eleqeder ên hilbijartinê namzetiya wan qebûl dikin. Hatin hilbijartin. Mazbatayên xwe girtin û dest bi kar kirin. Lê tevî hemû van kar û barê fermî, hûn karê wan ji destê wan dikin. Mînaka vê yekê li cîhanê tune ye. Ev bêhiqûqi nayê qebûlkirin. Dest ji vê bêhiqûqiyê berdin. Eger hûn dibêjin ‘Li welatê me û cîhanê aştî’, divê hûn dest ji qeyûman berdin. Dawiya dawî dê gel bi ser bikevin.”

Girseyê bê navber “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” berz kirin. Nûnerên partiyên din jî axivîn u qeyûm şermezar kirin.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

7 COTMEH 2026
Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

7 COTMEH 2026
Rojnameger Hakan Tosun hate kuştin

Cezayê muebedê li kujerên rojnameger Hakan Tosûn hate birîn

7 COTMEH 2026
DEM Partî bi rojnamegeran re civiya: Di pêvajoyê de dê çi bibe?

DEM Partî bi rojnamegeran re civiya: Di pêvajoyê de dê çi bibe?

7 COTMEH 2026
ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

7 COTMEH 2026
‘Şahbanûya Afrîkayê’ li Hewselê xwe da ber tavê

‘Şahbanûya Afrîkayê’ li Hewselê xwe da ber tavê

7 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne