Aligîrên Kiliçdaroglû wêneyê Îmamoglû ji avahiya CHPê anîn xwarê û wêneyê Kiliçdaroglû vekirin. Li dijî vê aligîrên Îmamoglû hatin avahiya CHPê, polîs jî ketin û derketinê qedexe kir.
Di 4-5ê kanûna 2023yan de 38emîn kongreya asayî ya CHPê pêk hatibû û Ozgur Ozel bibû serokê giştî ya CHPê. Dadgeha Îstînafê derbarê kongreya CHPê ku Ozgur Ozel bibû serokê giştî, biryara ‘Betalkirina Teqez’ da. Bi vê biryarê re Ozgur Ozel ji peywirê hat dûrxistin û Kemal Kiliçdaroglu careke din weke serokê giştî hat peywirdarkirin.
Duh bi şev kesên aligîrên Kiliçdaroglû ketin nava rêxistina CHPê ya Stenbolê û wêneyên Ekrem Îmamoglû anîn xwarê. Li dijî vê Ozgûr Çelîk ê ku ji aliyê mehkemeyê ve ji peywirê xwe ji dûr hatibû xistin, bi gelek kesan re çû avahiya CHPa Stenbolê. Girse wêneyê Kiliçdaroglû anî xwarê û weneyê Îmamoglû dîsa vekirin. Li dijî heyeta bangwaziyê ku ji aliyê mehkemê ve hatibû peywirdarkirin û polîsan ve ketin nava avahiya CHPa Stenbolê û polîs nehiştin tu kes bikeve avahiyê.
Ozgur Çelîk û rêveberên CHPa Stenbolê jî li pêşiya avahiyê daxuyanî dan û bertek nîşanî êrîşa polîsan dan.
Hêja yê bi bîr xistinê ye, beriya niha di pêşhilbijartina CHPê ya diyarkirina namzetiyê serokomariyê de Ekrem Îmamoglu wek namzet hatibû diyarkirin.













