Platforma Şiyar Be li dijî hişbir û fuihûşê bi dirûşmeya “Em li pêşeroja xwe dibin xwedî, em bên guhertin dê Êlih jî bê guhertin” çalakiya rûniştinê li dar xist û daxuyanî da.
Bi pêşengiya Platforma Şiyar Be bi dirûşmeya “Em li pêşeroja xwe dibin xwedî, em bên guhertin dê Êlih jî bê guhertin” li Parka Salîh Ozdemîr a li taxa Cûdî yê ya Êlihê li dijî fihûşê û madeyên hişbirê û tiryakê çalakiya rûniştinê hate lidarxistin û piştre daxuyanî hate dayîn. Nûnerên partiyên siyasî, TJA, Dayîkên Aştiyê û gelek endamên saziyên sivîl ên civakî tevli çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Çeka herî bi hêz a li dijî hişbirê, civakek zana ye” hate hilgirtin. Metna daxuyaniyê ji aliyê endama Platforma Şiyar Be Çîgdem Bîlem û Hevberdevkê Platforma Şiyar Be Tahsîn Baglamiş ve hate xwendin.
Metna daxuyaniyê ya Platforma Şiyar Be wiha ye:
“Îro em li vir ne tenê ji bo axaftinê li ser mijarekê bikin. Em ji bo parastina paşeroja xwe, ciwanên xwe û wijdana civaka xwe hatine cem hev. Ev êriş li ser paşeroja me tê kirin. Em nikarin mijara hişbir û tiştên girêdanê çêdikin tenê wekî ‘girêdaneke şexsî’ bibînin. Armanca bingehîn a vê êrîşa plankirî ew e ku; civakeke pasîf a ku nafikire, hilnayên e, napirse û li dijî tu neheqiyan ranebe çêbikin. Yên ku têne armancgirtin, zarokên me ne ku garantiya vê civakê û vî welatî ne. Mixabin em bi rastiyeke tal re rû bi rû ne ku temenê bikaranîna hişbirê heta 9 saliyê hatiye. Wekî ferd û parêzvanên mafan ên vê civakê, em bi dengekî bilind dibêjin ‘NA’ Em hişbirê wekî qeder an jî rastiyeke vê civakê qebûl nakin û bi tevahî red dikin.
‘Ez li vir bang li her kesî dikin’
Ew dibêjin; ‘Eraq bingeha hemû xirabiyan e.’ Îro li şûna eraqê, hişbir û madeyên ku bandora wan qat bi qat wêranker e girtiye. Hişbir ne tenê pirsgirêkeke tenduristiyê ye. Di heman demê de bûye çavkaniya bingehîn a gelek sûc û xirabiyên civakî yên wekî destdirêjî, îstismar û qumarê. Kakilê pirsgirêkê tam li vir dest pê dike. Li şûna ku em rasterast ferdan sûcdar bikin an jî darizînin, divê em hewl bidin wan fêhm bikin. Ji ber ku li pişt her kesê ku bûye girêdayî vê belayê, derdek, şikestinek heye. Hinek hatine îhmalkirin, hinek rastî tundiyê hatine, hinek jî ji ber ku hîsa tenêtiyê kirine û xwestine di hawîrdorekê de bêne qebûlkirin sarbûne. Divê em vê yekê gelekî baş bizanibin. Ji bo her nexweşiyê çareyek heye. Êdî bes e divê têbikoşin. Ez li vir bang li her kesî dikin. Ji daxwaza alîkariyê şerm nekin. Daxwaza alîkariyê ne bêhêzî ye, berevajî wê gihîştineke mezin e.
‘Vaye em li vir in.’
Navendên dermankirinê divê bêne berfirehkirin. Di her bajar û navçeyan de divê navendên rehabîlîtasyon û dermankirinê bêne vekirin. Navendên AMATEMê yên ku her kes dikare bigihêjê divê bêne avakirin. Dermankirin divê bi tevahî bê pere be. Divê dewlet hemû lêçûnên dema dermankirinê bide ser milê xwe. Em kesên girêdayî ji civakê dûr nexin. Li şûna ku em ji wan re bibêjin ‘Tû xirab î’, divê em bêjin ‘Em dikarin alîkariya te bikin, em li cem te ne.’ Her ciwanê ku em wî baş dikin û vedigerînin nav civakê, ji bo pêşeroja me dibe mînaka herî xweş a hêviyê. Em wekî Platforma ŞIYAR BE, bi hişmendiya xwe ya ku mirov û civakê dide pêş dibêjin ‘Vaye em li vir in.’ Ji ber ku her ciwanê ku em winda dikin pêşeroja me ne. Ji bîr nekin, gavên piçûk û bi biryar ên ku em ê her roj di vê têkoşînê de biavêjin, wê sibê guherînên mezin çêbikin. Xelaskirina ciwanên me ji hişbirê û qezenckirina wan ji bo jiyanê, erka me hemûyan e.”
‘Em nikarin tundiyê bi tundiyê derman bikin’
Derûnas Firat Bavlî jî piştî daxuyaniyê axivî û bal kişand ser meseleyên hişbir û tiryakê yên ku di salên dawî li Kurdistanê zêde dibin û got ku zarok di temenekî xwe yê gelek biçûk de dest bi van qirêjiyan dikin û wiha got: “Qumar û behîs jî bi van qirêjiyan ve girêdayî ne û ji bo ferdên civakê pirsgirêkeke mezin e. Bi taybetî di nav ciwanan de gelekî belav bûye. Lîstik li ser ciwanan têne kirin. Êdî zarokên me yên 9 salî jî ji vê yekê bandor dibin. Çima bi taybetî li ser zarok û ciwanan tê kirin? Di temenê ciwaniyê de nû ji malbatê qut dibe, ji hawîrdora hevalên xwe bandor dibe û dikeve nav lêgerînekê. Ji ber vê yekê, dema ku made û hişbir li ser zarokan bandorê dike, encamên gelekî mezintir derdixe holê. Îro her telefonek bûye wekî qumarxaneyekê. Li ser medyaya dijîtal fenomen, bi taybetî dîmenên ku tundiyê dihewînin parve dikin. Ev jî dibin sedema guherîna ciwanan. Mixabin gelek ciwanên me tevlî çete û mafyayan dibin an jî wekî wan tevdigerin. Çareseriya pêşîn a vê yekê ew e ku civak piştgiriyê bide ciwanên me û li pişt wan bisekine. Em nikarin tundiyê bi tundiyê derman bikin. Heta îro bi lêdan û tundiyê tu zarokî dest ji bikaranîna madeyan bernedaye. Panzehir û dermanê hişbirê ew e ku em hîs bikin û em li cem zarokên xwe bin. Werin em hewl bidin ku zarokên xwe biparêzin.”
‘Em li cem malbatên xwe ne’
Hevserokê Egîtîm Sena Êlihê Ramazan Bîlmez jî ev tişt got: “Tirkiyeyê di bikaranîna hişbirê de di nava 193 welatan de di rêza 14an de ye. Heta ku ji civakê dijderektin û bertekên mezin çênebin, hikûmet ji pirsgirêkan re çareseriyê nabîne. Her ferdekî civakê, li Tirkiyeyê dikare bi hêsanî bigihêje madeyan. Divê em dibistanên xwe ji hişbir û madeyên mîna wê paqij bikin. Em alîkariyê didin hemû ciwan û zarokên xwe yên ku alîkariyê dixwazin û dixwazin ji vê belayê ferq bibin. Ji bo çareseriyê em berê wan didin psîkolog, bijîşk û saziyên têkildar. Em li cem malbatên xwe ne.”
Piştî ku bername bi dawî bû belavokan li parkê belav kirin.

















