Amed – Rojnameger Dîren Yurtsever têkildarî serlêdanên ji bo hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatine kirin, anî zîman ku divê êdî deriyên Îmraliyê ji rojnamegeran re bên vekirin û wiha got: “Di pêvajoyeke ku çareseriya pirsgirêkeke wiha dîrokî tê nîqaşkirin de, divê rojnameger jî ji bo pêkanîna aştiyê rola xwe bi bandortir bilîzin.”
Rojnameger Nezahat Dogan, Dîren Yurtsever û Dîcle Muftuoglû, ji bo di çarçoveya nîqaşên têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd tên kirin de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevpeyvînê bikin, di 7ê Sibata 2025an serî li Wezareta Dadê dabûn. Tevî pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” didome jî ji vê daxwaza rojnamegeran re bersivek nehate dayîn. Di çarçoveya pêvajoyê de di 5ê Tebaxê “Qanûna Çarçoveyê” pêşkeşî Meclisê hate kirin û ev qanûn bi dengên 468 parlamenteran di Desteya Giştî ya Meclisê de hate qebûlkirin. Bi vê yekê pêvajo derbasî qonaxeke din bû.
Serokê Koma AKPê Abdullah Guler di 5ê Tebaxê de li Meclisê piştî eşkerekirina naveroka pêşnûmeya qanûna çarçoveyî bersiva pirsên rojnamegeran dabû. Abdullah Guler pirsên rojnamegeran a derbarê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bersivandibû û derbarê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de wiha gotibû: “Dîsa li Îmralî, di çarçoveyeke disiplîn û rêgezê de, akademîsyen û rojnameger û hwd. dê hevdîtinan bikin.” Tevî vê yekê jî hêj hevdîtinek bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re nehatiye kirin.
Dîren Yurtsever jî weke rojnamegereke Kurd serî li Dadgeha Wezaretê da ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinekê pêk bîne. Dîren Yurtsever têkildarî mijarê ji Ajansa Welat (AW) re axivî.
‘Tevî ku pêvajo gihiştiye astekê jî wezaretê hêj bersivek nedaye’
Dîren Yurtsever da zanîn ku ew ji bo hevpeyvînê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bike serî li Wezareta Dadê dabû lê ji serlêdana wê re hêj tû bersiv nehatine dayîn û ev tişt gotin: “Bi ser serlêdanê re demeke dirêj derbas bû. Her wiha ev daxwaz ji aliyê rojnamegerên cuda jî hate ser ziman û wan jî ji bo hevdîtinê serlêdan kirin. Tevî ku demeke dirêj derbas bûye û tevî pêşketina pêvajoyê gihiştiyê astekê jî, ji aliyê Wezaretê ve ti bersiv ji vê daxwaza min re nehat dayîn.”
‘Abdullah Ocalan divê bikaribe bi çapemeniyê pêvajoyê li civakê bide fehmkirin’
Dîren Yurtsever axaftina Serokê Koma AKPê ya Meclisê Abdullah Guler a derbarê hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bi bîr xist û wiha domand: “Piştî daxuyaniya Abdullah Guler di vê mijarê de ti geşedan çênebûne. Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ji xwe bo pêvajoyê pêdiviyeke. Divê di serî de rojnameger û bi beşên cuda re bikaribe hevdîtinan bike. Me rojnamegeran pêvajoyên çareseriya pevçûnan û çareseriyên li welatên din her dem li ser medyayê dişopand. Li Tirkiyeyê jî ji bo çareseriya demokratîk û siyasî ya pirsgirêka Kurd pêvajoyeke girîng û dîrokî tê jiyîn. Di çarçoveya vê pêvajoyê de geşedanên girîng çêdibin. Lê belê Abdullah Ocalan ku aliyekî muzakereyê ye, ji bo raman û fikrên xwe û nirxandinên xwe yên li ser pêvajoyê ragihîne raya giştî û bigihêjîne civakê, hîn jî qenalên ragihandinê yên pêwîst nînin. Medya di vê mijarê de roleke pir girîng dilîze. Abdullah Ocalan divê bikaribe di ser organên çapemenî û weşanê re pêvajoyê ji civakê re bide fehmkirin, hevpeyvînan bide û di ser van qenalan re bigihe aliyan. Ev yek hem ji bo azadiya fikir û îfadeyê, hem jî ji bo pêvajoyê pêdiviyeke bingehîn e.”
‘Ez ê careke din dîsa serî li Wezaretê bidim’
Dîren Yurtsever da zanîn ku ji ber şert û mercên muzakereya wekhev hîn nehatine avakirin, ew weke rojnameger dixwazin tiştên ku civak li ser vê pêvajoyê meraq dike, rasterast ji Rêberê Gelê Kurd bi xwe bipirsin û wiha pê de çû: “Di çarçoveya mafê civakê ya agahdarbûnê, mafê Abdullah Ocalan ê belavkirina fikrên xwe û mafê rojnamegeran ê çêkirina nûçeyan a li ser vê mijarê divê ev daxwaz bê pêşwazîkirin. Wekî rojnamegerekî di pêvajoyeke wiha dîrokî de ez ê ji bo daxwaza hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ku rolek û misyoneke girîng digire ser xwe û di heman demê de sermuzakerevanê vê pêvajoyêye, careke din serî li Wezaretê bidim. Lê di heman demê de divê rojnameger jî di vê mijarê de xwedî însiyatîfeke mezintir bin. Bi taybetî ji bo rêveçûna şeffaftir a pêvajoyê û ji bo civakîbûna aştiyê, divê rojnameger jî roleke çalaktir bigirin ser xwe, an ku ji ber pîşeya xwe divê vê yekê bi awayekî çalaktir û bi bandortir bikin. Di vê mijarê de divê daxwazên hevpeyvînê bêne kirin û kampanyayên cuda bêne meşandin.”
‘Ev nêzîkatî bandorek neyînî li pêvajoyê dike’
Dîren Yurtsever dest nîşan kir ku heya îro hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatine kirin bi awayekî pir kêm di nav raya giştî de cih girtiye û ev tişt gotin: “Di vê mijarê de kêmasiyeke ciddî heye. Mijarên wekî Abdullah Ocalan çi dike, çi difikire, çawa ev pêvajo da destpêkirin di encama serdanên sînordar û kêm de hatin ziman. Vê yekê bandoreke neyînî li ser rêvebirineke saxlem û şeffaf a pêvajoyê jî kir. Ji ber ku aliyek her dem xwedî wê derfetê ye ku li ser çapemenî û weşanê re bang li raya giştî bike, lê aliyê din ji van derfetan bêpar e. Berî her tiştî, şert û mercên muzakereya wekhev nehatine dabînkirin. Di heman demê de ji bo civakîbûna pêvajoyê jî divê derfetên ku Abdullah Ocalan bi civakê re têkiliyê deyne bêne afirandin ku medya di vê mijarê de dîsa di cihê pir girîng de ye. Ev yek jî nehatiye dabînkirin. Dîsa em dibînin ku aliyek an ku baskê dewletê pêvajoyê vediguherîne propagandaya xwe û çawa bixwaze ji raya giştî re radigihîne lê li aliyê din nikare vê yekê bike. Dîsa bi ser çapemenî û weşanê re li ser pêvajoyê, li ser Abdullah Ocalan û tevgera wî gelek spekulasyon têne belavkirin. Abdullah Ocalan wekî sermuzakerevan bi taybetî li hember van spekulasyonên ku li ser wî, tevgera wî û pêvajoyê têne kirin, ji mafê bersiv û daxuyaniyê jî bêpar tê hiştin. Dema ku em van hemûyan berçav bikin, hewceye ku em bibêjin ev yek dikare bandoreke neyînî li pêvajoyê bike.”
‘Divê rojnameger bikaribin bi hemû aliyên vê pêvajoyê re hevdîtinan bikin’
Dîren Yurtseverê anî ziman ku tevî daxuyaniya Abdullah Guler û asta ku pêvajo gihîştiyê jî nîşan dide ku armancên desthilatdariyê an jî dewletê hene ku pêvajoyê di bin serweriya xwe de bi rê ve bibe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heger çareseriya demokratîk û siyasî ya pirsgirêka Kurd hatibe ser masê, divê rojnameger bikaribin bi hemû aliyên vê pêvajoyê re hevdîtinan bikin û hevpeyvînan çêbikin. Eger ev yek were astengkirin, wê demê pirsa ‘çima’ dikeve ser milê me rojnamegeran. Em wekî rojnamegerên ku rojnamegeriya aştiyê diparêzin, daxwaz dikin ku ev daxuyaniyên rayedarên hikûmetê an jî saziyên têkildar êdî ji daxuyaniyê derkevin û bikevin meriyetê. Em vê yekê ji bo dabînkirina mafê civakê yê agahdarbûnê daxwaz dikin. Êdî daxuyaniyên razber bes in, divê êdî deriyên Îmraliyê ji rojnamegeran re bêne vekirin. Di pêvajoyeke ku çareseriya pirsgirêkeke wiha dîrokî tê nîqaşkirin û di vê mijarê de geşedanên girîng çêdibin de, divê rojnameger jî ji bo pêkanîna aştiyê û piştrastkirina domdariya wê rola xwe bi bandortir bilîzin û di vê pêvajoyê de ku xizmetê ji jiyana li welatekî demokratîktir re dike, divê zorê bidin deriyên Îmraliyê.”













