• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
15 ÎLON 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî serdana birîndarên şewata zindana Kobanê kir

    Mazlûm Ebdî sersaxî da malbatên şehîdên Kobanê

    Li Manisayê piştgirî ji bo Rojavayê Kurdistanê: Li dijî provokasyonan yekîtî

    Li Manisayê piştgirî ji bo Rojavayê Kurdistanê: Li dijî provokasyonan yekîtî

    Ji bo zimanê Kurdî bang kirin: Divê mafê zimanê dayikê bê misogerkirin

    Ji bo zimanê Kurdî bang kirin: Divê mafê zimanê dayikê bê misogerkirin

    ‘Li dibistanan çima dersên Kurdî nayên dayîn’

    ‘Li dibistanan çima dersên Kurdî nayên dayîn’

    Bi hezaran şehîdên zindana Kobanê oxir kirin

    Bi hezaran şehîdên zindana Kobanê oxir kirin

    ‘Çareserî bi nasîna mafên gelê Kurd pêkan e’

    ‘Çareserî bi nasîna mafên gelê Kurd pêkan e’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Pirsgirêkên civakî çareser nebin yên kesayetî jî çareser nabin’

Serhat Toptaş / AW

16 TÎRMEH 2026 - 09:44
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Enqere – Yek jî maxdurê KHKê Alî Karadogan diyar kir ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji bo çareserkirina pirsgirêkan fersendeke û wiha got: “Heta Pirsgirêkên civakî çareser nebin, pirsgirêkên kesayetî jî çareser nabin.”

Rêxistinên kêd û demokrasiyê, dê ji bo kesên bi biryarên KHKê ji peywîrê hatinê dûrxistin bi dirûşma “Em karê xwe dixwazin” di 17ê Tirmehê de li ber Wezareta Dadê daxuyaniyê bidin û piştrê jî dest bi çalakiya nobedê ya 24 seatan bikin. Maxdurên KHKê yên ji bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dê tev li çalakiyê bibin. Alî Kardogan ku ê mamostetiya ziman û wêjeya Tirkî dikir, di sala 2016an de bi biryarên KHKê ji peywîrê hat dûrxistin, piştî erdheja Mereşê ji Semsûrê koçî Elihê dike. Mexdurê KHKan û erdhejê Alî Karadogan derbarê çalakiyê û armanca çalakiyê axivî.

‘Ji ber mafdar in me li ber xwe da’

Alî Karadogan bi lêv kir ku ew bi vê çalakiyê dixwazin dengê xwe bigihînin berpirsyaran û wiha axivî: “Desthilatê darbe ji bo zextên ser hezên demokrasiyê zêdetir bike weke firsendek dît. Li ser van kirinan 10 sal derbas bûn lê ji sedî 80yê hevalên me hêj venegeriyane li ser karê xwe. Yek jî ji wan ez im. Em jî ji bo mafên xwe dixwazin çalakî li darbixin û dengê xwe derxin. Yên ku bi KHKan ji peywirê hatine dûrxistin û yên dixwazin pişgiriyê bidin dê tev li vê çalakiyê bibin. Em ê piştî daxuyaniyê dest bi çalakiya nobedê 24 seatan bikin. Em dixwazin vê bêedaletî û bêhiqûqiyê nişan bidin. Em ne sûcdar in lewma jî me her tim li ber xwe da. Me tu car dev ji xebatan berneda.”

‘Sedema pirsgirêkan nebûna demokrasiyê ye’

Di berdewama axaftina xwe de Alî Karadogan diyar kir ku ew bi hinceta avakirina KURDÎ-DERê ji peywîrê hatiyê dûrxistin û wiha pê dê çû: “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk pirgirêkên em dijîn dikare çaraser bike. Ew pêvajo, her çiqas wekî em dixwazin bi rê ve neçe jî, pir girîng e. Heke ew welat demokratîk bibe mafên mamoste, karker, cotkar, zarok û jinan jî dê pêk were. Ji ber ku yek jî avakarê KURDÎ-DERê bûm ji peywîrê hatim dûrxistin. Lê me KURDÎ-DER li gor zagonên Tirkiyeyê ava kir. Divê hemû kes bi ziman û nasnameya xwe bijî. Ji bo wê jî heke ew pêvajo bi awayekî serkêftî encam bibe, gelek pirsgirêkên me dê çareser bibin. Sedema pirsgirêkên em dijîn nebûna demokrasiyê ye. Heta pirsgirêkên civakî çareser nebin pirsgirêkên kesayetî jî çareser nabin.”

‘Divê hemû hêzên demokratîk piştgiriyê bidin’

Di dawiya axaftina xwe de Alî Karadogan xwest her kesek tev li çalakiya wan bibe û wiha bang kir: “Yên ji vê pergalê ne razî ne divê bizanibin ku ev pirsigrêk yên me hemûyan e. Em ji nîşka ve nikarin hemû pirsgirêkan çareser bikin lê gav bi gav ji bo çareseriyê em ê bixebitin. Em çareseriya pirsgirêkên hemû kesan dixwazin. Ji bo wê werin em bi hev re pirsgirêkan çareser bikin. Hemû sazî, rêxistin, partiyên siyasî û hêzên demokratîk bila tev li çalakiya me bibin û piştgiriyê bidin.”

Etîket: Alî KaradoganÇalakiya 17ê TîrmehêMexdurên KHKêPêvajoya Aştî û Civaka DemokratîkWezareta Dadê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Di pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ de kê çi kir?

Xelkê Amedê: Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan dê pêvajoyê li pêş bixe

9 ÎLON 2026
Onen: Divê her kes xwe tev li xebatên avakirina civaka demokratîk bike

Onen: Divê her kes xwe tev li xebatên avakirina civaka demokratîk bike

3 ÎLON 2026
‘Em jî dixwazin weke her miletê cîhanê bi nasnameya xwe bijîn’

‘Em jî dixwazin weke her miletê cîhanê bi nasnameya xwe bijîn’

2 ÎLON 2026
Mûstafa Karasû: Divê deriyên Îmraliyê bêne vekirin

Mûstafa Karasû: Divê deriyên Îmraliyê bêne vekirin

2 ÎLON 2026
Sebahat Tuncel: Bi destxistina maf û azadî girêdayî têkoşîna rêxistinî ye

Sebahat Tuncel: Bi destxistina maf û azadî girêdayî têkoşîna rêxistinî ye

31 TEBAX 2026
Ji Manîsayê bangewaziya 1ê Îlonê: Werin em dengê aştiyê bilind bikin

Ji Manîsayê bangewaziya 1ê Îlonê: Werin em dengê aştiyê bilind bikin

31 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şehîdên tevgera azadiyê bi girseyî têne bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Bila daxwazên şehîdan neyên jibîrkirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Wanê şehîdên azadiyê tên bibîranîn: Ew rûmeta me ne

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li sê bajaran bîranînan dest pê kir: Em bi saya wan gihîştin van rojan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Kobanê çalakiya gel: 9 mirî, 17 birîndar hene

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Onen: Divê her kes xwe tev li xebatên avakirina civaka demokratîk bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bîranîna şehîdan a li Îzmîrê bi dawî bû: Em ê doza aştî û azadiyê bidomînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Zana Farqînî: Hedefgirtina tabelayên bi Kurdî ne helwesteke mirovî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Duran Kalkan: Komînalîte cewhera azadiya mirovahiyê ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne