Xwediyê Babala TVyê Oguzhan Ugur jî di nav de 9 kes di çarçoveya lêpirsîna Komeleya Ahbapê de hatin girtin.
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê derbarê Komeleya Ahbapê de lêpirsîn dabû destpêkirin. Xwediyê Babala TVyê Oguzhan Ugur jî di nav gelek kes di çarçoveya vê lêprisînê de hatibûn binçavkirin. Oguzhan Ugur jî di nav de 10 kes piştî îfadeyên li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê sewqî Edliyeya Çaglayana Stenbolê hatin kirin.
Oguzhan Ugur jî di nav de 9 kes bi sûcdariya “ji ber xizmetê bikaranîna wezîfeya xirab” û “bikaranîna pereyên neyasayî” sewqî dadgeha cezayê silhê hatin kirin.
Dadgeriyê, îfadeyan girt û derbarê Oguzhan Ugur, Ersin Gokgun, Muharrem Karataş, Gulgun Ozgurk, Emre Kartaloglu, Huseyin Kuçuk, Suzan Duşkuner Mîntaş, Fatih Eke û Emir Taşar da biryara girtinê da.










