Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş têkildarî qanûna çarçoveyî serdana Koma DEM Partiyê kir û bi Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan re hevdîtin kir.
Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş derbarê qanûna çarçoveyî de serdanên partiyên siyasî didomîne. Numan Kurtulmuş piştî serdana Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî, serdana Koma DEM Partiyê kir û bi Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan re hevdîtin kir. Her wiha Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî jî di hevdîtinê de cih girtin.
Numan Kurtulmuş dê serdanên partiyên siyasî îro bi serdana Koma Yenî Yol û Kemal Kiliçdaroglu ku bi biryara betalkirina teqez weke Serokê Giştî yê CHPê hat peywîrdar kirin re bidomîne û sibê jî serdana ÎYÎ Partiyê bike.













