Nivîskarên Kurd têkildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk daxuyani dan, diyar kirin ku di çarçoveya hiqûqa gerdûnî û mafên mirovan de gavên çêker bavêjin û wiha gotin: “Divê tecrîda bê bidawîkirin û rê û deriyên diyalogê yên bi Abdullah Ocalan re biawayekî mayînde bên vekirin.”
129 nivîskarên Kurd ên li Amedê, bajarên derdorê û derveyî welat têkildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li avahiya Komeleya Wêjekarên Kurd daxuyanî dane çapemeniyê. Endam û nûnerên komeleyê û gelek nivîskar tev li daxuyaniyê bûn. Daxuyaniyê bi Kurmancî endamê Komeleya Wêjekarên Kurd Hasan Ozguneş xwend.
‘Gelê Kurd dev ji israra xwe ya di aştî û aramiyê de bernadin’
Hasan Ozguneş diyar kir ku gelê Kurd bi sekn û hewldanên xwe yên ji bo aştî û aramiyê, bi têkoşîna xwe ya ji bo avakirina civak û jiyaneke pêşverû, xwereng û demokratîk a li Kurdistanê û li tevahiya Rojhilata Navîn, her roj hinekî din dengê xwe yê zîz bilindtir dike û wiha pê de çû: “Gelê Kurd sedsala borî nîşanî tevahiya desthilatdarên li Rojhilata Navîn û cîhanê daye ku bi tunehesibandina ziman, çand, bawerî, gel û hemû cureyên cihêrengiyan, bi binpêkirina mafên mirovan, bi rêgirtina li ber mafê azadiya derbirînê, avakirina jiyaneke xweştir pêkan nîn e. Ligel ku li çar aliyên Kurdistanê şer û pevçûn hene û qeyranên heyî her ku diçe kûrtir dibin jî, gelê Kurd û siyaseta Kurdan dev ji israra xwe ya di aştî û aramiyê de bernadin. Dîsa ligel dehfik û daxwazên hêzên hegemonîk û şerxwaz, li gel êrîşên desthilatdarên xwe, gelê Kurd li çar aliyên Kurdistanê hem hewl dide xwe ji şer û pevçûnan biparêze û hem jî hewl dide ku jiyaneke hevpar a ku ji bo tevahiya mirovahiyê bibe mînak, ava bike.”
‘Ji bo rê û deriyên diyalogê vebin em xwe berpirsyar dibînin’
Ozguneş da zanîn ku ev nêzî du salan e ku şer û pevçûnên ku nêzî nîvsedsalekê li Bakurê Kurdistanê didomiya, bi hêviya pêkhatina aştiyeke birûmet û mayînde rawestiyaye û ev tişt gotin: “Ev derfeteke gelekî girîng e ku divê bi baldarî û hestiyariyeke zêde bê bikaranîn. Di vê qonaxê de, wek rewşenbîrên Kurdistanê ji bo rê û deriyên diyalogê vebin em xwe berpirsiyar dibînin ku rayedar bên teşwîqkirin. Lewre em di wê baweriyê de ne ku divê tevahiya arîşeyan bi diyalogê bên çareserkirin. Nijadperestî û netewedewletê sedsalek berhewa kirin, divê di sedsala nû de wekhevî û demokrasî bi ser kevin. Divê hemû nasnameyên etnîkî, çandî û olî bikaribin bi awayekî azad bi hev re bijîn. Divê azadiya jinan pêk bê û dengê ciwanan li her derê bikaribe berz bibe.”
‘Bi hestiyariyeke entelektuel, dengê xwe li dengê me zêde bikin’
Hasan Ozguneş anî ziman ku polîtîkayên înkar û tecrîdê yên ku di destê desthilatdaran de bûne amûrên birêvebirinê yên ku bi dehan salan e tên ceribandin, bi têkoşîn û berxwedana gelê Kurd êdî riziyane û bêwate bûne û wiha domand: “Dorpêça siyasî û bîrdozî ya li ser gelê Kurd hatiye belavkirin. Polîtîkayên şer û tecrîdê yên ku qeyranên civakî û aboriyê kûrtir dikin êdî bi hişekî û zimanekî zelaltir ji aliyê rêjeyeke zêde ya civakê ve tên redkirin. Tevahiya civakê dizane û dipejirîne ku Serokê Gelê Kurd Rêzdar Abdullah Ocalan muxatabê sereke yê vê pêvajoyê ye û aliyekî vê pêvajoyê bi yekdengî cenabê wî wek sermuzakerevan pênase û destnîşan dike. Lewre em, yên ku navên wan li jêrê ne, ji hemû kes, sazî, rêxistin, desthilatdarî û aliyên ku xwe wek berpirsiyar dibînindixwazin ku demildest dev ji polîtîkayên şer û tecrîdê berdin û di çarçoveya hiqûqa gerdûnî û mafên mirovan de gavên çêker bavêjin. Divê rê û deriyên diyalogê yên bi Abdullah Ocalan re bi awayekî mayînde bên vekirin, tecrîda li ser wî bê bidawîkirin da ku bi rêya diyalog û danûstendinan kêşe û arîşe çareser bibe, daxwaza aştî û azadiya civakî ya gelan pêk bê. Her wiha, em bangî tevahiya nivîskar, rewşenbîr, wêjekar û ramanwerên xwe yên ku xwe berpirsyarên azadiya civakê, çavkaniya demokratîk û siyaseta demokratîk dibînin dikin ku bi hestyariyeke entelektuel, dengê xwe li dengê me zêde bikin.”
Navên nivîskarên ku piştgiriyê dane bangê ev in:
1. Abdullah Öngüllü Şêrwî
2. Abdulmenaf Dinler
3. Abdurrahman Bakir
4. Adil Qazî
5. Adile Özer
6. Ahmet Çavlı
7. Ahmet Çelik
8. Ahmet Has
9. Ahmet Tamir
10. Ahmet Tekdemir
11. Ahmet Yalçınkaya
12. Arzu Savaş Derman
13. Aryen Mendi
14. Aytenxan
15. Azad Zal
16. Aziz Aksu
17. Bahadîn Robar
18. Bedirhan Alakuş
19. Bedri Adanır
20. Birgül Özgül
21. Brûsk Bagok
22. Cebeli Akyol
23. Cemal Babaoğlu
24. Cüneyt Demir
25. Diba Ermiş Keskin
26. Dildar Welat
27. Edip Berk
28. Ednan Doğan
29. Elîxan Loran
30. Elmo Begarî
31. Emin Aksu
32. Enver Enkî
33. Esra Sadıkoğlu
34. Eyyup Güven
35. Fatma İzol
36. Fatêxan Taşli Tunç
37. Feratê Dengizî
38. Fevzi Çetin
39. Gulan Zozan
40. Gülizar Seyhan
41. Haci Özkal
42. Halil Doğan
43. Hasan Özgüneş
44. Hatice Dayan
45. Herdem Merwanî
46. Hogir Berbir
47. Huseyîn Surgeç
48. Hüseyin Taşdemir
49. Heval Dilbihar
50. İsmail dindar
51. Jêhat Rojhilat
52. Kahraman Oğuz
53. Kamiran Simo Hedilî
54. Kayahan Şan
55. Kemal Bakan
56. Leyla Saraç
57. Leylana Siddiq
58. M.Çiya Mazî
59. Mahmut Baril
60. Masum Xemgîn
61. Mazîçinê
62. Mehmet Akdoğan
63. Mehmet Devîren
64. Mehmet Faysal Özdemir
65. Mehmet Güzel
66. Mehmet Karakuş
67. Mehmet Saît Arzû
68. Mehmet Söğüt
69. Mehmet Şahîn
70. Mehmet Veli Karadeniz
71. Melevan Resûl
72. Mem Bawer
73. Messo Bedirxani
74. Mesut Üçkaç
75. Metin Özkan
76. Mevlüt Aykoç
77. Mîhdî Perînçek
78. Mîna Acer
79. Mîrza Mihemedê Şêrwî
80. Musa Şanak
81. Mülkiye Tekin
82. Müslüm Aslan
83. Nazım kök
84. Nesrin Navdar
85. Niyazi Yaşar
86. Nurcan Delil
87. Nurettin Gökalp
88. Orhan Sakci
89. Osman Kapan
90. Ömer Fidan
91. Reyhan Serhan
92. Rêdûr Dîjle
93. Rifat Roni
94. Rodî Zinar
95. Roger Sozdar
96. Rohat Bulut
97. Roj Agir
98. Rojbin Perişan
99. Ronahî Farqînî
100. Roza Metîna
101. Salihê Mewali
102. Sebrî Vûral
103. Sedat Can
104. Semire Demirel
105. Serhildan Azad
106. Serkeft Botan
107. Servet Özkan
108. Seyrana Celad
109. Siwar
110. Siyabend Demir
111. Sultan Yaray
112. Suphi Söylemez
113. Şahabettin Demir
114. Şehriban Defişet
115. Şevger Çolo
116. Tahsin Aktaş
117. Turabi kişin
118. Vasfi Ak
119. Veli Bingöltekin
120. War Botan
121. Weysel Avcî
122. Weysel Tırpan
123. Weysî Varlı
124. Xembar Farqinî
125. Yasemin Demirkaya
126. Yasemin Elban
127. Yaşar Eroğlu
128. Yaşar Kaya
129. Yousef Mantk
130. Ziya Şekir















