Dayikên Aştiyê ku bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û avêtina gavên şênber ji bo pêvajoyê di nobedê de ne bi stranan nobeda xwe heta derengiya şevê berdewam kirin.
Meclisa Dayikên Aştiyê bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û avêtina gavên şênber di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li parka Kurtuluşê ya navçeya Çankaya di nobedê de ne. Endam û nûnerên partî, sazî û rêxistinên civakî serdana konê dayikan kirin. Dayikên Aştiyê ku heta derengiya şevê nobeda xwe didomînin bi stran û berzkirina dirûşmeyan civata xwe geş kirin. Dengbêj Serdar Canan ku ji bo piştgiriyê serdana dayikan kir bi dayikan re stran got û piştgiriya xwe anî ziman.
Dayik heta sibe dê di kon de nobeda xwe bidomînin û sibe jî derbasî meclisê bibin û li wir bi partiyên siyasî re hevdîtinê bikin.
















