Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê yê berê Selçûk Mizrakli li Amedê bi girseyî hat pêşwazîkirin. Mizrakli li vir axivî û got: “Li hemberî me çi dikin bila bikin, meşeke mezin a aştiyê dest pê kiriye.”
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê yê berê Selçûk Mizrakli ku piştî ji girtîgehê hat berdan, hat Amedê. Selçûk Mizrakli ji aliyê nûnerên partiyên siyasî û saziyên civakî yên sivîl û gelek kesan ve bi gul û kulîlkan li balafirgeha Amedê hat pêşwazîkirin. Di pêşwazîkirina bi çepik û tilîlî hat kirin de gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hat berzkirin.
Selçûk Mizrakli di pxwşwaziyê de axivî û da zanîn ku kal, bav, ap, xal, met, xwişk û birayên wan jî di rêyekê re derbas bûne û wiha axivî: “Gotin ‘azadî, demokrasi, edalet, hiqûq’. Ê bi xwedê em jî wê fêr bûn. Me ji dayikên xwe şîrê wêrekiyê, reseniyê û rastiyê mêtibû. Me erka wî şîrî anî cih.”
‘Rêya me aştî, aştî, aştî ye’
Selçûk Mizrakli beşek ji helbesta Robert Frost a “Rêya ku lê nehatiye çûn” xwend û ev tişt gotin : “Em ew in ku ketine wê rêya ku hîn nehatiye çûn, lê di heman demê de em ew in ku ev 40 sal zêdetir e bi israr her kesê li vir pêbawer e û bi israr diparêze aştî, aştî, aştî. Rêya ku lê nehatiye çûn. Ew rêya ku hatine çûn rêya me ye, ew rêya ku divê lê bê çûn, avakirina aştiyê ye. Lê ev aştî wê dema ku biherike nav hemû çînên civakê, hemû hucreyên bîra wê û paşerojê jî ava bike wê nirxê bide hev. Rêya vê jî di bawerî û rastkirina wê rêyê re derbas dibe.”
‘Êdî em ê li vê axê aştiyê biçînin”
Selçûk Mizrakli berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Heya ku hevalên me yên di zindanê de hemû serbest nebin wê milê me xwar bimîne. Bi vê bawer bikin, hemû hevalên me yên di zindanan de ne, yên ku ketine wê zindanê bi qasî misqalekê jî hest bi tenêtiyê nakin. Ji ber ku tenêtî dawiya mirovan e. Civaka ku dikeve tenêtiyê jî, kesê ku dikeve tenêtiyê jî zehmetiyên giran dikişîne. Ji bo wê em dê hevalên xwe tenê nehêlin, ne jî vê civakê bê tifaq, bê hogir û bê bira bihêlin. Me bi hev re nan xwar. Me li van axan bi hev re xwîn rijand, hêsir rijand. Ax ji vê xwîn û hêsirê têr bû. Êdî em li vê axê aştiyê biçînin, bi hezkirinê rehmeta wê xwedî bikin û êdî ji van axan bereket bibare. Êdî asoya me ev e.”
‘Meşa mezin a aştiyê dest pê kiriye’
Di dema axaftina Mizrakli de dirûşma “Mîmarê aştiyê li Îmraliyê ye” hat berzkirin. Mizrakli li ser vê yekê ev tişt gotin: “We navnîşana rast nîşan da. Ez û gelek hevalên me her tim dibêjin , heger hûn bi samîmî aştiyê dixwazin pêşî tecrîdê rakin, deriyên Îmraliyê vekin. Wê demê wê aştî gelek hêsantir û gelek mimkûn bibe. Ew ku li beramberî me ne, muhatabên me û yên din çi dikin bila bikin, meşeke mezin a aştiyê dest pê kiriye.”
‘Em ê têkoşîna vê yekê bidin’
Herî dawî Mizrakli dest nîşan kir ku avakirina aştiyê deynê stûyê wan e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di vê mijarê de ti guman û fikarên me tune ne. Em hemû kesên ku ji bo di vê rêyê de bimeşin, di vê rêyê de hêzê bixebitînin û vê rêyê hêzdar bikin sond xwariye ne. Gava li ber derî hatim pêşwazîkirin tiştek hat gotin: ‘çavên me ronî be.’ Hevalno, divê ronahiya çavên me piçekî din jî geş bibe. Ev geşbûn wê çawa bibe? Heya niha ew şaredariyên ku qeyim li wan hatine tayînkirin çima ew qeyim paşve nayên kişandin? Werin ji we re rewşeke ku vê yekê rastgo û rasttir bikin. Çima biryarên ku hiqûqê dane bi derengî dikevin an jî nayên cîbicîkirin? Îro dadwerê infazê ji bo min biryarek da û di çarçoveya wê biryarê de aqûbeta min diyar bû. Dema ku biryarên Dadgeha Mafên Mirorvan a Ewropayê li wê derê rawestiyayî bin û neyên cîbicîkirin, ev ne meseleya kesekî ye, kefaleta hemû civakê û hemû siyasetê di vê yekê de heye. Li gel vê yekê, ji bo ku her cure zarokên vê gelî yên ku di eksena çareseriya demokratîk, civaka demokratîk û aştiyê de ber bi Tirkiyeyê ve diherikin, di nav aramî û ewlehiyê de bikaribin werin, divê hiqûq bê hêzdarkirin, hiqûq ewledar û pêşbînîkar be. Em ê têkoşîna vê yekê bidin.“



















