Bi pêşengiya Meclisa Gel û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), bi sedan xelkê herêmê ji bo redkirina biryarên Bexdayê, naskirina îrade û rêveberiya civaka Êzidî, mîsogerkirina mafên rewa û naskirina statûya hêzên ewlehiyê yên herêmî, bi meşeke mezin daxwazên xwe anîn ziman.
Bi pêşengiya Meclisa Gel û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), bi sedan xelkê Şengalê li dijî biryarên yekalî yên Hikûmeta Iraqê yên li ser civaka Êzidî û Şengalê dest bi meşeke girseyî kirin. Meşa xelkê Şengalê ku ji ber Komîna Gel a Sinûnê destpê kir, bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Şengalê” û bi hilgirtina pankartên li ser nivîsandî “Şengal ji bo gelê Êzidî ye, ti biryarên derveyî îradeya gelê Şengalê nayên qebûlkirin” ber bi Çerxereya Mam Zekî ve meşiyan. Di meşê de tevî nûnerên sazî û rêxistinên Şengalê, gelek serokêşîr û gelê herêmê jî cih girtibûn.
Piştî ku meş giha ber Çerxereya Mam Zekî ya li Sinûnê, li ser navê Meclisa Gel û TAJÊ daxuyaniyek hate dan. Li ser navê Meclisa Gel, Xwedêda Eliyas daxuyanî da.
Daxuyanî wiha ye:
‘Em qaymeqamê leşkerî red dikin, divê destûr bicihanîn’
“Weke ku tê zanîn, di Parlamentoya Iraqê de sê nûnerên civaka Êzidî hene. Lê belê, ligel vê yekê jî aliyê leşkerî yê dewleta Iraqê, Serokwezîrtî û Parlamentoya Iraqê navendên biryardanê yên Şengalê li ber çavan nagirin û nûnerên Şengalê tevlî biryarên li ser Şengalê nakin. Di encamê de, biryareke leşkerî didin û dixwazin qaymeqamekî leşkerî li ser Şengalê ferz bikin. Em vê yekê bi ti awayî qebûl nakin.
Em weke welatî, civaka Êzidî û xelkê Şengalê, vê biryarê red dikin. Divê di her biryareke de îradeya civaka Êzidî bête naskirin. Ti peyman an jî lihevkirineke ku îradeya civaka Êzidî piştguh bike, em rê nadin li ser gelê Şengalê pêk were.
Em vê biryarê bi awayekî teqez red dikin û bang li Serokwezîriyê dikin: Divê mafên me di Destûra Bingehîn a Iraqê de were mîsogerkirin û em piştgiriyê didin parastina destûrê.
Di xala 9’an a Destûra Bingehîn a Iraqê de bi zelalî tê gotin: ‘Mafê ti leşkerî nîne ku rêveberiya herêmî an jî ya parêzgehan bi rêve bibe.’
Ji ber vê yekê, ferzkirina rêveberiyeke leşkerî li ser me, rasterast dijberiya qanûn û Destûra Bingehîn a Iraqê ye. 74 ferman û komkujî bi serê civaka me hatiye, lê belê heta roja îro jî ti biryareke fermî ji bo parastina maf û hiqûqa civaka Êzidî nehatiye girtin.
Çima Serokwezîrtî biryareke fermî dernaxe ji bo çareserkirina pirsgirêkên civaka Êzidî ku li Herêma Kurdistanê dijîn? Çima qerebûkirina zirarên civaka Êzidî nayê bicihanîn?
Di demekê de ku biryarên leşkerî li ser me tên ferzkirin û qaymeqamê leşkerî tê tayînkirin, îradeya civaka Êzidî ji aliyê Parlamentoya Iraqê ve nayê naskirin. Heta ku di navbera aliyên siyasî yên Şengalê û dewleta Iraqê de diyalogeke rastîn çênebe, em ti biryarên ku li dijî îradeya civaka Êzidî tên girtin qebûl nakin.
Em dixwazin diyar bikin ku emê berxwedan û têkoşîna xwe berdewam bikin. Em ne dijî qanûnê ne; em piştgiriyê didin bicihanîna xal û maddeyên Destûra Bingehîn a Iraqê. Lê belê, heta roja îro jî yek xala destûrê ku mafên gelê Êzidî mîsoger bike nehatiye sepandin.”
‘Civaka Êzidî ya îro ne mîna ya berî 2014an e’
Piştre li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), Rîham Hesen axvî û bal kişand ser rola jinan û îradeya xweser a gelê herêmê û ev nirxandin kir:
“Îro em weke civaka Êzidî, wisa jî li ser navê Tevgera Jinên Êzidî û Meclisa Gel, ji bo pêkanîna edaletê li vir amade ne. Gelê me di 74 fermanan re derbas bûye. Îro em li ser axa xwe ya rewa ya Şengalê dijîn. Lê belê, navend biryaran li ser vê axê dide û mafên vê civakê paşguh dike û îhmal dike.
Weke civaka Êzidî, 12 salin ku piştî rizgariya ji komkujiyê, me pergal û rêveberiya xwe ava kiriye. Di van 12 salan de me bi hêza xwe rêveberiya xwe birêve biriye. Keç û kurên vê civakê çek hildan, Şengal parastin û ew ji çeteyan rizgarkirin.
Lê belê îro, îradeya gelê me tê paşguhkirin û biryarên ku di xizmeta civaka me de nînin tên girtin. Hikûmeta Iraqê di sala 2020’an de jî bi rêya Lihevkirina 9’ê Cotmehê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de, biryarên yekalî li ser vê civakê ferz kirin.
Ev biryar bi hevkariya wan hêzên ku di dema komkujiyê de gelê me tenê hiştin û reviyan hatin girtin. Li cihê ku ew hêz li beramberî berpirsiyariya xwe hesab bidin, dîsa biryar radestî wan tê kirin. Di van pêvajoyan de ti carî îrade û rastiya civaka Êzidî nehatiye libarçavgirtin. Dibe ku gumana wan hebe, lê belê divê baş bizanibin ku civaka Êzidî ti carî serî netewîne. Civaka Êzidî ya îro ne mîna civaka berî sala 2014’ane ku bi hêsanî bê xapandin.
Bi taybetî di vê fermanê de, qurbaniyên herî mezin jin bûn; zext û tundiyeke mezin li ser jinan hatiye. Ji ber vê yekê, bi pêşengiya jinên Êzidî dê Şengal li ser piyan bimîne.
Em weke civaka Êzidî amade nînin ku dest ji mafên xwe berdin. Emê xweserî û mafên xwe bi têkoşîna xwe bi dest bixin. Civaka me gihiştiye asteke ku dikare xwe bi xwe birêve bibe û ev rastî hatiye îsbatkirin.
Hêzên me yên ewlehiyê yên mîna Asayîşa Êzidxanê, 12 salin ku berxwedanê dikin. Di vê demê de ne tenê li dijî DAÎŞ’ê, di heman demê de li dijî êrişên dewleta Tirk jî ku fermandar û şervanên me kirine armanc, axa xwe parastine.
Ji ber van sedeman, baweriya vê civakê bi ti hêzên derve re nemaye. Heta ku xwişk û dayikên me yên di destê DAÎŞ’ê de neyên rizgarkirin û birînên me neyên kewandin, emê bi yekitiya xwe têkoşînê berdewam bikin.
Em bang li Hikûmeta Iraqê dikin; bese ji van polîtîkayan re! Bese ji van lîstik û êrişên siyasî yên ku li ser civaka Êzidî têne meşandin!
Civaka Êzidî ti bazar, êriş an jî biryarên yekalî yên li ser siberoja xwe qebûl nake. Biryara bingehîn dê ji aliyê vê civakê ve bête girtin. Gelê me biryara xwe daye. Em dikarin xwe bi xwe birêve bibin û biparêzin. Divê statûya fermî ya hêzên me yên ewlehiyê bête naskirin û mercên jiyaneke azad li ser vê axê bêne afirandin.
Di pergal û erdnîgariya Iraqê de mafên hemû pêkhateyan tên naskirin, lê belê dema mijar dibe civaka Êzidî, mafên me tên paşguhkirin û em weke civakeke bê agahî tên nirxandin. Lê belê em îsbat dikin ku civaka Êzidî xwedî hişmendî, dîrok û dozeke rewa ye. Ji bo vê dozê me gelek şehîd dane û em ê îro jî xwedî li mîrasa şehîdên xwe derkevin û rêya wan bi biryardarî bidomînin.”
Meş, piştî axaftinan bi dirûşmeyên ji bo piştgiriya berxwedana Şengalê bi dawî bû.













