4 ciwanên ku beşdarî meşa “Gavek ji bo aştiyê” bûbûn, ji aliyê dozgeriyê ve bang li îfadeyê hatibûn kirin. Dozgerî ji bo ciwanê ku di bin 18 saliyê de ye daxwaza hepsa malê û ji bo 3 ciwanên din jî daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Dadgehê 4 ciwan jî berda.
Di 16ê Gulanê de li navçeya Kadıkoyê ya Stenbolê meşekî bi dirûşmeya “Gavek ji bo aştiyê” hatibû lidarxistin. 4 ciwanên ku beşdarî vê meşê bûbûn, ji aliyê dozgeriyê ve banga li îfadeyê hatibûn kirin. Li Edliyeya Anadoluyê ya li navçeya Kartalê ya Stenbolê îfadeyên ciwanan hatin girtin û derbarê dirûşmeya “Bijî Serok Apo” pirs hatin pirsîn.
Dozgerî ji bo Berat Renas Kaya yê temenê wî di bin 18 saliyê de ye, daxwaza hepsa malê kir. Ji bo 3 ciwanên din ên bi navê Ahmet Serbilind Turgut, Mûstafa Mahmût Kiliç û Eyup Şîşman jî daxwaza girtinê kir û wan sewqî dadgehê kir.
Dadgehê îfadeyan her 4 ciwan berda.













