• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
30 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Mîthat Sancar: Divê rola Birêz Ocalan bi fermî were naskirin

Amed / AW

11 TÎRMEH 2026 - 15:11
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Endamê Şandeya Îmraliyê Mîthat Sancar li Konferansa ‘Li Tirkiyeyê Pêvajoya Aşitiya Civakî û Mînakên Dinyayê’ axivî û bal kişand ser pozîsyona Abdullah Ocalan a di pêvajoya çareseriyê de û anî ziman ku naskirin û diyarkirina rola wî di ‘Qanûna Çarçoveyê’ de şertekî bingehîn e.

Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) û Endamê Şandeya Îmraliyê Mîthat Sancar, di rûniştina yekem a konferansa ‘Li Tirkiyeyê Pêvajoya Aşitiya Civakî û Mînakên Dinyayê’ de axivî û bal kişand ser nîqaşên nû yên derbarê çareseriyaê de û diyar kir ku navê ku li pêvajoyê tê kirin, rasterast bandorê li naveroka karê tê kirin dike û wiha got: “Ji bo me ev pêvajo, Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e. Hewldana pênasekirina mijarê tenê bi têgeha ‘terorê’, guman, fikar û şikên li ser niyetê mezin dike û nîşan dide ku pêvajo bi eksena ewlehiyê tê meşandin.”

Mîthat Sancar diyar kir ku ev pêvajo ji mînakên din ên li cîhanê cuda ye û wiha berdewam kir: “Taybetmendiya herî mezin a vê pêvajoyê ku wê ji mînakên cîhanê cuda dike ew e ku qonaxa çekberdanê bû destpêka pêvajoyê. Banga 27ê Sibatê ne tenê ji bo bidawîanîna şer e, esasê wê afirandina bingeha çareseriyê ye. Ji ber wê jî navê bangê bi xwe peyamê dide me: Aştî û Civaka Demokratîk.”

‘Pêvajo li ser garantiyan ava dibe, ne li ser baweriyê’

Mîthat Sancar di berdewamiya axaftina xwe de li ser nîqaşên ‘Qanûna Çarçove’ û pêvajoya Bêçekkirin, Fesihkirin û Entegrasyon rawestiya û destnîşan kir ku ev nîqaş ji bo wan ne mijareke hêsan e û anî ziman ku yasaya ku tê hêvîkirin divê ji bo çekberdan û entegrasyonê mekanîzmayên zelal û ewle bîne û ev tişt anî ziman: “Divê yasa giştgir û berfireh be. Heke hûn hinek aliyan li derve bihêlin û hinekî din bixin nav çarçoveyê, ev tê wê wateyê ku hûn meseleya çekberdanê cidî nagirin. Di heman demê de, veguherîna ji şîdetê ber bi siyasetê ve bingeha vê yasayê ye. Mirov nikare bifikire ku dema çek hatin danîn, dê armancên siyasî jî li aliyekî bên hiştin. Mirovên ku bawer kirin bi rêyên demokratîk nagihîjin armancên xwe, serî li rêbazên din dan. Îro guhertina rêbazê di rojevê de ye. Ji ber vê yekê, derfetên siyaseta azad û demokratîk parçeyekî bingehîn ê qanûnê ye. Divê em zanibin ku ev pêvajo li ser baweriyê na, li ser garantiyên hiqûqî ava dibin.”

‘Divê rola Birêz Ocalan di yasayê de bê diyarkirin’

Her wiha Mîthat Sancar destnîşan kir ku yek ji xalên herî krîtîk ên yasayê jî diyarkirina pozîsyon û rola Abdullah Ocalan e û axaftina xwe wiha bidawî kir: “Dibe hinek kes wekî serokê muzakereyê qebûl nekin û îtiraz bikin. Lê heke em bi rastî dixwazin ev şerê giran ê ku birînên mezin vekirine bi dawî bibe, divê em vê rastiyê bibînin: Rêya vê pêvajoyê rasterast ji aliyê Birêz Ocalan ve hatiye vekirin. Ji bilî wî tu kesî nikaribû bangeke wiha bike û bandorê li ser vê biryarê bike. Ji ber wê, naskirina rola wî di yasayê de daxwazeke li gorî xwezaya pêvajoyê ye. Divê rola wî bi fermî bê nas kirin.”

Etîket: Mîthat SancarPêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Malbatên cangoriyan: Azadiya Rêberê Gelê Kurd pêwîstiyeka girîng e

Malbatên cangoriyan: Azadiya Rêberê Gelê Kurd pêwîstiyeka girîng e

29 COTMEH 2026
Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

28 COTMEH 2026
Dayikên Aştiyê dê serdana partiyên siyasî bikin

Dayikên Aştiyê: Em dixwazin bi Serok re hevdîtinê pêk bînin

28 COTMEH 2026
Heyeta Îmraliyê serdana Baroya Amedê kir

Heyeta Îmraliyê serdana Baroya Amedê kir

26 COTMEH 2026
Du salên banga Bahçelî qediya: Çima Abdullah Ocalan nehat Meclisê?

Du salên banga Bahçelî qediya: Çima Abdullah Ocalan nehat Meclisê?

24 COTMEH 2026
Welatiyên Wanê: Bêyî azadiya birêz Ocalan ev pêvajo pêş ve naçe

Welatiyên Wanê: Bêyî azadiya birêz Ocalan ev pêvajo pêş ve naçe

24 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Bûlamê bi jinan re civiya

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rêvebera Amedsporê: Em dixwazin jinan tev li hemû beşên sporê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Semsûrê ji bo şehîdan mewlîd: Dê ev rê bi aştî û statuyê bi encam bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne