Di roja 4emîn a Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Şaredariya Tetwanê de panel hatin lidarxistin, fîlm hat nîşandan. Panelîst Salîha Ayatayê bal kişand ser girîngiya çandê û got: “Li bakurê Kurdistanê çand ji bo Kurdan qada xwe îfadekirinê ye, qada xwe parastinê ye.”
58emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Şaredariya Tetwanê ku bi dirûşma “Li Tetwanê çan heye huner heye em hene” tê li darxistin, di roja 4emîn de berdewam kir. Ji ber salvegera Komkujiya Şengalê di bernameya banelê de îro tu konser tune bûn. Di roja 4emîn a mîhrîcanê de panelên bi mijarên ‘Tundiya çandî ya nexuyayî’ û ‘Rêbazên çandî yên ji nû ve avakirinê’ li avahiya Konservatûarê ya Şaredariya Tetwanê hatin li darxistin. Di panela ‘Tundiya çandî ya nexuyayî’ de Hevseroka Komelaya Çand, Huner û Wêjeyê ya Jinan (KASED) Salîha Ayata wek panelîst axivî. Nivîskar Dîlawer Zeraq jî di mijara ‘Rêbazên çandî yên ji nû ve avakirinê’ de nirxandin kirin. Di heman demê de li salona sinemayê ya Yaşam AVMyê filmê bi navê “Ûçan Koftecî” yê derhêner Rêzan Yeşîlbaş hat nîşandan. Gelek kes tev li panel û temaşekirina fîlmê bûn.
‘Çand ji bo Kurdan qada xwe îfadekirinê ye’
Di panelê de destpêkê Salîha Ayata dest bi vegotina mijarê kir. Salîha Ayata destpêkê Komkujiya Şengalê ya ku di 3yê Tabaxa 2014an de, ji aliyê DAÎŞê ve li Şengalê li ser civaka Êzidî hatibû pêkanîn şermezar kir û got: ’Mîhrîcan li ser çandê tên lidarxistin. Çanda me jî bi salan e di bin qirkirinê de ye. Ev qirqirin car car bi tundiya sembolîk car car jî bi tundiya çandî dimeşe. Meseleya çandê ji bo Kurdan meseleyeke pir girîng û kur e, ev sed salên dawiyê çand ji bo Kurdan li Bakûrê Kurdistanê qada xwe îfadekirinê ye. Qada xwe parastinê ye. Helbet dewletê jî li hember vê parastinê şerek meşandiye. Di vî şerî de gelek metodên tundiyê bikar aniye. Kurd tenê rastî tundiya fizîkî nayên, bi awayekî aşkere rastî tundiya sembolîk û ya çandî tên.”
‘Çand li ser mekanekî xwe heyî dike’
Piştre Nivîskar Dîlawer Zeraq wek panelîst axivî. Dîlawer Zeraq li ser têkiliya çand û mekan sekinî û got: “Çand li ser mekanekî ava dibe, tiştekî berbi çav e. Çand li ser mekanekî xwe heyî dike, ev mekan jî jo bo me Kurdistan e. Rabûn û rûniştina me irf û edetên me, muzîk û govenda me çanda me ne. Lê çanda Kurdan ne tenê ji muzîk û govendê pêk tê. Awayê fikirîna gelekî jî çanda wî gelî ye.”
‘Înkarkirina çandê faşîzma çandî bi xwe re tîne’
Dîlawer Zeraq di berdewama axaftina xwe de, da zanîn ku çanda Kurdan çandeke qedîm e û wiha pêde çû: “Çanda Kurdan ne ji ber ku tuneye tê înkarkirin, berovajî vê ji ber ku çandeke pir qerase, kur heye serdest nikarin xwe bigihînin vê astê çanda Kurdan înkar dikin. Dema hişmendiyeke demokratîk tune be mirov çandên derveyî xwe înkar dike, ev jî faşizma çandî bi xwe re tîne. Kemalîzmê di destpêkê de em wekî mirovên polîtîk, xwedî hiş, wek gel qebûl nekir. Yekî deh sal berê digot Kurd dikarin bi zimanê xwe lorîkên xwe bibêjin. Ev hişmendî hişmendiyeke kulturalîzekirinê ye.”
Panel piştî axaftina panelîstan bi beşa pirs û bersivan qediya.
Piştre li eywana Sinemayê ya Yaşam AVMê fîlma bi navê “Ûçan Kofteci” hat nîşandan.
Bernameyan sibê
Dê mîhrîcan sibê bi Dîwana Dengbêjan, konserên Koma Rengîn, Koma Agirê Zerdeşt û Cevdet Bagca berdewam bike.

















