• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
04 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li dijî bikaranîna tiryakê tedbîrên Şaredariya Farqînê

    Li dijî bikaranîna tiryakê tedbîrên Şaredariya Farqînê

    AKPê ji bo qanûna çarçoveyî bi CHPê re hevdîtin pêk anî

    AKPê ji bo qanûna çarçoveyî bi CHPê re hevdîtin pêk anî

    Li Almanyayê biryarek sosret: Dê û bav hatin dersînorkirin zarok li wir man

    Li Almanyayê biryarek sosret: Dê û bav hatin dersînorkirin zarok li wir man

    AKPê sibe bi rojeva qanûna çarçoveyî dicive

    AKPê sibe bi rojeva qanûna çarçoveyî dicive

    MKGê rapora xwe ya meha Adarê eşkere kir: 5 rojnameger girtî ne

    MKG: 5 rojnamevan û 17 hesabên medyaya dîjîtal hatin girtin

    Li Licê di şerê du malbatan de jineke ciwan hate kuştin

    Li Licê di şerê du malbatan de jineke ciwan hate kuştin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Festîvala Tetwanê bi konserek coş dest pê kir: Pêvajoya aştiyê siberoja gelê Kurd û Tirk e

Bedlîs / AW

31 TÎRMEH 2026 - 23:28
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan ku di Festîvala Tetwanê de axivî, bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got: “Em li vir bang li hikûmet û dewletê dikin; ev pêvajo siberoja gelê Kurd û Tirk e.”

Roja 1emîn a 58emîn Festîvala Çand û Hunerê ya Şaredariya Tetwanê ku bi dirûşma “Li Tetwanê çand heye, huner heye, em hene” tê lidarxistin, bi konserên Neslîhan Edîş, Şahê Bedo û Serhedo berdewam kir. Konserên ku li ber qeraxa Behra Wanê hat lidarxistin rastî eleqeyeke mezin hat û di demeke kurt de qad tije bû.

‘Tetwan di warê çand û hunerê de mînak e’

Di destpêka konseran de Hevşaredara Tetwanê Belkiza Beştaş Epozdemîr li ser navê şaredariyê xêrhatina beşdaran kir û spasiya hemû kes û saziyên ku di lidarxistina mîhrîcanê de ked dane kir. Belkiza Beştaş Epozdemîrê di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Tetwan li herêma serhedê di warê çand û hunerê de mînak e. Bi mîhrîcanên bi naverok dewlemend ji çand û hunera gelê Kurd re xizmetê dike û çand û hunera gelê Kurd diparêze.”

‘Gelê Kurd her tim li çand û zimanê xwe xwedî derket’

Dû re Heşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan ku li şûna wî qayim hatiye tayînkirin, axivî û ji bo mîhrîcanê spasiya Şaredariya Tetwanê kir. Abdullah Zeydan got: “Bi salan e çand û zimanê gelê Kurd înkar dikin û hewl didin asîmîle bikin. Le gelê Kurd jî her tim li çand û zimanê xwe xwedî derket. Ev mîhrîcanên bi vî rengî ji bo parastin û pêşxistina çand û hunerê pir girîng in. Ji ber vê hezar carî mala wan ava yên ku ked dane vê mîhrîcanê.”

‘Ev pêvajo pêşeroja gelê Kurd û Tirk e’

Abdullah Zeydan di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku gelê Kurd ji bo çand û zimanê xwe biparêze gelek bedelên giran dane û axaftina xwe wiha domand: “Ez li vê derê bejna xwe li hember kesên ku di vê oxirê de canê xwe dane ditewînim û wan bi rêzdarî bi bîr tînim. Em di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin. Rêberê Gelê Kurd Rêzdar Abdullah Ocalan di 27ê Sibata 2025an de bang Aştî û Civaka Demokratîk kir. Got em ji aştiyeke bi rûmet re amade ne, êdî bes e ev şer. Em li vir bang li hikumet û dewletê dikin; ev pêvajo pêşeroja gelê Kurd û Tirk e. Divê dewlet vê pêvajoyê heba neke û gavên pêwîst bavêje. Em hêvîdar in ev mîhrîcan bibe wesîleya aştî azadiyê, bibe wesîleya azadiya birêz Abdullah Ocalan û hemû hevalên me yên di zindanan de.”

Piştî axaftinan stranbêj Neslîhan Edîş derket ser dikê û bi stranên xwe qada konserê coşand. Piştre Şahê Bedo stranên xwe ji bo guhdaran got. Herî dawî jî rapbêj Serhedo derket ser dikê û ji guhdaran re stranên xwe sitrî.

Bernameya sibê

Bi konsera Serhedo roja yekemîn ya mîhrîcanê bi dawî bû.

Wê mîhrîcan sibê bi pêşengeha wêneyan, şano û konsera stranbêj Rûken Yilmaz, Mehmet Atli û Koma Agirê Jiyan bidome.

Etîket: çandhunerkonserKurdMîhrîcana Tetwanê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Di Mîhrîcana Tetwanê de zarok têra dilê xwe kêfxweş bûn

2 TEBAX 2026
Mîhrîcana Tetwanê: Koma Agirê Jiyan cara ewil li Tetwanê bû 

Mîhrîcana Tetwanê: Koma Agirê Jiyan cara ewil li Tetwanê bû 

1 TEBAX 2026
Konsera Atolyeya Muzîkê ya Gerok li gundê Zoravayê bû

Konsera Atolyeya Muzîkê ya Gerok li gundê Zoravayê bû

1 TEBAX 2026
Mîhrîcana Tetwanê bi pêşengeh û şanoyê berdewam dike

Mîhrîcana Tetwanê bi pêşengeh û şanoyê berdewam dike

1 TEBAX 2026
Hem hîn bûn û hem jî konser li dar xistin

Hem hîn bûn û hem jî konser li dar xistin

1 TEBAX 2026
Festîvala Depê bi dîwana dengbêjan dest pê kir

Festîvala Depê bi dîwana dengbêjan dest pê kir

31 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • AKPê pêşnûme neda, DEM Partiyê jî helwesta AKPê red kir

    AKPê pêşnûme neda, DEM Partiyê jî helwesta AKPê red kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyeta Îmraliyê çû Girava Îmraliyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Pirtûka ‘Pênûs Giriya’ der çû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Avêtina gavê ji bo 86 mîlyon kesî xizmeteke mezin e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tayîp Temel bersiv da ‘tirsa’ rayedarên AKPê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li ser qanûna çarçoveyî nîqaşên dawî: Çaverê ye pêşnûme bê Meclisê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo gora lawê xwe bibîne ji Fransayê hate Şirnexê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li gelek bajaran Komkujiya Şengalê hate şermezarkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê Basrî Firat hat veşartin: Tu carî li ber zilmê serî netewand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Li gel pêvajoyê talana xwezayê jî zêdetir bû’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne