Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, promiyera lîstika “Serpêhatiya Nîkoyê Şilbik” a ku îluzyon û nîşandanên peqpeqokan tîne cem hev, li Çand Amedê li dar xist.
Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, promiyera lîstika bi navê “Serpêhatiya Nîkoyê Şilbik” li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê li dar xist. Lîstika ku derhêneriya wê Elvan Koçer dike û Mehmet Veysî Yoldaş nivîsandiye û dilîze, bi îluzyon û nîşandanên peqpeqokên rengîn hat pêşandan.
Çîroka hevaltî û parvekirinê
Di lîstikê de çîroka îluzyonîst Nîko ku ji bo bigihêje sîrka mezin a li Welatê Keskesorê tê îstasyona trênê, lê ji ber xemsariya xwe ji trênê dimîne, tê vegotin. Nîko bi piştgiriya zarok û temaşevanan dest bi nîşandana xwe dike û xwe li Welatê Peqpeqokan ê fantastîk dibîne.
Di lîstikê de bi rêya îluzyon û peqpeqokên rengîn, bal dikişîne ser girîngiya hevaltî û parvekirinê.





















