• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
09 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Fûad Husên: Hewlêr bi zêdetirî 70 drone û mûşekan hatiye hedefgirtin

    Bi dronan êrişî herêma Xebatê ya Hewlêrê kirin

    Yûsûfoglû: Sekna Rêber Apo ya li Îmraliyê komplo vala derxist

    Yûsûfoglû: Sekna Rêber Apo ya li Îmraliyê komplo vala derxist

    Heyeta Îmraliyê bi heyeta AKPê re civiya

    Heyeta Îmraliyê bi heyeta AKPê re civiya

    Li Stenbolê avahiyek hilweşiya: 2 kes mirin

    Li Stenbolê avahiyek hilweşiya: 2 kes mirin

    DFG: Hezaran rojnamegerên jin mîrateya Gurbeteliyê dewr digirin

    DFG: Hezaran rojnamegerên jin mîrateya Gurbeteliyê dewr digirin

    Parastina bi agir: Hûn nikarin roja me tarî bikin

    Parastina bi agir: Hûn nikarin roja me tarî bikin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li Stenbolê bîranîna cangoriyan: Em ê wek şehîdan têkoşînê bilind bikin

Stenbol / AW

23 TEBAX 2026 - 14:24
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Li Stenbolê bi pêşengiya MEBYA-DERê li navçeyên Baxcilar û Sancaktepeyê ji bo cangoriyên Kurdistanê bernameya biranînê tê lidarxistin. Siyasetmedar Ardil Çeşme diyar kir ku dema ku ew tev li rêxistinê bûn, dizaniyan ku li pêşiya wan şehîdbûyîn û girtîgeh heye û wiha got: “Lê dîsa jî em tevlibûn. Em deyndarê şehîdan in. Em li ku bûn, em jin, mêr û zarok jî bin divê layiqê wan şehîdan bibin.”

Bi pêşengiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Stenbolê ji bo cangoriyên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê yên di dem û cihên cuda de jiyana xwe ji dest dane, li navçeyên Baxcilar û Sancaktepeyê bernameya bîranînê tê lidarxistin. Malbatên cangoriyan, sekreteryayê Îmraliyê Veysî Aktaş, Hevserokê DBP Keskîn Bayindir, Dayikên Aştiyê, aktivîstên TJAyê, parlamenterên DEM Partiyê, endam û reveberên partiyên siyasî û nûnerên saziyên civakî tev li bernameyê bûn.

Bername ji bo cangoriyan deqîqeyekî rezgirtinê dest pê kir. Di eywana ku bîranîn tê lidarxistin de di ser maseyan de wêneyên cangoriyan, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û qerenfîl û find hatin danîn. Li eywanê pankartên “Em şehîden rûmetê bi bîr tînin”, “Şehîdên me rûmeta me ne”, “Têkoşîna wan rêya me ronî dike” û “Şehîd Namirin” hatin daliqandin.

Piştî rêzgirtinê sînevîzyon hate temaşekirin.

‘Heta ku em roja xwe ronî bikin, em azad nabin têkoşîn jî bi dawî nabe’

Piştî temaşekirina sînevîzyonê Ardil Çeşme ya ku piştî 31 salan ji girtîgehê derketibû axivî. Ardil Çeşme diyar kir ku bi saya şehîdan ew li vir in û wiha got: “Dema em tev li rêxistinê bûn, me dizanî li pêşiya me şehîdbûyîn û girtîgeh heye. Lê dîsa jî em tevlibûn. Em deyndarê şehîdan in. Em li ku bûn, em jin, mêr û zarok jî bin divê layiqê wan şehîdan bibin. Heta ku Kurd hebin dê rêya me jî hebe. Em dibêjin şehîd namirin. Ji ber ku şehîd herdem li gel me ne. Heta ku em roja xwe ronî bikin, em azad nabin têkoşîn jî bi dawî nabe.”

‘Heta dawiyê em ê li ser şopa şehîdan bin’

Sekreteryayê Îmraliyê Veysî Altaş jî anî ziman ku rast e rojekî giran e lê ev dîroka wan e û wiha axivî: “Serokatî dixwaze vê dîrokê biguherîne. Pêşketin heye, Serok û artêş heye. Em hevalên Serokatî ne lê em nîvco ne lê şehîd tam in. Em şehîdan ji bîr nakin. Heta dawiyê em ê li ser şopa şehîdan bin.”

‘Em soz didin ku wekî şehîdan têkoşînê bilind bikin’

Hevserokê Giştî ya DBPê Keskîn Bayindir destnîşan kir ku îro şehîdan bi dil û can bi bîr tînin û wiha got: “Îro em baweriya xwe nû dikin. Em dizanin li her derê Kurdistanê xemginî heye. Lê ev ne şîn e, bawerî parvekirin e. Em soz didin ku wekî şehîdan têkoşînê bilind bikin.”

Bername berdewam dike.

Etîket: bîranîna şehîdanMEBYA-DER
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Dêrikê ji bo cangoriyên tevgera azadiyê merasîma bîranînê

Li Dêrikê ji bo cangoriyên tevgera azadiyê merasîma bîranînê

6 COTMEH 2026
Bi girseyî serdana şîna Delîl Nergîs kirin

Bi girseyî serdana şîna Delîl Nergîs kirin

4 COTMEH 2026
Cenazeyê Mevlût Elver li Goristana Xaçortê hat veşartin

Cenazeyê Mevlût Elver li Goristana Xaçortê hat veşartin

1 COTMEH 2026
MEBYA-DERa Êlihê Riza Altûn û şehîdên meha îlonê bi bîr anî

MEBYA-DERa Êlihê Riza Altûn û şehîdên meha îlonê bi bîr anî

30 ÎLON 2026
Li Stenbolê şehîdên têkoşîna azadiyê hatin bibîranîn

Li Stenbolê şehîdên têkoşîna azadiyê hatin bibîranîn

20 ÎLON 2026
Sekna azadiyê, serbilindî û evîna Kurdistanê

Sekna azadiyê, serbilindî û evîna Kurdistanê

14 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Komploya Navneteweyî ya 9ê Cotmehê
    Li hemberê xefikê, parastina Komara Demokratîk

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne