Li Geverê şîna şehîdan di roja duyemîn de bi tevlibûna bi hezaran kesan didome.
Bi pêşengiya Komeleya Yekitî, Çand, Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Colemêrgê şîna ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê yên di dem û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane li Eywana Dawet û Konferansê ya li taxa Gungorê ya navçeya Geverê ya Colemêrgê roja duyemîn de bi tevlîbûna bi hezar welatiyan berdewam dike. Di şînê de peyamên ji bo sersaxiyê yên malbatên ji derveyê Kurdistanê û peyamên Dayikên Aştiyê yên Amedê, Tetwanê û Batmanê hatin xwendin.
Şîn bi tevlibûna bi hezar welatiyan û dia xwendinê berdewam dike.

















