• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
31 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Leşkerên Tirk li ser sînor îşkence li 3 jinan kirin

    Leşkerên Tirk li ser sînor îşkence li 3 jinan kirin

    Rejîma Îranê 9 sal cezayê girtîgehê li mamosteyê zanîngehê birî

    Rejîma Îranê 9 sal cezayê girtîgehê li mamosteyê zanîngehê birî

    13emîn Xelatên Helbestê ya Arjen Arî bi merasîmekê hate dayîn

    13emîn Xelatên Helbestê ya Arjen Arî bi merasîmekê hate dayîn

    ‘1ê Mijdarê semboleke cîhanî ye’

    ‘1ê Mijdarê semboleke cîhanî ye’

    Helbestvan Tekîn Agacik radestî Tirkiyeyê hat kirin

    Helbestvan Tekîn Agacik radestî Tirkiyeyê hat kirin

    Arjen Arî li ser gora xwe hat bibîranîn

    Arjen Arî li ser gora xwe hat bibîranîn

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Leşkerên Tirk li ser sînor îşkence li 3 jinan kirin

    Leşkerên Tirk li ser sînor îşkence li 3 jinan kirin

    Rejîma Îranê 9 sal cezayê girtîgehê li mamosteyê zanîngehê birî

    Rejîma Îranê 9 sal cezayê girtîgehê li mamosteyê zanîngehê birî

    13emîn Xelatên Helbestê ya Arjen Arî bi merasîmekê hate dayîn

    13emîn Xelatên Helbestê ya Arjen Arî bi merasîmekê hate dayîn

    ‘1ê Mijdarê semboleke cîhanî ye’

    ‘1ê Mijdarê semboleke cîhanî ye’

    Helbestvan Tekîn Agacik radestî Tirkiyeyê hat kirin

    Helbestvan Tekîn Agacik radestî Tirkiyeyê hat kirin

    Arjen Arî li ser gora xwe hat bibîranîn

    Arjen Arî li ser gora xwe hat bibîranîn

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li ber wezaretê daxwaza perwerdehiya bi zimanê Kurdî kirin

Enqere / AW

15 ÎLON 2026 - 18:25
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
ANKA-DERê bi mabesta serdema nû ya perwerdehiyê li ber Wezareta Perwerdehiyê daxwaza perwerdehiya bi zimanê Kurdî kir û xwest astengiyên li pêşya perwerdehiya bi zimanê Kurdî bên rakirin.

Komeleya Ziman, Çand û Hunerê ya Ankayê (ANKA-DER), bi mabesta serdema nû ya perwerdehiyê bi daxwaza perwerdehiya fermî ya zimanê Kurdî li ber Wezareta Perwerdehiyê daxuyanî da. Beriya daxuyaniyê girse li Parka Guvenê kom bûn û xwestin ber bi wezaretê ve bimeşin. Polîsan xwest girseyê asteng bike û li ser vê yekê di navbera girse û polîsan de gengaşeyek çêbû. Piştî gengeşiyê girse ji Parka Guvenê heta wezaretê meşiyan.

Endam û nûnerên partî, sazî û rêxistinên civakî jî tevli daxuyaniyê bûn. Girseyê li ber wezaretê pankarta li ser, “Statuya Kurdî, Perwerdehiya Kurdî” û dovîzên li ser, “Zimanê me hebûna me ye” û “Bê ziman jiyan nabe” û “Statuya Kurdî” dinivisî rakirin. Her wiha girseyê dirûşmeyên, “Zimanê me rûmeta me ye” û “Bê ziman aştî nabe” berz kirin.

‘Ferzkirina perwerdeya bêyî zimanê dayikê binpêkirina mafê mirovahiyê ye’

Metna daxuyaniyê ji aliyê Rêveberê ANKA-DERê Dogan Şenses ve hat xwendin. Şenses anî ziman ku di serdema nû ya perwerdehiyê de bi milyonan zarokên Kurd ji perwerdehiya bi zimanê dayikê bêpar dimînin û got: ” Em; saziyên zimên, kedkarên perwerdehiyê, rêxistinên civaka sivîl û pêkhateyên ku li ser bingeha mafan tevdigerin, careke din diqîrin ku zimanê zikmakî ne lûtûfek an jî îmtiyazek e, di serî de mafê mirovan ê bingehîn ê ku ji dayikbûnê ve tê ye. Ji bo vê jî ferzkirina perwerdeya bêyî zimanê dayikê binpêkirina mafê mirovahiyê ye. Ziman, ne tenê amûrekî ragihandinê ye. Ziman hebûna herî bingehînê ku dîrok, çand, êş, şahî û bîra kolektîf a gelan digihîne roja îro û pêşerojê. Perwerdebûna zarokekî bi zimanê xwe yê zikmakî, ji bo geşedana wî ya derûnî, hişî û nasnameyî ferziyeke jiyanî ye. Perwerdehiyeke bêyî zimanê zikmakî ji bilî ku pêbaweriya zarokan dişkîne, bingeha aştî û aramiya civakî jî diqelişîne. Ew yek jî dibe sedem ku zarok di nav aloziyeke derûnî û civakî de mezin bibin. Divê êdî zarokên me di welatekî aram de bi avayekî bixwebawer û li ser çand û zimanê xwe mezin bibin. Zimanê me rûmeta me ye, parastina wî jî erka me ya herî bi rûmet e.”

‘Têkoşîna zimanê zikmakî mafekî gerdûnî ye’

Şenses di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de pêşerojeke hevpar bi hemwelatiya wekhev pêkan e û wiha axivî: “Bi vê minasebetê; em di serî de Meclisê, hemû saziyên îdarî, siyasî û civakî, rayedarên perwerdehiyê û raya giştî ya hestiyar vedixwazin ku berpirsiyariyeke dîrokî ji bo perwerdeya bi zimanê zikmakî bigirin ser xwe. Em ê pêşerojeke ku zarokên me bi zimanê xwe, bi nasnameya xwe bi awayekî azad bixwînin û perwerdeyê bibînin bi hev re ava bikin! Hewldanên Sînordarkirina Perwerdeya Bi Zimanê Zikmakî ya li Rojava Naye Qebûlkirin! Têkoşîna zimanê zikmakî mafekî gerdûnî ye ku sînorên erdnîgariyê derbas dike. Di dema dawî de, li Rojava li şûna ku perwerdehiya bi zimanê kurdî ya ku 12-13 sal in di hemû qadan de ji dibistana seretayî heta zanîngehê bi awayekî bêkêmasî tê rêvebirin, xwestina sînordarkirina wê di hefteyê de tenê bi 3 saetan bijarteyî, nayê pejirandin. Em têkoşîna gelê me yê Rojava yê  Perwerdehiya bi zimanê zikmakî silav dikin û ala têkoşîna perwerdehiya bi zimanê zikmakî li Bakur jî bilind dikin.”

‘Divê tu astengî li pêşiya pêşvebirina çand û hunera kurdî neyên danîn’

Di dawiya axaftina xwe de Şenses bi lêv kir ku perwerdehiya bi zimanê Kurdî bi dersên bijartê nabe û divê perwerdehiya bi zimanê dayikê pêk were û wiha bi dawî kir: “Zimanê Kurdî ne zimanekî bijarte ye. Em ji bo zimanê Kurdî statûyeke wekhev û bingehîn dixwazin. Dersên bijarte yên hefteyê çend saetên ku wekî makyajekê ji bo polîtîkayên asîmîlasyonê yên ku bi salan e tên meşandin tên bikaranîn, ji bersivdayîna daxwaza zimanê zikmakî ya gelê me pir dûr in. Ji xeynî hewldana veşartina talankirina mafan tu wateyeke din ya vê nezîkatiyê nîn e. Lewma em bi dengekî bilind tînin ziman: Zimanên zikmakî yên ku li vê erdnîgariyê tên axaftin, di serî de kurdî; divê ji pêşdibistanê heta zanîngehê di hemû qadên jiyana giştî û di hemû astên perwerdehiyê de bi statûya wekhev bibin zimanê sereke yê hînkirin. Rêziknameyên yasayî yên înkarker û tekperest divê demildest bên rakirin, bernameyên perwerdehiyê divê li gorî pêkhateyeke pirzimanî, pirçandî û demokratîk bên avakirin. Perwerdehiya piralî û azad ku bingeha jiyaneke bi rûmet e, mafê her zarokî ye; divê tu astengî li pêşiya pêşvebirina çand û hunera Kurdî neyên danîn.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Leşkerên Tirk li ser sînor îşkence li 3 jinan kirin

Leşkerên Tirk li ser sînor îşkence li 3 jinan kirin

30 COTMEH 2026
Delîl Dîlanar li Amedê konsereke biheybet da

Delîl Dîlanar li Amedê konsereke biheybet da

30 COTMEH 2026
Rejîma Îranê 9 sal cezayê girtîgehê li mamosteyê zanîngehê birî

Rejîma Îranê 9 sal cezayê girtîgehê li mamosteyê zanîngehê birî

30 COTMEH 2026
13emîn Xelatên Helbestê ya Arjen Arî bi merasîmekê hate dayîn

13emîn Xelatên Helbestê ya Arjen Arî bi merasîmekê hate dayîn

30 COTMEH 2026
Nobeta li dijî JESê di roja 180an de didome

Nobeta li dijî JESê di roja 180an de didome

30 COTMEH 2026
‘1ê Mijdarê semboleke cîhanî ye’

‘1ê Mijdarê semboleke cîhanî ye’

30 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Bûlamê bi jinan re civiya

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Nivîskar Şêrwî: Ez dixwazim li ser wêjeya Kurdî pirsan li Ocalan bikim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Encamnameya Înîsiyatîfa Demokratîk: Divê aştî neyê paşguhkirin û statuya Ocalan bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Fermandarê YBŞê: Entegrasyon ne teslîmbûn e, serkeftinek e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Xwezaya Kurdistanê bêhempa ye berhemên wê derman in’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne