Ji kujerên doza Nîzamettîn Kalkan, Şerafettîn Bayam li Almanya hat binçavkirin.
Şerafettîn Bayam ê ku ji kuştina doza Nîzamettîn tê darizandin li Almanyayê hate binçavkirin. Di danişîna dawî de ji aliyê heyeta dadgehê ve ji bo Şerafettîn Bayam biryara girtina bi lez hatibû derxistin û piştî vê biryarê Şerafettîn Bayam li Almanyayê hat binçavkirin.
Li gor agahiyên hatine bidestxistin rayedarên têkildar ên Almanyayê dê di rojên pêş de bi rêyên fermî Şerafettîn Bayan bişînin Tirkiyeyê.
Çi bibû?
Birayê Serokê AKPê ya Cizîra Şirnexê yê berê Cîhan Guven ê bi navê Tahîr Guven di 4ê Kanûna 2021an di encama êrîşeke çekdarî de hate kuştin. Wezîrê Karên Navxwe yê demê Suleyman Soylû piştî êrîşê li Desteya Giştî ya Meclîsê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kiribû hedef û endamê Meclîsa Ciwanan a HDPê Mehmet Mîraç Dînç weke berpirsyarê êrîşê hedef nîşan dabû. Piştî gotina Soylu Mehmet Mîraç Dînç di 7ê Kanûna 2021an de hate binçavkirin û girtin. Emîn Kalkan jî di 5ê Kanûna 2021an de hate binçavkirin û di 8ê Kanûna 2021an de hate girtin.
Piştî hedef nîşandana Suleyman Soylû kesên nasnameya wan nediyar ku nêzî malbata Tahîr Guven bûn li ser vê bûyerê di 20ê Gulana 2022yan de li navenda Cizîrê bi çekan êrişî Nîzamettîn Kalkan û Asim Demîr kirin. Di encama êrişê de Nîzamettîn Kalkan jiyana xwe ji dest da û Asim Demîr jî birîndar bû. Bariş Şenol, Metîn Karaarslan, Rizan Bakir û Ejder Karadaş ku ji ber êrişê û bi sûcdariya tetîkkêşiyê hatibûn girtin hê jî girtî ne. Dogan Guven, Ferzen Guven û Mesût Guven jî bi awayekî negirtî tên darizandin. Derbarê Îsmaîl Yavûz û Şerafettîn Bayam de ku reviyane derveyî welat biryara girtinê û bultena sor hebû.








