Komeleya Aştiyê ya 10ê Cotmehê di meha 131an ya Komkujiya Garê ya Enqereyê de li cihê komkujiyê çalakî li dar xist û diyar kir ku di 25ê Cotmehê de danişîna dozê heye û xwest hemû sûcdar bên cezakirin.
Komeleya Aştiyê ya 10ê Cotmehê, di meha 131an a Komkujiya Garê ya Enqereyê de ji bo bîranîna qûrbaniyan li cihê komkujiyê daxuyanî da. Endamên komeleyê û malbatên qurbaniyan tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta wêneyên qurbaniyan hate rakirin û dirûşmeyên, “10ê Cotmehê bîr neke, nede jibîrkirin”, “Aştî a niha” û “Rojek were wê kujer hesap bidin” berz kirin. Daxuyanî ji bo bîranîna qurbaniyan bi deqeyek rêzgirtine dest pê kir.

’Divê hemû berpisyar bên darizandin’
Hevberdevkê Komelayê Îshak Kocabiyik di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku girtina hin berpirsên komkujiyê girîng e lê divê hemû berpis bên girtin û wiha got: “Ev 11 sal in êşa me bi dawî nebûye, weke roja ewil taze ye. Beriya niha jî ji bo ku pêdîviya me bi aştiyê hebû em hatin vê qadê. Me 104 hevalên xwe li vir winda kir. Ji wê rojê heta îro em têkoşîna aştiyê didomînin. Ji bo adalet pêk were em têkoşîna xwe didomînin. Lê rêyadar û berpirsiyar daxwazên me nabihîzin. Edalet pêk naye. Di 25ê vê mehê de danişîna dozê heye. Di meha Hezîranê de bersûcê ve komkujiyê Omer Denîz Dundar hat darizandin. Yek jî sûcdarê vê komkujiyê Savaş Yildiz jî li Iraqê hat girtin û anîn vir. Ew kes ne tenê berpirsê vê komkujiyê ye di heman demê de berpirsê Komkujiya Pirsûs û û bombekirina mitînga HDPê ya Amedê ye jî. Serpêhatiya 11 salan a dozê baweriya me ya bi reyadaran nehiştiye. Ew kes hin jî weke ‘ciwanên bi hêrs’ tên dîtin. Girtina wan fîraran geşadanên erênî ne. Niha pêvajoyek aştiyê heye. Baweriya me bi vê pêvajoyê heye. Xirabûna pêvajoya 2015an ji bo pêvajoya îro gumanan bi me re çêdike. Divê sûcdar hem di warê siyasî de û hem jî yên ku ev komkujî plan kirine hemû bên darizandin.”
Banga beşdariya danişîna dozê ya di 25ê Îlonê de jî hate kirin û çalakî bi dawî bû.











