Piştî Lûtkeya NATOyê di Serokatiya Serokkomar Tayîp Erdogan de Kabîneya Serokkomariyê îro dê bicive. Di civînê de yek ji rojevên bên nîqaşkirin pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e.
Bi Serokatiya Serokkomar Tayîp Erdogan kabîneya Serokkomariyê îro li Qasra Serokkomariyê dê bicive. Kabîne dê piştî Lûtkeya NATOyê civîna xwe ya yekêm pêk bînê û tê payîn ku dê encamên Lûtkeya NATOyê û biryarên hatinê girtin, tekiliyên Tirkiye û Amerîkayê û geşedanên dawî, danekirinên CAATSAyê û F-35, Tengava Hurmuzê û geşedanên dawî yên li Îranê, gavên ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk divê bên avetin û geşedanên dawî yên aboriyê bên nîqaşkirin.













