Kovara wêjeyî, çandî û hunerî Nûbihar, bi jimara xwe ya 176an bi naverokeke dewlemend û pirreng derket pêşberî xwendevanên Kurdî.
Kovara Nûbiharê bi jimara xwe ya 176an gihîşt ber destê xwîneran. Nûgihar kovarek wêjeyî, çandî û hunerî ye.
Editoriya kovara Nûbiharê di nivîsa xwe ya destpêkê de diyar dike ku ew di her jimarê de hewl didin cih bidin nivîskarên nû û ciwan, da ku rûpelên kovarê ji bo wan bibin qada tecrûbe û pêşketinê. Kovara ku di vê jimarê de bi formata serbest derket xwendevanên xwe, berhemên girîng di warê lêkolîn, helbest, çîrok û wergerê de dihewîne.
Di jimara 176an de naverok û lêkolînên berbiçav:
* Qelemname di Wêjeyê de: M. Zahir Ertekin mijara “Qelemname” ku di wêjeya klasîk de cûreyekî taybet ê diyaloga bi qelemê re ye, di edebiyata Kurmancî (6 nimûne) û Soranî (8 nimûne) de vekolandiye.
* Ahenga Xweda: Mustafa Ertaş di nivîsa xwe de bala xwe daye ser ahenga nizamê; ew destpêkê ji Quranê û paşê jî ji Dîwana Melayê Cizîrî nimûneyan dide û îzah dike.
* Nivîskarekî Nenas: Îbrahîm Bulak, di nivîsa xwe ya “Li pey nav û nivîskarekî nenas” de balê dikişîne ser jiyan û keda Mehmet Bor (Huseyin Saritaş) ku di salên 1960î de di kovarên li Ewropayê de nivîsandiye.
* Alim û Şexsiyet: Bedirhan Epözdemir li ser jiyan û kesayetiya xêrxwaz a Seydayê Mela Ebdulsemed (1910-2001) nivîsandiye.
* Dîrok û Berxwedan: Nihat Gültekin di salvegera 100î ya Berxwedana Agiriyê de jiyana Rabîa Xanimê ku hevjîna Biroyê Heskê Telî ye û beşdarî berxwedanê bûye, ronî dike.
* Kolonyalîzm û Xwebarastin: Mustafa Gökkan tevgera Négritude û damezirînerê wê Aimé Césaire raber dike; Solîn Peyman jî di nivîsa “Kolonyalîzm û Berxwedana Miletekî” de li ser nirxên xwebarastina milletekî nîqaşê dike.
* Hevpeyvîna Mehê: Salih Kevirbirî di vê jimarê de hevpeyvînek bi Serokê Federasyona Kurdên Sovyeta Berê, Şêx Remezanê Seyîd re encam daye.
Wekî din, lêkolîn, çîrok û wergerên nivîskaran ên wekî Mehmet Bor, Felat Dilgeş, Sabri Akbel, Osman Aytar, Rojbîn Ozkan, Ayşegul Kızılkaya, Faik Ocal, Miradxan Şemzînî, Dildar Zeynel, Abdulaziz Kan, Xelîl Duhokî û Lokman Polat di kovarê de cih digirin.
Cîhana Helbestê
Jimara 176an di warê helbest û wergerên helbestan de jî gelek dewlemend e. Berken Bereh, Hafizê Şîrazî (werger: Hayrullah Acar), Robert Frost (werger: Rizgar Elegez), Esra Sadıkoğlu, Sidîq Gorican, Îrfan Amîda, Kevok Mizgîn, Xelîl Îbrahîm Banûkî, Merve Şivan, Kevnarî, Xewneroje, Amîne Pîrozxan, Cahit Zarifoğlu (werger: Şahin Eroğlu), Bamed Serdar, MKU Zirkîbeşîran, Hiwa Kadir (werger: Dilovan Alî) û Doğan Sancak bi helbestên xwe reng dane rûpelên kovarê.
Kovara Nûbiharê diyar dike ku di jimarên dahatû de dê bi dosyeyên nû û mijarên taybet ên dewlemendtir derkevin ber destê xwendevanên xwe.









