Wan – Rojnamegerî yek ji rêbaza têkoşînê ye ku nahêle heqîqet, rastî ,ronahî di taritiyê de bimîne. Yek ji rêbazê rêxistinkirin û belavkirina heqîqetê ye. Di Çapemeniya Azad de ev rêgez bi bedelên giran heta niha pêk hatine. Yek ji wan rojnamegeran jî ku ev rêgez ji xwe re weke rêgezên pîşeyî û jiyanî esas girt û di vê oxirê de tev li karwanê nemiran bû jî Ayfer Serçe ye.
Rojnamegerî tenê ne pîşeyeke, ew rêbazekî têkoşîna heqîqet, xwenasîn û azadiyê ye. Rojnamegerî her tim şopdariya rastiyan dike, fedekarî û xetereyên mezin li ber çavan digire û hewcedariyek e. Rojnamegerî yek ji rêbaza têkoşînê ye ku nahêle heqîqet, rastî ,ronahî di taritiyê de bimîne. Yek ji rêbaza rêxistinkirin û belavkirina heqîqetê ye. Di Çapemeniya Azad de ev rêgez bi bedelên giran heta niha pêk hatine. Yek ji wan rojnamegerên ku ev rêgez ji xwe re wek rêgezên pîşeyî û jiyanî esas girtin û di vê oxirê de tev li karwanê cangoriyan bû jî Ayfer Serçe ye.
“Lêgerîna rastiyê dijwar e, lê nivîsandina wê cesaret dixwaze. Çarenûsa rojnamegerkî/ê ew e ku her duyan di heman demê de hilgire ser milê xwe.” Dema meriv li vê hevokê jî dinêre azweriya Ayfer Serçe ya ji bo rojnamegeriyê tîne bîra mirov. Yek ji lêgerînera heqîqetê ku li gorî vê rastiyê heta dawiya emrê xwe tevgeriya jî Ayfer Serçe bû.
Ayfer Serçe di sala 1974an de li navçeya Wêranşarê ya Rihayê ji dayik dibe. Di salên lîseyê de di radyoya bi navê Karacadag de weke pêşkêşvan xebitî. Piştre ji bo dersxaneyê çû Edeneyê û Mêrsînê; piştî vê pêvajoyê, wê mafê xwendina dibistaneke bilind a dusalî bi dest xist. Lê dema ku ji bo qeydkirinê çû wê derê, bi ramanê ku ew der ji bo xwendinê ne guncav e û piştî ku demekê bi birayê xwe re nîqaş kir, dev ji qeydkirinê berda û vegeriya.
Piştre derbasî Beşa Rêveberiya Karsaziyê ya Zaningeha Çukurovayê bû. Ayfer Serçeyê piştî ku du salan li vir xwend, di sala 1998an de hîn çalaktir tev li têkoşîna jinên Kurd bû.
Rêwîtiya Rojnamegeriyê
Rêwitiya Ayfer Serçeyê ya rojnamegeriyê, di destpêka salên 2000î de di Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê (MHA) de dest pê dike. Piştî ku di sala 2005an de MHA ji hêla dewletê ve hat girtin, di heman salê de bû nûçegihana Ermenistanê ya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF). Sê salan li Ermenistanê ma û piştre derbasî Herêma Kurdistanê ya Federal bû.
Ayfer Serçeyê pir dixwest ku ajanseke tenê aîdî jinan hebe. Ev daxwaz û xeyala Ayferê di 8ê Adara sala 2012an de bi vekirina JINHAyê pêk hat. Şopdar û rêhevalên wê niha jî bi JIN NEWS, JIN TV, NÛJINHA, NEWAYA JIN têkoşina wê ya li dijî serdestî hişmendiya baviksalar didomînin.
Têkoşîna ji bo jinan
Piştre bi armanca lêkolînkirina xwekuştina jinan a ku li bajarên wekî Urmiye û Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê zêde bûbû, derbasî wan herêman bû.
Qetilkirin û cenazeyê wê
Ayfer, piştî xebateke sê hefteyan ya li ser xwekuştina jinan, di navbera 19 û 23yê Tîrmeha 2006an de li devera Kelareşê ya li ser sînorê Tirkiye-Îranê di kemîneke artêşa Îranê de hat qetilkirin.
Rêxistinên mafên mirovan, rêxistinên rojnmegeran û malbata Ayfer Serçeyê xwest ku cenazeyê wê ji Îranê bê girtin û bînin cihê jidayikbûna wê Wêranşarê; lê rayedarên Îranê cenaze nedan û her weha di derheqê qetilkirina wê de heta niha tu daxuyaniyeke fermî jî nedan.








