Hesabê Instagramê yê ajansa me ji aliyê rêveberiya platformê ve beyî ku sedemekê nîşan bidin hate girtin.
Ajansa me ku rojeva Kurdistanê û cîhanê bi weşangeriyeke serbixwe û bi zimanê Kurdî ji xwînerên xwe re radigihîne, li ser medyaya dîjîtal bi astengiyan re rû bi rû ye. Piştî astengkirina hesabê me yê Xê niha jî hesabê me yê Instagramê jî bêyî hişyariyekê ji aliyê rêveberiya platformê ve hat girtin.
Heta niha derbarê sedema girtina hesabê de ji aliyê rêveberiya Instagramê ve ti daxuyaniyek nehatiye dayîn. Hêjayî bi bîr xistinê ye ku di 1ê Tîrmehê de malpera ajansa me ya bi navê “www.ajansawelat.com” û hesabê ajansa me û rojnameya Azadiya Welat û gelek hesabên çapemeniyê yên Xyê hatibûn astengkirin.
Di demên dawî de zêdebûna astengkirin û girtina hesabên saziyên çapemeniya Kurdî yên li ser platformên dîjîtal balê dikişîne. Ajansa me niha bi malpera “www.ajansawelat1.comê” weşana xwe didomîne.









