Ciwanan li Amedê astengiya hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re şermezar kir. Ciwanan pankarta “An Serok Apo dê bê Amedê, An Serok Apo dê bê Amedê” daliqandin û fîşekên hewayî teqandin.
Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê di 24ê Gulanê de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribû. Ji wê rojê ve ango 51 roj in hevdîtin nayê kirin û rewşeke tecrîdê heye. Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Amedê ji bo astengiya hevdîtina bi Rêberê Gêlê Kurd Abdullah Ocalan re li serbihurek li ser rêya Rêhayê posterê mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankarta ku li ser “An Serok Apo dê bê Amedê, An Serok Apo dê bê Amedê” dinivîsî hate daliqandin. Ciwanan li ser serbihurê fîşekên hewayî jî teqandin û dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir.














