• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bakirhan: Ji bo ku ev pêvajo baş bimeşe divê pêkanîna qeyiman bê bidawîkirin

Amed / AW

26 SIBAT 2026 - 18:22
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevserokê DEM Partiyê yê Giştî Tûncer Bakirhan ku li Amedê derbarê qeyiman de axivî wiha got: “Di vê pêvajoya nû ku em ketinê de ji bo ku ev pêvajo baş bimeşe divê êdî pêkanînên qeyiman bên bidawîkirin. Mirov êdî li benda gavên şênber in.”

Li Amedê bi tevlibûna Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Giştî Tûncer Bakirhan bi dirûşma “Em xwedî li vîna xwe derdikevin û li dijî pêkanînên qeyiman dengê xwe bilind dikin” li ber deriyê avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê daxuyanî hate dayîn. Rêveber û Hevşaredarên DEM Partiyê yên hemû bajêr û navçeyan tev li daxuyaniyê bûn. Hevşaredarên ku qeyim tayînî şûna wan hatine kirin jî tev li daxuyaniyê bûn.

‘Qeyim ji bo vî welatî cihê şermê ne’

Bakirhan da zanîn ku ji sala 1999an ve tecrubeya wan a şaredariyan heye û behsa xebat û projeyên xwe kir. Bakirhan bal kişand ser civîna partiya xwe ya bi hevşaredaran re û wiha got: “Em têkildarî qeyim axivîn. Şaredariyên me bi awayekî nelirê tên bi rê ve birin. Ez behsa şaredariyên ku qeyim bi rê ve dibin nakim. Çapemeniyê şahidiniya gelek tiştan kir. Êdî ev qeyim ji bo vî welatî cihê şermê ne. Divê ev şerm ji holê bê rakirin. Divê ev xespa vînê bi dawî bibe.”

‘Di pêvajoyeke ku qeyim nebin de em ê ji gelê xwe re xizmetên baştir bikin’

Tûncer Bakirhan destnîşan kir ku divê di pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” de şaredarî radestî nûnerên gel ên rast bê kirin. Bakirhan navê hevşaredarên ku qeyim tayînî şûna wan hatine kirin yek bi yek got û anî ziman ku divê 13 hevşaredar vegerin ser karê xwe. Di vê mijarê de hewcehî bi qanûnan jî nîne. Dikarin di vê pêvajoyê de bikin ku dîsa hevşareadr vegerin ser kare xwe. Heke em weke xwişk û bira bijîn û êdî dem dema siyaseta demokratîk be divê cihekariya ku li şaredariyên me hatiye kirin ji holê bê rakirin ji bo şaredariyên me projeyên xwe pêk bînin tevkarî bê kirin. Kêmasiyek hebe em dikarin ji holê rabikin, em ê xizmetên baş bi hev re pêk bînin. Ev pêvajo di heman demê de pêvajoyeke ku pêşiyê li rêveberiyên herêmî jî veke ye. Di pêvajoyeke ku lêpirsîn, binçavkirin, girtin û qeyim nebin de em ê ji gele xwe re xizmetên baştir bikin.”

‘Mirov êdî li benda gavên şênber in’

Bakirhan piştî axaftinê pirsên rojnamegeran bersivandin û wiha got: “Di vê pêvajoya nû ku em ketinê de ji bo ku ev pêvajo baş bimeşe divê êdî pêkanînên qeyiman bên bidawîkirin. Mirov êdî li benda gavên şênber in. Bidawîkirina pêkanîna qeyiman dikare bibe gava ewil a pêvajoya nû. Gelê me êdî li benda pratîkan e. Gave herî girîng û pratîk ew e ku peywîra Ehmed û li gel wî 13 hevşaredarên me radestî wan bê kirin.”

Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.

 

Etîket: AmedBakirhandaxuyanîqeyim
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

3 COTMEH 2026
Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

30 ÎLON 2026
Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

25 ÎLON 2026
Li Amedê Kongreya Komeleya Derûnasên Mezopotamyayê dest pê kir

Li Amedê Kongreya Komeleya Derûnasên Mezopotamyayê dest pê kir

25 ÎLON 2026
Bi girseyî serdana bîranîna Zîlan Kurdistan hat kirin

Bi girseyî serdana bîranîna Zîlan Kurdistan hat kirin

25 ÎLON 2026
Konseya Bajêr a Amedê: Divê mîrateyên Amedê werin parastin

Konseya Bajêr a Amedê: Divê mîrateyên Amedê werin parastin

23 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne