• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Kurdî li ser dika cîhanê ye: ‘Şînok’ êdî li ser qenala fermî Smurfsanê ye

Amed / AW

21 SIBAT 2026 - 14:39
Kategorî: CIVAK, MANŞET
A A
Kurdî li ser dika cîhanê ye. Xêzefîlmê bi navê “Şînok” bi pêşengîya Zarok TVyê di 1ê Adarê de êdî li ser qenala fermî ya YouTubeyê ya “Smurfsan” e. Zarok Tvyê wiha bang li zarokan kir: “Kûvarkên xwe amade bikin, ji nava daristanê awazeka bi Kurdî bilind dibe!”

Lijneya Weşanê ya Zarok TVyê ragihand ku dê xêzefîlmê bi navê “Şînok” bi pêşengtiya wan di 1ê Adarê de êdî li ser qenala fermî ya “Smurfsan (Şînok)” ya Youtubeyê bê nîşandan. Lijneya Weşanê bi serenavê “Hemû rengên cîhanê bi Kurdî digihîjin hev!” daxuyaniyeke nivîskî weşand û da zanîn ku “Şînok” dê di 1ê Adarê de li ser qenala wan a fermî ya YouTubeyê bê weşandin.

Lijneya Weşanê diyar kir ku ji roja yekem ya ku weşana Zarok TVyê dest pê kir, sozek dabû zarokan û wiha got: “Zarokên li seranserê cîhanê li çi temaşe dikin û kêfê ji çi distînin, zarokên Kurdan jî dê bi zimanê xwe yê dayikê bigihîjin wan tiştan. Em dê bibin pira van xewnan. Îro, em bi kêf û bi coş in ku me ev soz, li gel hemû astengîyan, gihand qada dîjîtal ya gerdûnî.

Îro, em şanaz in ku me yek ji kevirekê din yê herî şên, rengîn û watedar di vê pirê da bi cih kir. Şînokên ku bi salan ji alîyê gelek nifşan ve wekî sembola qencî û hevaltiyê bi kelecaneka mezin hatine temaşekirin; êdî dê ne tenê li ser ekranên Zarok TVyê bin. Kurdiya Şînokan, ji 1ê Adara 2026an pê ve, dê li ser qenala fermî ya YouTubê ya Şînokan, li kêleka zimanên cîhanê cihê xwe bigire.”

Li kêleka bijartekên Îngilîzî, Fransizî û Spanî dê Kurdî jî hebe

Zarok TVyê bi lêv kir ku serpêhatiyên hevalên wan ên biçûk û şîn ku êdî bi ruhê zimanê Kurdî hatine xemilandin, serdana malên Kurdan li seranserê cîhanê dikin û wiha domand: “Ev pêşketin yek ji wan nîşaneyan e ku hebûna zimanê Kurdî ya di cîhana dîjîtal da, bi kalîteya dûblajê ya profesyonel û giringîya xwe ya çandî bûye markayeke cîhanî. Niha zarokek, li ku derê cîhanê be, kêlîya ku serdana qenala YouTubê ya ‘Smurfsan’ bike; ew dê li kêleka bijartekên Îngilîzî, Fransizî û Spanî zimanê Kurdî jî bibîne.”

‘Ji bo me xelata herî mezin ew e ku zarokên Kurd bi zimanê xwe bikenin’

Zarok TVyê di berdewama daxuyaniya xwe de wiha got: “Em weke Zarok TV, vê pêngava dîrokî weha pênase dikin; Ji bo me xelata herî mezin e ku zarokên Kurd bi zimanê xwe bikenin û xewn û xeyalan bibînin. Em ne bi tenê zarokan kêfxweş dikin; em xewn û xeyalên zimanekî li cîhanê belav dikin. Ji bo me pêşketineka gelekî biqîmet e ku lehengên ku zarokên Kurd herî zêde jê hez dikin, bi zimanê wan, li ser platformên dîjîtal yên herî mezin yên cîhanê bibêjin ‘Em jî li vir in’. Di 1ê Adarê da, ne bi tenê dengê Şînokan lê her wiha kêf û coşa ruhê zimanê Kurdî jî dê li cîhanê belav bibe.

‘Zarok û malbat dikarin li seranserê cîhanê bi Kurdî temaşe bikin’

Zarok TVyê di dawiya axaftina xwe de ev agahî dan: “Şînokên ku kadroya dûblaja profesyonel ya Zarok TVyê deng dane wan, ji bo zarokên Kurd; bi temamê zarokên cîhanê ra di heman demê da û bi heman kalîteyê û ya herî giring jî bi zimanê wan êdî berdest in. Bi ked û xebata 11 salan, werger û dûblaja bikalîte ya Zarok TVyê, êdî di asta standardên cîhanê da hatine pejirandin. Ji 1ê Adara 2026an û pê ve, zarok û malbatên li seranserê cîhanê dê bikarin serpêhatîyên efsaneyî yên Şînokan bi îmzeya Zarok TVyê û germahîya zimanê Kurdî temaşe bikin. Me gotina xwe ya ‘Zarokên kurd dê her wekî zarokên cîhanê, xwedî heman maf û naverokan bin’ bi cih anî û loma em gelekî bextewar in.

Kûvarkên xwe amade bikin, ji nava daristanê awazeka bi Kurdî bilind dibe! Em bang li hemû gelê xwe dikin ku vê serkeftina dîrokî bi me ra pîroz bikin û bi zarokên xwe ra tev li rêwîtîya nû ya Şînokan bibin. Dahatî, dê bi xeyalên zarokan yên bi zimanê dayikê teşe bigire.”

Etîket: SmurfsanXêzefîlma ŞînokZarok TV
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Kurdî li ser dika cîhanê ye: ‘Şînok’ êdî li ser qenala fermî Smurfsanê ye

Cebar Alp: Êdî hemû cîhan dê bibîne ku Şînok bi Kurdî jî heye

27 SIBAT 2026
Serrgêra 10. Zarok TV’î ame pîrozkerdene

Zarok Tv 10emîn salvegera xwe pîroz kir

15 ADAR 2025
Xeml û kêfxweşiya her maleke Kurd: Zarok TV ye

Xeml û kêfxweşiya her maleke Kurd: Zarok TV ye

12 ADAR 2025
Zarok TV 10 salî ye

Zarok TV 10 salî ye

6 ADAR 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne