• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Hevserokê PYDê: Şandeyek li ser navê Îmraliyê ji Nisêbînê hat Qamişloyê

Navenda Nûçeyan / AW

20 SIBAT 2026 - 18:00
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevserokê PYDê Xerîb Hiso qala destwerdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a êrişên li ser Rojava kir û got: “Şandeyek bi navê Rêber Apo û hikûmeta Tirk ji deriyê Nisêbînê derbasî Rojava bû û bi rayedarên Rojava re hevdîtin kir. Di encamê de şer sekinî û lihevkirin pêk hat.”

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Xerîb Hiso di bernameya “Qada Azadî” ya Çira TVyê de detayên li ser destwerdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a êrişên li dijî Rojavayê Kurdistanê û pêkanîna peymanê kir.

Di bernameya ku îro li gor saeta Amedê saet di 21:00 de bê weşandin, Xerîb Hiso diyar kir ku şandeyek ji Tirkiyeyê di 25ê Çileya 2026an de ji Deriyê Sînor ê Nisêbînê derbasî Qamişloyê bû û çend saetan bi rayedarên Rêveberiya Xweser re hevdîtin kir.

Hevserokê PYDê anî ziman ku ev şande li derveyî agahiya çapemeniyê hat Rojava û ev agahî da:

“Ew şande ji nûnerê Îmraliyê, hikûmetê û ewlekariyê pêk dihat. Şandeyeke hevbeş bû. Hatin û çûn. Dema ku hatin nameya Rêber Apo jî anîn. Rêber Apo di vê de helwest danî. Ji Tirkan re got, ‘Hûn gelê Kurd didin kuştin. Hûn gelê Kurd ber bi qirkirinê ve dibin. Me li vir pêvajoyeke aştiyê daye destpêkirin. Pêşengiya aştiyê dikim. Em dixwazin aramî çêbibe. Ji ber ku ev pêvajoya aştiyê Sûriye û Tirkiye pê ve girêdayî ye. Ne welatekî sêyemîn e. Li Sûriye û Tirkiyeyê çareser bibe wê li herêmê çareseriyeke mezin bi xwe re bîne. Hûn hem li Tirkiyeyê hem jî li Sûriyeyê ne. Li Tirkiyeyê hûn tiştekî diaxivin, li Sûriyeyê hûn tiştekî din dikin. Eger bi vî rengî be, ez ê dest ji pêvajoyê berdim. Kurd û tevgera PKKê çi dike, karê wan e. Ez destê xwe jê dikişînim’.”

Xerîb Hiso ragihand ku ev rewş ji bo Tirkiyeyê jî xetere bû, rawesetandina pêvjaoyê dibû xeteriyeke mezin ji bo Tirkiyeyê û got, “Tirkiye bi vê xeteriyê dihese. Ji ber vê ew şande hat.”

Li gorî gotinên Hevserokê PYDê Xerîb Hiso şandeya Tirkiyeyê hat, daxwazên wan qebûl kir û got, “Ya ku berê Ehmed Şera ferz kiribû, guhertin qebûl nedikir. Qebûl nedikir ku em tiştekî lê zêde bikin. Digot, ‘Bila hêzên leşkerî xwe teslîm bikin, asayîş xwe teslîm bike. Kurd dikarin hefteyê 2 saetan zimanê xwe bixwînin. Weke meseleya Îngilîzî û Fransî. Me dixwest zêde bike, lê qebûl nedikirin. Piştî mudaxeleya Rêber Apo û rayedarên payebilind aliyên Başûrê Kurdistanê, Rojhilat, Bakur, kir ku daxwazên me qebûl bibe. Mudaxeleya destpêkê Rêber Apo kir. Piştî ku daxwazên me qebûl bû, şandeya me jî ev peyman qebûl kir.”

Etîket: destwerdanPYDRêber apoXerîb Hiso
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Welatiyên Stenbolî: Daxwaza gelê Kurd azadiya Serok Abdullah Ocalan e

Welatiyên Stenbolî: Daxwaza gelê Kurd azadiya Serok Abdullah Ocalan e

15 TEBAX 2026
Xerîb Hiso: Entegrasyon ji sedî 80 temam bûye, divê mafên Kurdan bên naskirin

Xerîb Hiso: Entegrasyon ji sedî 80 temam bûye, divê mafên Kurdan bên naskirin

13 TEBAX 2026
‘Gava herî girîng azadiya sermûzekerevan Abdullah Ocalan e’

‘Gava herî girîng azadiya sermûzekerevan Abdullah Ocalan e’

12 TEBAX 2026
‘Paradîgmaya Serokatî dewlet anî ser maseyê’

‘Paradîgmaya Serokatî dewlet anî ser maseyê’

11 TEBAX 2026
‘Entegrasyon dê bi qebûlkirina destkeftiyên jin û ziman bi ser bikeve’

‘Entegrasyon dê bi qebûlkirina destkeftiyên jin û ziman bi ser bikeve’

3 TEBAX 2026
Ciwan ji bo Rêberê Gelê Kurd meşiyan: Rêber Apo 49 roj in di bin tecrîdê de ye

Ciwan ji bo Rêberê Gelê Kurd meşiyan: Rêber Apo 49 roj in di bin tecrîdê de ye

12 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne