• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Ji ‘hevkariya leşkerî’ ber bi statuya siyasî ve

Lezgîn Akdenîz / AW

17 SIBAT 2026 - 13:13
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Têkiliyên Rojava û hêzên navneteweyî ji qonaxa hevkariya leşkerî ya demkî derbasî qonaxa naskirina siyasî dibe. Şandeya Rojava bi dîplomasiya xwe ya nû, pênaseya şervanên baş in li pey xwe hişt.

Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê ya 62yemîn ji bo Rêveberiya Xweser bû qada tescîlkirina hebûna wan a di qada navneteweyî de. Beşdariya şandeya Rojava ya bi serokatiya Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlum Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve Îlham Ahmed, wekî naskirineke defakto hat nirxandin. Ev guhertin nîşan dide ku hebûna Kurdan û Rêveberiya Xweser êdî rastiyeke nayê înkarkirin e. Ev meşrûiyet, di heman demê de tê wateya têkçûna hewldanên Tirkiyeyê yên ji bo marjînalîzekirina Kurdan e.

Rojava êdî muxatabek siyasî ye

Şandeya Kurd li Munîhê bi gelek dîplomat, wezîrên derve û nûnerên saziyên ewlehiyê yên Ewropî û Amerîkî re hevdîtinên girîng pêk anîn. Berê têkiliyên bi Rojava re bêtir li ser bingeha têkoşîna li dijî terorê bû, lê li Munîhê ev pozîsyon ber bi nasnameyeke siyasî ve guherî. Êdî Kurd wekî aktorekî siyasî li ser maseyên cîhanê cihê xwe digirin.

Di kulîsên dîplomatîk de guhertineke berbiçav hebû, ajansên nûçeyan û analîstên ewlehiyê êdî Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed wekî nûnerên siyasî yên gelê Kurd li Sûriyeyê pênase dikin. Rojava bi dîplomasiya xwe ya nû de, pênaseya “tenê şervanên baş in” li pey xwe hişt.

Li Washingtonê guhertin

Guhertineke din a krîtîk jî li Washingtonê rû dide. Kurdan bi mehan e destnîşan dikir ku hinek kesayetên nêzî rêveberiya Trump, wekî Tom Barrack, polîtîkayên Amerîkayê yên Sûriyeyê di berjewendiya Tirkiyeyê de manîpule dikin. Bangkirina Barrack ji aliyê Kongreyê ve û lêpirsîna li ser têkiliyên wî, nîşaneya guhertina polîtîkayên Amerîkayê ye. Kongre êdî daxwaz dike ku her pêngava têkildarî Sûriyeyê bi şefafî were şopandin. Ev yek nîşan dide ku mekanîzmaya biryardayînê ya Amerîkayê, êdî bi guman nêzî hewldanên Barrack dibe yên ku dixwest Kurdan wekî amûrekê nîşan bide. Ev helwesta Kongreya Emerîkayê, destê dîplomasiya Kurd li Washingtonê xurtir dike û bandora Enqereyê lawaz dike.

Qonaxa tescîlkirina statuyê

Hemû geşedanên ji Munîhê heta Washingtonê û Kobanê nîşan didin ku statuya Rojava ji qonaxa nîqaşê derketiye û ketiye qonaxa tescîlkirinê. Wekî ku çavdêrên siyasî jî dibêjin, Enqere di fêmkirina vê guhertinê de dereng maye û êdî nikare bi rêbazên leşkerî pêşiya vê meşrûiyeta navneteweyî bigire. Hewldanên ji bo îzolekirin û marjînalîzekirina Rêveberiya Xweser bi temamî têk çûne.

Etîket: Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum EbdîHevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham EhmedKonferansa Ewlehiyê ya Munîhê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji lîderên Kurd bo Graham peyamên serxweşiyê: Kurd wê dostaniya te ji bîr nekin

Ji lîderên Kurd bo Graham peyamên serxweşiyê: Kurd wê dostaniya te ji bîr nekin

12 TÎRMEH 2026
Xerîb Hiso: Kongreyeke navneteweyî û garantoriya welatên Ewropî pêwîst e

Xerîb Hiso: Kongreyeke navneteweyî û garantoriya welatên Ewropî pêwîst e

18 HEZÎRAN 2026
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed beşdarî foruma li Dihokê bûn

Mezlûm Ebdî gihîşt Ewropayê

17 HEZÎRAN 2026
Mazlûm Ebdî: Ma waştişê xo Şamî rê vatî, ma paweyê cewabî yê

Ebdî: Ji bo çareserkirina dosyeya dadgeriyê lihevkirinên nû çêbûn

11 GULAN 2026
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Şara re civiyan

Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Şara re civiyan

16 NÎSAN 2026
Mazlûm Ebdî ji Colanî xwest yên li pişt komkujiyan hesab bidin

Mazlum Ebdî: Armanc me pêkanîna aştiyê û peymanê ye

17 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne