• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
03 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

    Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

    Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Tûnç: Armanca komployê têkbirina gelê Kurd bû

Ugur Dînler / AW

14 SIBAT 2026 - 09:33
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Amed – Endamê Koma Aştiyê siyasetmedar Mehmet Şîrîn Tûnç diyar kir ku hêzên navneteweyî bi komploya 15ê Sibatê xwestine di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de Tevgera Azadiyê û tevgera Kurdan tevahî ji holê rakin.

Hêzên hegemon li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan plansaziya komployekê çêkirin. Ji ber komploya navdewletî ku rola gelek dewletan di nav de hebû Abdullah Ocalan di 9ê Cotmeha 1998an de ji Sûriyeyê hat derxistin û berê wî dan Ewropayê. Piştî 130 rojan di 15ê Sibata 1999an de ji aliyê hêzên navdewletî ve di encama komployekê de li Kenyayê hat girtin û radestî Tirkiyeyê hat kirin. Abdullah Ocalan tevî ku 27 sal in li Girtîgeha Îmraliyê di nav tecrîd û îzolasyoneke dijwar de tê ragirtin jî bi berxwedan û têkoşîna xwe ya ji bo mayîndekirina aştî, azadî û demokrasiyê li tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê deng vedaye, komploya li dijî xwe pûç kir. Salek e Abdullah Ocalan pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk daye destpêkirin û tevî hemû astengî û tengasiyan jî ji bo parastina nirxên mirovahiyê û aştiya civakî bi israr têkoşîna xwe didomîne.

Endamê Koma Aştiyê siyasetmedar Mehmet Şîrîn Tûnç têkîldarî salvegera komploya 15ê Sibatê ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

‘Armanca komployê têkbirina Tevgera Azadiyê bû’

Mehmet Şîrîn Tûnç da zanîn ku komploya navneteweyî, bi taybetî komployeke pirr berfireh bû û armanc têkbirina tevger û berxwedana gelê Kurd bû û wiha got: “Di vê komployê de hêzên navneteweyî dixwestin, di şexsiyeta Serokê Gelê Kurd de, Tevgera Azadiyê, tevgera Kurdan bi tevahî ji holê rakin. Berî wê, Amerîkayê, hêzên ji Başûrê Kurdistanê bi taybetî birêz Mam Celal û Mesûd Barzanî birin Washingtonê, bi wan re hevdîtin kir. Li hemberî çapemeniya tevahiya cîhanê destê Barzanî û Talabanî dan ser hev. Bi vê peyamê Amerîkayê got, ‘Serokê Kurdan hûn in û em ê Ocalan û PKKê tasfiye bikin’. Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê yê çaxî ev tişt anî ziman, ‘Di nava şeş mehan de PKKê wê bi tevahî ji holê were rakirin û em ê wan tune bikin’. Bi vî şiklî ev komploya navneteweyî li ser Serokê Gelê Kurd hate destpêkirin.”

‘Li dijî hêzên hegemon paradîgmayek nû’

Mehmet Şîrîn Tûnç diyar kir ku bi vê komployê di şexsiyeta Rêberê Gelê Kurd de, li cîhanê metrekareyek ax ji bo Kurdan hatiye qedexekirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hêzên hegemon bi vê komployê xwest ku ji Serokê Gelê Kurd û gelê Kurd re li ser rûyê cîhanê metrekareyek ax qedexe bikin. Serokê Gelê Kurd ji berê ve ev tişt digot, ‘Xwesteka min ew e ez biratiya gelê Kurd, aştiya gelê Kurd û Tirk bidim çêkirin’. Di netîceyê de di wê darizandina Girava Îmraliyê de Serokê Kurd parastina xwe, berfireh li ser vê mijarê meşand û bi vî şiklî jî Komara Demokratîk divê çawa were çêkirin, çawa di pratîkê de were pêkanîn, ji nû ve paradîgmayeke îdeolojîk derxist.”

‘Kurdan got hûn nikarin roja me tarî bikin’

Mehmet Şîrîn Tûnç destnîşan kir ku 27 sal berê, dema komplo li dijî Serokê Gelê Kurd hate meşandin, wê çaxê Gelê Kurd ketibû nav tevger û lêgerînê û wiha got: “Dema Rêberê Gelê Kurd hat ragirtin, xwedîderketinek çêbû. Çalakiyên mezin hatin lidarxistin. Ji 80 hevalan zêdetir canê xwe dan ber agir û gotin ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’. Dengê gelê Kurd li her derê belav bû û li derdora Serokê Gelê Kurd hevgirtineke mezin ava bû.”

‘Divê demildest kongreya neteweyî were lidarxistin’

Mehmet Şîrîn Tûnç anî ziman ku siyaseta komploya navneteweyî hê jî berdewam dike û mînaka herî mezin jî êrişên li ser Rojava ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di vê dawiyê de jî, êrişên li ser Rojava mînaka komployê ya herî mezin e . Lê belê Şoreşa Rojava, şoreşeke bingehîn bû. Li hember vê komployê derketin û cara yekemîn li her çar parçeyê Kurdistanê û li tevahiyê cîhanê Kurd daketin qadan û ji bo Rojava bûn yek, dengê xwe bilind kirin. Gelê Kurd plan û nexşeya pergala navneteweyî, bi van çalakiyan vala derxistin. Lê belê hê xeterbûneke mezin heye. Pêwîst e Kurd di vê pêvajoyê de zêdetirî li ser vê mijarê bisekinin, yekîtiya xwe ava bikin, di vî bingehî de encax ev nexşe û plana pergala navneteweyî li ser Kurdan têk here. Ji bo Kurdan îro tişta esasî ew e ku kongreya neteweyî di nava Kurdan de were çêkirin e. Ev kongre dema li her çar parçeyê Kurdistanê Kurdan bike yek ez bawer im wê tevahî êriş û komployên li ser Kurdan tên meşandin dê vala bê derxistin.”

 

Etîket: Abdullah Ocalankomploya 15ê SibatêMehmet Şîrîn TunçRêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Çîgdem Kiliçgun Uçar: Divê êdî Abdullah Ocalan azad bibe

KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

2 TÎRMEH 2026
Xelatgira Aştiyê ya Nobelê Jody Williams nameyek ji Abdullah Ocalan re şand

Xelatgira Aştiyê ya Nobelê Jody Williams nameyek ji Abdullah Ocalan re şand

1 TÎRMEH 2026
Bakirhan: Divê şertên jiyan û xebatê yên birêz Ocalan bên başkirin

Bakirhan: Divê şertên jiyan û xebatê yên birêz Ocalan bên başkirin

30 HEZÎRAN 2026
Mitînga Amedê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû

Mitînga Amedê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû

28 HEZÎRAN 2026
Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

28 HEZÎRAN 2026
‘Yek mûhatap heye ew jî birêz Abdullah Ocalan e’

‘Yek mûhattap heye ew jî birêz Abdullah Ocalan e’

28 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (38)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne