• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Hunermendên Kurd: Armancên komplogeran hatin pûçkirin

Abdullah Esen / AW

14 SIBAT 2026 - 09:01
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Êlih – Şanoger Abdullah Tarhan û stranbêj Haydar Guneş derbarê komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatibû de gotin: “Dewletên navneteweyî xwestin bi vê komployê gelê Kurd bêserok bihêlin û têkoşîna wan têk bibin, lê nizanibûn ku ew ê têkoşîna gelê Kurd ewqas mezin bibe. Bingeha ku hatiye avakirin dê tu kes nikaribe xera bike. Bi derketina vê rêxistinê re Kurdan xwe nas kir.”

Hêzên navneteweyî Amerîka, Îsraîl û Îngilistan û bi tevlibûna gelek dewletan li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 15ê Sibata 1999an de li Kenyayê di encama komployê de dîl hate girtin û radestî dewleta Tirk hate kirin. Şanoger Abdullah Tarhan û stranbêj Haydar Guneş ên Navenda Çandê ya Baharê (BKM) ya Êlihê, komploya navneteweyî ya ku di 15ê Sibata 1999an de li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatibû ji Ajansa Welat (AW) re nirxandin.

‘Mexseda wan negihîşt serî’

Şanoger Abdullah Tarhan di destpêkê de diyar kir ku armanca komploya 15ê Sibatê ya sala 1999an têkbibirina Rêberê Gelê Kurd û rêxistina wan bû û got ku ev komployeke ne ji rêzê ye. Tarhan wiha axivî: “Ev komplo ku ji aliyê çend dewletên hegemonîk ên li dijî têkoşîna Kurdan pêk hat, ne ji rêzê ye. Ev komplo û komkujiyên li dijî Kurdan li Rojhilata Navîn pêk hatine weke hev in. Ji komployê mexsed ne tunekirina rêxistinekî bû. Mexsed ew bû ku neteweyekî ji bin ve hilweşînin. Xwestin ku pergeleke qirêj di Rojhilata Navîn de li ser Kurdan bidin avakirin. Desthilatdaran dîtin ku ew dê di Rojhilata Navîn de gelek guhertinên erênî pêk bên, rabûn dest bi komployê kirin. Dîtin ku ew dê ji cîhanê re bibe mînak, rabûn di nava hev de komplo li dar xistin û bi ser jî neketin.”

‘Li Rojava jî heman komplo pêk anîn’

Di berdewama axaftina xwe de Tarhan bal kişand ser êrişên li dijî Rojavayê Kurdistanê û diyar kir ku komploya dawî ya li ser Rojava jî tunekirinek giştî bû. Tarhan axaftina wiha domand: “Vê carê jî gelek hevaldostên xwe jî li hev civandin. Mînak weke gelek eşîrên Ereban û bi gelek xêrnexwazên vî welatî re hevdîtin kirin, ev ne tiştekî ji rêzê bû. Dewletên navneteweyî xwestin bi vê komployê gelê Kurd bêserok bihêlin û têkşîna wan têk bibin, lê nizanibûn ku dê têkoşîna gelê Kurd ew qas mezin bibe. Û xwestin careke din komployê bi awayekî veşartî li ser Rojava bidin meşandin. Di hesibandin dê destkeftiyên gelê Kurd di 52 salên dawiyê de bi destxistine jî têk bibin.”

‘Tu hêz ji bîr û baweriya gelê Kurd ne xurttir e’

Abdullah Tarhan bi lêv kir ku beriya Colanî bînin ser wê kursiyê bidin rûniştandin, bi salan ew perwerde kirin û got ku piştre jî ew birine Qesra Spî û wiha qal kir: “Ji aliyê hêza çekê bigire heta her aliyên din ew perwerde kirin e. Lê weke ku pêşiyên me dibêjin, ‘hesabê malê û sûkê li hev neke.’ Çawa ku wan dest pê kir, weke ku mirov guleyekî berî dijminê xwe bide û lê ew gul zivire û li mirov bikeve çêbû. Ev tişta dawî jî wisa çêbû. Komploya 6ê çileyê jî li wan zîvirî. Bi saya hêz, siyaset, çekdar û gelek şervanên Kurdan ên ku 14-15 sal in di Rojhilata Navîn de li Rojava şer dikin û ji cîhanê re bûne mînak, komplo vala derket. Ger ku dewletên navxweyî bi vê modelê qayîl bibin ew ê jî ji xwe re rajinê û mînakan jê bigirin. Qaşo hin dewletên cîhanê dibêjin di nava wan de edalet û hiqûq heye. Rast e dengê defê ji dûr ve xweş tê, lê ew wisa xwe dixapînin û têr dikin. Ji bo ku bikaribin li Rojhilata Navîn hespên xwe bidin bezandin, behsa demokrasiyê û edaletê dikin. Tu hêz ji bîr û baweriya gelê Kurd ne xurtir e. Çeka herî mezin a Kurdan bîr û baweriya wan a xaka wan û bi wan heye. Dibe ku car caran mirov ji neçarî bikeve kêmasiyan jî lê tişta esasî têkoşîn e.”

‘Dixwestin ku Kurdan bikin bin bandora xwe’

Stranbêj Haydar Guneş jî di destpêkê de Komploya Navneteweyî ya 15ê Sibata şermezar kir û ev nirxandin kir: “Xwestin bi vê komployê serhildana 29emîn a gelê Kurd têk bibin. Û bi vê yekê re xwestin vê rêxistina heyî ya ku hatibû avakirin jî tasfiye bikin û tune bikin. Armanca dewletên navneteweyî ew e berjewendiyên xwe misoger bikin. Dixwestin ku Kurdan bikin binî bandora xwe. Dema ku berjewendiyên wan têkildarî Kurdan hebin dikarin bibin birayên Kurdan, lê dema ku tune be jixwe êdî qet Kurdan nas jî nakin. Divê di vir de em Kurd jî şiyar bin. Em vê komploya duyamîn a ku li ser Rojava hat kirin, şermezar dikin. Lê tişta herî girîng jî ew bû ku Kurdan yekîtiya xwe da nişandan û divê em wê yekîtiyê mezintir bikin. Her çar perçeyên Kurdistanê yek in û em ji hev nabin em ê hemû komployan vala derxin.”

‘Kurd ne Kurdên kesî ne, êdî Kurd, Kurdên xwe ne’

Têkidarî hevgiriya gelê Kurd jî Guneş bal kişand ser girîngiya pêşxistine yekîtiyê û got: “Em 6 bûn niha em bûne bi milyonan. Yên ku nikaribûn 6 kesan tune bikin dê nikaribin milyonan jî tune bikin. Bingeha ku hatiye avakirin dê tu kes nikaribe xerab bike. Bi derketina vê rêxistinê re Kurdan xwe naskirin. Êdî Kurdek li ku dera cîhanê çi bê serê wî/wê, dê Kurd hemû li cem hev bin. Êdî kes nikare bi komployan bê li dora Kurdan. Kurd ne Kurdên kesî ne, êdî Kurd, Kurdên xwe ne. Gelek hêzan xwestin Kurdan têk bibin lê ew xwesteka wan neçû serî.”

 

Etîket: Abdullah Ocalankomploya 15ê SibatêRêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Ji komploya navdewletî ber bi çareseriya demokratîk ve

Ji komploya navdewletî ber bi çareseriya demokratîk ve

5 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne