• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li milekî destê aştiyê li milê din kuştin û qeyûm  

Navenda Nûçeyan /AW

13 ÇILE 2025 - 11:34
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Serokê MHPê Dewlet Bahçelî li ser navê hikûmetê û dewletê li aliyekî banga aştiya navxweyî dike, lê li aliyê din li dijî çareserî û aştiyê qeyûman tayîn dikin, bi tang, top û balafirên şer êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûrîyê dikin. Ji wê demê heta niha zêdetîrî 100 welatî hatin kuştin û qeyûm tayînî 4 bajar û 4 navçeyan kirin. Bi sedan kes binçav kirin.

Serokê MHPê Dewlet Bahçelî ji 1ê cotmehê de serdana koma DEM Partiyê kir û destê xwe dirêjî wekîl û Hevserokên DEM Partiyê kir. Dewlet Bahçelî got; “Li cîhanê şer heye û divê em aştiya navxweyî xurt bikin.” Dewlet Bahçelî pişti wê gelek daxuyanî dan. Bang li Rêberê PKKê Abdullah Ocalan kir û xwest PKKê fesih bike û di Koma DEM Partiyê de li meclisê biaxive. Lê her çend Dewlet Bahçelî qala aştî, çareseriyê, yekîtî û wekheviya gelê kurd û tirkan bike jî, li aliyê din bê navber êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Bê navber siyasetmadar, rojnameger û nûnerên saziyên civakan digirin. Bê navber qeyûm tayînî şaredariyan dikin.

Piştî bangên Dewlet Bahçelî, qeyûm tayînî şaredariyên Esenyûrt, Êlih, Mêrdîn, Xalfetî, Dêrsim, Pilûr, Miks û herî dawî Mêrsînê kirin. Ji mijdarê heta niha êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde bûne û di van êrîşan de 2 rojnameger, 92 sivîl hatin kuştin. Zêdetirî 43 kes birîndar bûn. Li dijî saziyên xizmetê û depoyên genim, firin, nexweşxane, stasyonên ceyranê, bendava Tijrînê bi sedan êrîşên hewayî pêk hat.

Piştî gotinên Dewlet Bahçelî yên di 1ê cotmehê de ji bo aştiya navxweşî bang li Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û gelê kurd kir, çend geşedanên sereke yên ku dijberî gotinênn Bahçelî derdikevin pêş mirov dikare wiha rêz bike.

Di 30ê Cotmehê de Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer binçav kirin û piştî girtin di 31ê Cotmehê de qeyûm tayînî Şaredariya Esenyûrtê kirin.

Di 4ê mijdara 2024an de ku 8emîn salvegera operasyona li dijî siyasetmedarên kurd û hevserokên HDPê bû, wezîrê karên hundir ê Tirk qeyûm tayînî Şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xalfetiyê kir. Di 22ê mijdara 2024an de qeyûm dayînî Şaredariya Dêrsimê û Pilûrê kir. D 29ê mijdara 2024an de qeyûm tayînî Şaredariya Miksê ya Wanê kir. Herî dawî di 10ê çile de Hevşaredarên Akdenîzê ya Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Arslan û endamên meclisa şaredariyê Ozgur Çaglar, Neslîhan Orûç, Yakûp Daniş û Hikmet Bakirhan binçav kirin û di 13ê çile de girtin û şandin girtîghê. Wezîrê Karên Hundir ê Tirk çend saet şûnde qeyûm tayînî şaredariya Akdenîzê kir. Di vê pêvajoya qeyûman de; Hevşaredara Dêrsîmê Bîrsen Orhan hat binçavkirin û cezayê hepsa malê lê birîn. Piştre şandin girtîgehê. Di çalakiyên li Êlihê ku li dijî qeyûm pêş ketin de bi sedan kes hatin binçavkirin û gelek ji wan hatin girtin. Bi dehan rojnameger hatin binçavkirin û 7 roj rojnameger hatin girtin.

Ji 28ê mijdara 2024an heta niha di êrîşên Tirkiyeyê de 92 welatî hatin kuştin û 43 welatî jî birîndar bûn. Di koçberiya ji Efrînê de jî 300 welatî ji aliyê komenn çekdar ve hatin revandin. Di vê pêvajoyê de Rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan di êrîşa SÎHA ya Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest dan. 7 rojnamegerên ku bertek nîşanî kuştina hempîşeyên xwe dan hatin girtin.

Ji 1ê cotmehê heta niha Dewlet Bahçelî li aliyekî qala aştî û wekheviya gelê kurd û tirk dike, li aliyê din êrîşên li ser gelê kurd û vîna gelê kurd berdewam dike. Herî dawî Serokkomarê AKPî Tayyip Erdogan li Amedê axivî û dîsa li dijî gotin û hewldana aştî û çareseriyê xwest tevgera kurd PKK çekan dîne û xwe fesih bike. Hemû rojnameyên girêdayî Tayyip Erdogan gotinên ku xizmeta aştî û çareseriye nakin derdixin pêş.

Tevî van hewldanan dîsa piştî di 23ê Cotmehê de li ser navê malbatê Parlamenterê DEM Partiye Omer Ocalan çû Îmraliyê û hevdîtin kir, Rêberê PKKê Abdullah Ocalan dîsa xwedî helwesta berê ya ji bo çareseriyê nîşan da. Dîsa got ‘Eger şert û merc bên avakirin ez dikarin ji zemîna şer derbasî zemîna hiqûq û siyasî bikim.”

Dîsa di hevdîtina ku bi Şandeya parlamenterên DEM Partiyê re kir de, peyamên ji bo çareseriye da û xwest di vî milî de meclis, hemû partiyên siyasî rêxistinên demokratîk û saziyên sivil rol bidin ser xwe.

Di van geşedanan de tê dîtin ku her çend rayedarên dewletê qala aştî, çareseriyê bikin jî, li aliyê din hewldanên wan ên nenaskirina vîna gelê kurd û îmhaya gelê kurd berdewam dike. Bi tayînkirina qeyûman û êrîşên li dijî sivîlên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev nakokiyên wan şênber dibin.

Etîket: Abdullah OcalanaştîBakur û Rojhilatê SûriyêDewlet Bahçelî.GirtinkuştinQeyûmşerwekhevî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Otomatik taslak

Nobeda Jin, Edalet û Bîrê: Wekhevî, azadî û ewlehî hat xwestin

6 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026
Dadgehê daxwaza girtina kujerê Seyîthan Durdu red kir

Dadgehê daxwaza girtina kujerê Seyîthan Durdu red kir

25 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne