• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
03 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

    Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

    Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Îlham Ehmed: Divê gelê me li dijî lîstikan hişyar be

Qamişlo / AW

7 SIBAT 2026 - 17:25
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Îlham Ehmed diyar kir ku lîstikên mezin hene, divê gel ji li dijî lîstikan hişyar be û got di destûrê de dê mafên gelê Kurd mîsoger bibin û destkeftiyên mezintir werin bidestxistin.

Yekîtiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê têkildarî rewşa dawî ya li Sûriyeyê û peymana 29ê Çileyê ya di navbera HSD û hikûmeta demkî de, civînek li Pirtûkxaneya Şilêr a li Qamişloyê li dar xist. Di civînê de endamên Yekîtiya Rewşenbîran, endamên saziyên sivîl û rûspî hazir bûn. Civîn ji hêla Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed ve hate birêvebirin.

Îlham Ehmed di destpêka axaftina xwe de got: “Di serî de li beramberî şervan û gelê me yê fedakar, em deyndarê wan in. Israra wan a ji bo têkoşînê, em jî daxwazên wan pêk bînin. Aramî, maf û azadiya gelê xwe jî bi cih bînin.”

Îlham Ehmem: Hinek dixwazin şerê navxweyî çêbe

Îlham Ehmed behsa pêvajoya heyî kir û wiha got: “Projeyek bi pêş ketibû, projeyek ji bo azadiya gelan bû. Lê niha hinek hesasiyet çêbûye. Bi taybet di mijara mafên gelan de. Di vî warî de gelek hesasiyet heye. Hinek jî dixwazin bi vê hesasiytê şerê navxweyî çêbe, gelek hewldan jî hene, bi taybet di navbera gelan de. Divê em hişyar bin. Projeya bi pêş ketiye di destpêkê de ji bo tevahî gelan bû. Bi taybet mafên gelê Kurd bû. Doza gelê Kurd wekî ku li ser axa xwe ya dîrokî dijîn, li beramberî wê siyasetên desthilatê yên ku hatine meşandin, hem demografiya heremê û zîhniyeta dane rûniştandin heya niha hewldanên heyî li ser esasê şeytankirina vî gelî ye. Bê maf û nasname hiştine. Hê li ser van kar dikin. Her wiha hin kes ji bo vê siyasetê dibin amûr.”

‘Em pêşî li fitne û fesadiya heyî bigirin’

Îlham Ehmed wiha pê de çû: “Di navbera pêkhateyan de dixwazin şerê navxweyî derkeve. Fitne û kînê didin avakirin. Dixwazin gelê Kurd ji holê rakin, armac jî û siyaset gelek diyar e. Me di destpêkê de hewl da em pêşiyê bigirin. Pêşiya fitne û fesada heyî bigirin. Her wiha gelê me bibe xwedî maf. Biryara ku ji hêla hikumeta demkî ve derketiye ya ji bo mafê gelê Kurd, cara yekem ku biryareke wiha derdikeve ku Kurd bibin xwedî biryar û nasname. Ev biryareke erênî ye. Ev yek jî dê bê şopandin. Her wiha şopandina wan biryaran ji hêla siyasî û qanûnî de em çawa dikarin bi cih bikin û paratîka wê li ser erdê pêk were.”

‘Dê hevalên jin di di nava firkeyê de cihê xwe bigirin’

Îlham Ehmed li ser entegrasyonê jî got: “Wê firqe û lîwa ji bo Hesekê û Kobanê çêbin û hevalên jin jî cihê xwe di nav de bigirin. Her wiha ji bo mijara saziyên sivîl û çandî û ziman jî dê lihevkirin bê kirin. Muhafizê Hesekê diyar bû. Her wiha hin xal hene wekî deriyên sînor û ziman û hwd, nîqaş li ser wan tên kirin. Her wiha komîteyeke fermî ji bo destûrê nehatiye çêkirin, lê agahî dan ku komîteyek bê avakirin.”

‘Em destur nadin gelê Kurd têk biçe’

Di dawiyê de Îlham Ehmed got: “Lîstikeke pir xerab heye. Divê em ji van lîstikan hişyar bin û bi têkoşîna siyasî em wan têk bibin. Armanca dijmin têkbirina gelê Kurd bû, lê rola gelê Kurd li pêş çavan bû. Yekitiya Kurdan a dîrokî çêbûye. Rih û destkeftiyên Rojava ev yekitî daye avakirin. Gotin, nivîsandin û pênûs ji fişekekê xurttir in. Di destûrê de dê mafên gelê Kurd misoger bibin û em destkeftiyên mezintir bi dest bixin. Her astengiyeke derdikeve, em ê çareseriyekî bibînin. Her wiha ji bo koçberên Efrîn û Serêkaniyê û tevahiya koçberan xebat tê meşandin.”

Civîn bi pirs û bersivan bi dawî bû.

Etîket: Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Şara re civiyan

Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Şara re civiyan

16 NÎSAN 2026
Ji ‘hevkariya leşkerî’ ber bi statuya siyasî ve

Ji ‘hevkariya leşkerî’ ber bi statuya siyasî ve

17 SIBAT 2026
Pekoz: Wêneyê konferansa Munîhê ji Tirkiyeyê re peyamek e

Pekoz: Wêneyê konferansa Munîhê ji Tirkiyeyê re peyamek e

15 SIBAT 2026
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Macron re hevdîtin kir

Mazlum Ebdî: Em hewldanên Macron pîroz dikin

14 SIBAT 2026
Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed bi endamên Kongreya Amerîka re civiyan

Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed bi endamên Kongreya Amerîka re civiyan

14 SIBAT 2026
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Amerîkayê Marco Rubio re civiyan

Berxwedana gelê Kurd nûnerên Rojava bir Konferansa Munîhê

14 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (38)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne