• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dayikên Aştiyê: Ji bo aştî deriyê Îmraliyê vekin

Mahmût Altintaş / AW

12 ÇILE 2025 - 08:53
Kategorî: POLÎTÎKA, ROJANE
A A
Şirnex – Dayikên Aştiyê yên Botanê tekildarî hevdîtinên şanda DEM Partiyê ya bi partiyên siyasî re nirxandin kirin û anîn ziman ku ji bo çareserî pêk bê divê deriyê Îmraliyê bê vekirin. Dayikan xwest ji bo aştiyek demokratîk tecrîd bi dawî bibe û êrişên li ser Rojava rawestin.

Şandeya Îmraliyê ku ji parlamenterên DEM Partiyê Pervîn Bûldan û Sirri Sureyya Onder pêk tên, di 28ê kanûnê de çûn Girava Îmraliyê û bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Şandeyê piştî hevdîtinê di 29ê kanûnê de fikir û nêrînên Abdullah Ocalan bi daxuyaniyeke nivîskî bi raya giştî re parve kirin. Abdullah Ocalan di peyama xwe de li ser 7 xalan rawestiya û destnîşan kir ku ew ji bo çareseriyê ji gav avetinê re amade ye. Piştî hevdîtinên li Îmraliyê şandeya DEM Partî, bi partiyên siyasî re hevîtin kirin. Li Kurdistan û Tirkiyeyê piştî hevdîtinên li Îmraliyê ji aliyekî ve nîqaşên “Çareseriye” di rojevê de ne, ji aliyê din ve ji polîtikayên dewletê yên tecrîd, qayûm û êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Suriyeyê berdewam dikin. Dayikên Aştiyê yên Botanê ku bi salan e ji bo aştiyê têdikoşin jî tekildarî pêvajo û hevdîtinan diyar kirin ku aştî bi polîtikayên desthilatiyê ne pêkan e û got: Ji bo aştî pêk were divê di serî de tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin û êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bi dawî bibin.

‘Ji bo aştî û çareseriyê divê şer bi dawî bibe’

Ji dayikên aştiyê Ayşe Hezer anî ziman ku daxwaza wan pêkhatina aştiyeyê û ev tişt gotin: “Ji aliyekî ve hevdîtin pêk tên. Lê ji aliyê din vê jî êrişên wan ên li ser Rojava neqedya ne. Her wiha girtin, binçavkirin û tayinkirina qeyûman li ser şeredariyan jî berdewam dike. Ji aliyê din vê jî tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan jî berdewam dike. Ji bo aştî û çareseriyek pêk were divê ew şer bi dawî bibe. Divê tecrîda li ser Serokê me rabe û ew ji girtîgehê derkeve. Lê mixabin tu gav neavetine. Em naxwazin Tirkiye bi balafîrên xwe Rojava bombebaran bike. Em kuştinê naxwazin. Bila ne ew bimirin ne jî em. Bila aştî û wekhevî pêk were. Bila deriyê girtîgehan vebe. Girtiyên siyasî bên berdan. Nasname û mafên me bên naskirin. Bi wî awayî aştî pêk tê û çareserî dibe.”

‘Bi tecrîdê aştî pêk nayê’

Ji dayikên aştiyê Kiymet Acar jî destnîşan kir ku ew di pêvajoya hevdîtinê de rêyedarên dewletê samîmî nabîninê û got: “Bila gavên xapînok neavejin. Heke dest dirêj dikin bila ji dil bikin. Em jî weke dayikên aştiyê dixwazin aştî pêk were û şer bi dawî bibe. Hem qala aştiyê bikin û hem jî êrişî Rojava bikin çareserî pêk nayê. Heke tecrîd berdewam bike aştî pêk nayê. Heta tecrîd nayê rakirin û Serokê me bi awayekî azadiya fizîkî li ser masayê rûnenê çareserî pêk nayê. Divê deriyên zindanan jî vekin. Heke ji dil bin divê van gavan bavejin. Edî bes e bila ew xwîn bisekine. Bila aştî û wekhevî were vî welatî. Tenê daxwaza me ew e.”

 

Etîket: Ayşe HezerKiylet Acar
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tiştek nîn e

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne