• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Wan ji bo Baran Ebdî meşiya: Em Rojava bi tenê nahêlin

Wan /AW

26 ÇILE 2026 - 16:16
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Platforma Saziyên Demokratîk a Wanê, têkildarî kuştina ciwanê ji Kobanê Baran Ebdî ku li Tarsusê di encama êrişeke nijadperest de jiyana xwe ji dest dabû, meşek li dar xist û daxuyaniyek da. Di meş û daxuyaniyê de banga piştgiriya ji bo Rojava hat kirin.

Platfomra Saziyên Demokratîk a Wanê, ji bo ciwanê ji Kobanê Baran Ebdî ku duh li navçeya Tarsusa Mêrsînê ji aliyê kesekî MHPî ve hatibû qetilkirin, meşek li dar xist û daxuyanî da. Girse ji avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya navçeya Artemêtan heta Kolana Hunerê meşiyan û di meşê de “Bijî berxwedana Rojava”, “Yek e yek e yek gelê Kurd yek e” û “Wê Rojava ji DAIŞê re bibe goristan” hatin berzkirin. Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan, parlementerên DEM Partiyê yên Wanê Gulderen Varli û Zulkuf Ûçar, hevserokên DBP û DEM Partiyê yên Wanê, nûnerên saziyên sivîl û gelek welatî tev li meş û daxuyaniyê bûn.

‘Em ê hertim li gel xwîşk û birayên xwe bin’

Hevşaredar Abdullah Zeydan piştî meşê li Kolana Hunerê axivî û diyar kir ku gelê Rojava ev 13 sal in li hember erişên çeteyên DAIŞê yên wehşî ku serê mirovan jê dikin, mirovan di şewitinin û êrişî nirxên mirovahiyê dikin, berxwedaneke pîroz didin. Abdullah Zeydan destnîşan kir ku ev çete careke din dest bi êrişan kirine û got: “Gelê Rojava ji bo me xeta sore û armanca we ya qetilkirina gelê Rojava, jin û zarokan vala ye û em tu carî nahêlin hûn gelê me qirbikin. Dê gelê Kurd li cem xwîşk û birayên xwe yên li Rojava bisekine. Gelê Rojava ti caran zordestî, zilm û neheqiyê li ti kesî nekir. Ti kes qetil nekir, ti caran zorî li Turkmen, Ereb, Durzî hwd. lê nekirine. Em Kurd in û Xwedê em Kurd dane vê cihanê, heqê me heye ku em li ser axa xwe azad bijîn. Ji ber vê yekê em her tim li gel xwîşk û birayên xwe yên li Rojava ne.”

‘Ev komplo ye’

Abdullah Zeydan diyar kir ku heke dewlet di pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” de samîmî be, divê dest ji wan êrişên li ser Kurdan berde. Abdullah Zeydan anî ziman ku divê ev mertalên polîsan ên li pêşiya Kurdan bên rakirin û wiha pê de çû: “Heke em bira bin, divê hûn jî bêjin ‘em bi hev re destkeftiyên gelê Kurd biparêzin.’ Lê mixabin em dibînin ku weke nêzikatiyeke provokator îro piştewaniya van çeteyên wehş tê kirin. Dûh 5 zarokên Kurdan ji ber sermayê û ji ber birçiyatiyê jiyana xwe ji dest dan. Duh li Reqqayê di malbateke Kurd de 6 kes hatin qetilkirin. Vê sibê jî zarokek 13 salî ji ber sermayê jiyana xwe ji dest da. Her wiha xortekî ciwan yê ji Kobanê Baran Ebdî ku li Mersinê jiyan dikir, di encama êrişekê de jiyana xwe ji dest da. Ev qetlîama li ser Baran Abdî pêk hatî kompoleyeke aşkera bû. Daxuyaniya Walî jî nîşan dide ku di xwazin vê qetlîamê bipêçin û veşêrin. Divê dewletên desthilatdar demildest ji van komplo û lîstikên xwe yên qirêj ên li ser Rojava berdin. Em ê her tim li cem gelê xwe yê Rojava bin û em ti caran wan bi tenê nahêlin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

Etîket: ciwanê ji Kobanê Baran EbdîHevşaredar Abdullah ZeydanPlatforma Saziyên Demokratîk a Wanê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Dosye-1: Li Wanê zêdebûna tundûtûjiya nav civakê  Zeydan û Ondîl: Divê komîsyonên çareseriyê bên avakirin

Dosye-1: Li Wanê zêdebûna tundûtûjiya nav civakê
Zeydan û Ondîl: Divê komîsyonên çareseriyê bên avakirin

22 GULAN 2026
Li Wanê 4ê Nîsanê bi coşeke mezin hat pîrozkirin

Li Wanê 4ê Nîsanê bi coşeke mezin hat pîrozkirin

4 NÎSAN 2026
Şedal: Bizanebûn 15ê Sibatê hilbijartin   Zeydan: Feydeya tayînkirina qeyim ji kesî re nîn e

Şedal: Bizanebûn 15ê Sibatê hilbijartin
Zeydan: Feydeya tayînkirina qeyim ji kesî re nîn e

18 SIBAT 2026
Wan ji bo Rojava meşiya: Taxên Kurdan bi qestî veguherandine qada şer

Wan ji bo Rojava meşiya: Taxên Kurdan bi qestî veguherandine qada şer

8 ÇILE 2026
‘Eşkerekirina cihê gora Seyîd Riza ji bo aştiyê gelek girîng e’

‘Eşkerekirina cihê gora Seyîd Riza ji bo aştiyê gelek girîng e’

15 MIJDAR 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne