• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Dêrika serxetê ji bo Rojava meşiya: Hişê me li Kobanê û Rojava ye

Mêrdîn / AW

26 ÇILE 2026 - 15:16
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Salîha Aydenîz a di meşa li dijî êrişên li ser Rojava ya li navçeya Dêrikê hate lidarxistin de axivî, salvegera 11emîn a rizgarkirina Kobanê silav kir û got: “Îro hemû Kurd bûne yek. Hişê wan li Kobanê û Rojava ye. Em bibin Kobanê û Rojava.”

Platforma Saziyên Demokratîk têkildarî êrişên li dijî Rojava li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê meşek li dar xist. Parlamenterên DEM Partiyê, hevşaredar, endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî di nav de gelek kes tev li meşê bûn.

Girseya ku li ber avahiya postexaneyê kom bû pankartên li ser “Rojava berxwedan e, azadî ye, wijdan e, nikare teslîm bê girtin. Xwedîderketina li Rojava Xwedîderketina li Mirovahiyê ye” û li ser “Jin jiyan azadî” dinivîsî û kezî li ser bûn hilgirtin û dowîzên “Jin jiyan azadî”, “Keziyên me berxwedan e”, “Rojava xeta me ya sor e” û “Rojava rûmeta me ye”, “Kezî têkoşîne, azadî ye, rûmet e”, “Heta em azad nebin hûn rehetiyê nabînin”, “Li Kobanê zarok dicemidin”, “Li Kobanê komkujiya zarokan heye”, “Bi berxwedanê em ê serbikevin”, “Zarokên Kobanê ne bi tenê ne” rakirin. Girseyê li vir dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” , “Rojava Rojhilat e, Kurdistan yek welat e” û “Jin jiyan azadî” berz kirin. Jinan beriya meşê keziyên hev hûnandin. Girse ji ber postaxaneyê heta Qada Azadiyê bi berzkirina dirûşm û sirûdan meşiya.

Piştî ku girse gihişt Qada Azadiyê li vir parlamenterên DEM Partiyê yên Mêrdînê George Aslan û Salîha Aydenîz axivîn.

‘Gelê Kurd li çar aliyê cîhanê li ser pêyan e’

George Aslan ê ku ewilî axivî, bi lêv kir ku li çar aliyê Kurdistan, Tirkiye û cihanê gelê Kurd li dijî êrîşên ser Rojava li ser piyan e û anî ziman ku di sedsala 21emîn de dîsa xiyanet li gelê Kurd hatiye kirin. George Aslan bal kişand ser banga 27ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Bi banga 27ê Sibatê ve ji bo lîstikên dewletên emperyalîst vala bê derxistin û aştî bê avakirin ev pêvajo hate destpê kir. Em hemû gelê li çar aliyan dikarin bi hev re bijîn û lîstikên wan pûç bikin. Rêveberên dewletê ji bo aştiyê kar nakin. Şûna ku destê xwe dirêjî kesên aştiyê dixwazin bikin, destên xwe dirêjî kesên ku kurdan qetil dikin, dikin. Em alîgirên aştiyê ne û aştiyê dixwazin. Heta ku ji destên me bên em ê aştiyê biwazin û di nav hewldanê de bin. Bila rayedarên dewletê jî bi vî awayî nêz bibin. Gelê Kurd dê li hemberî emperyalîzmê serî netewîne.” George Aslan bi minasebeta salvegera 11emîn a rizgarkirina Kobanê ji gelê Kobanê re silav şand.

‘Kobanê neket wê nekeve’

Saliha Aydenîz a pişt re axivî, bi minasebeta salvegera rizgarkirina Kobanê berxwedana gelê Kobanê silav kir û wiha got: “11 sal berê digotin ‘Kobanê ha ket ha dikeve’. Lê Kobanê neket û rizgar bû. Dê rizgariya wê berdewam bike. 11 sal berê gelê Kurd, gelê Kobanê û jinên Kurd li hember çeteyên DAÎŞê li ber xwe dan. Lê dewletên dagirker û navneteweyî ji bo vê carê Kobanê bixin û jinan tune bikin îro bûne yek. Ji bo Kobanê bêstatu bihêlin vê yekê dikin. Çawa ku jin û gelê Kurd wê deme pêşengî kirin dê îro jî pêşengiyê bikin. Kobanê neket û nakeve. Di sedsala 21an de 6 zarok ji sermayê jiyana xwe ji dest dan. Em vê yeke qebûl nakin. Kesên ku çavên xwe ji vê yekê re girtine û bêdeng in hevkarê vê komkujiyê ne. Bi komkujiya kurdan re dixwazin li Rojhilata Navîn şer bimeşînin. Ev fragmana şerê Rojhilata Navîn e. Divê hemû kes vê yeke baş bizanibe. Kesên ku destûrê nadin çavkaniyên jiyanî biçin Kobanê, bila baş bizanibin ku gel bi gelê xwe yê li Kobanê û Rojava re be. Em dibêjin demildest korîdora mirovî vekin. Ger ku hûn kujerên zarokan nînin vê korîdorê vebikin. Îro bi mîlyonan kes li cem gelê Kobanê ne.”

‘Em bibin yek’

Saliha Aydenîz destnîşan kir ku gelê Kurd li çar aliyê cihanê bûye yek û bi lêv kir ku dirûşma “Yek e yek e yek e, Kurdistan yek e” her deverê belav bûye. Saliha Aydenîz, axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “İro hemû kurd bûye yek. Hişê wan li Kobanê û Rojava ye. Em ê yekîtiya xwe xûrttir bikin. Em li Bakûr, Başûr, Rojhilat û Rojava bibin yek. Em bibin yek bibin Kobanê, Rojava, Hesekê, Eşrefiyê. Pêwîste em vê berxwedana xwe mezin bikin. Gelê Kurd îro berxwedan daye pêşiya xwe. Bila bizanibin gelê Kurd bi hezar sal in li ser vê axê jiya ye û wê bijî jî.”

Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” û “Jin jiyan azadî” bi dawî bû. Her wiha ji bo meşa sibê li navçeya Nisêbînê bê lidarxistin jî banga tevlibûnê hate kirin.

Etîket: Berxwedana RojavaPiştgiriya Rojavayekitiya Kurdan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Berwarî: Metirsî li ser Başûrê Kurdistanê heye divê yekîtiya neteweyî pêk were

Berwarî: Metirsî li ser Başûrê Kurdistanê heye divê yekîtiya neteweyî pêk were

4 TEBAX 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Dibêjin lê napêjin’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Dibêjin lê napêjin’ derket

22 HEZÎRAN 2026
Ahmet Karamus: Me ji bo statuya Kurdan serî li NYê da, em li benda biryarê ne

Ahmet Karamus: Me ji bo statuya Kurdan serî li NYê da, em li benda biryarê ne

9 HEZÎRAN 2026
Kurd yekîtiya xwe nîqaş dikin: Divê her kesek bibe qasidê yekîtiyê

Kurd yekîtiya xwe nîqaş dikin: Divê her kesek bibe qasidê yekîtiyê

27 NÎSAN 2026
Hevberdevka Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Êdî siyaset nikare guhê xwe li gotinên gel bigire

Hevberdevka Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Êdî siyaset nikare guhê xwe li gotinên gel bigire

23 NÎSAN 2026
Ahmet Karamus: Şerê li Îranê êdî yekîtiya Kurdan ferz dike

Ahmet Karamus: Şerê li Îranê êdî yekîtiya Kurdan ferz dike

2 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne