• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Hiqûqnasên Amedê: Li ser pergala wekheviyê metirsî hene

Gulizar Turkoz / AW

25 ÇILE 2026 - 11:13
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Serokê Baroya Amede Abdulkadîr Guleç û Hevserokê OHDa Amedê Mûhîttîn Mûgûç bal kişandin ser binpêkirina mafan yên li Rojava û wiha gotin: “Li ser pergala wekheviyê metirsî hene.”

Li dijî destkeftî û hebûna Kurdên li Rojava êrişên çeteyên HTŞê, DAIŞê û girêdayî Tirkiyeyê didomin. Komên çeteyan dixwazin Kurdan ji herêmên ku tê de dijîn neçarî sirgûnê bikin, mafê jiyanê, mafê xwe birêvebirinê, mafê ewlehiyê ji holê rakin û Kurdan bêstatû bihêlin.

Serokê Baroya Amede Abdulkadîr Guleç û Hevserokê OHDa Amedê Mûhîttîn Mûgûç derbarê êrişên çeteyan û binpêkirina mafên Kurdên li Rojava ji ajansa me re axivîn.

‘Pergala wekheviyê ketiye talûkeyê’

Abdulkadîr Guleç anî ziman ku li Rojava pergaleke li ser bingeha wekhevî ewlehia gelan hatibû avakirin, lê piştî komên cîhadîst ên wekî HTŞê, Colanî hat ser desthilatê ev pergal ket talûkeyê û wiha got: “Piştî rejîm hat avakirin bi Amerîka û dewletên din re têkilî hatin danîn. Lê mixabin, di serê Çileyê de êrîşên li ser Kurdan û baweriyên din dest pê kirin. Bi kuştin û êrîşên hovane, ew pergala Rojava ket talûkeyê. Îro Rojava, Kobanî, Hesekê û bajarên din di bin dorpêçê de ne. Kesên ku duh êrîşî Kurdan, Elewiyan û Durziyan dikirin, îro li Sûriyeyê bûne desthilatdar. Ev metirsiyeke mezin e.”

‘Divê ewlehiya gelan hebe’

Di berdewama axaftina xwe de Abdulkadîr Guleç, bang li Amerîka, Neteweyên Yekbûyî û Koalîsyona Navneteweyî kir û got: “Ewlehî ne tenê ji bo berjewendiyên dewletan, ji bo gelên herêmê jî be. Ew pergala ku hatibû avakirin, divê bi rê û rêbazên demokratîk ve were xurtkirin. Divê ev bi êrîşên hovane ve neyê valakirin.”

Di dawiya axaftina xwe de Abdulkadîr Guleç bal kişand ser geşedanên li Kurdistan û Tirkiyeyê û wiha pêde çû: “Li Tirkiyeyê behsa pêvajoyekê tê kirin. Heke meseleya Kurd bi rêbaza demokratîk bê çareserkirin, divê were zanîn ku gelê Rojava jî xizmên me ne. Pirsgirêkên li wê derê, bandorê li vê derê jî dike. Em aştiyeke bi rûmet dixwazin. Ev ji bo Tirkiyeyê û Sûriyeyê jî pêwîst e. Divê bi hişmendiyê nêzîkî Rojava bibin.”

‘Gelê Kurd şer naxwaze’

Hevserokê OHD’ê Muhîttîn Mûgûç jî ser polîtîkayên navneteweyî yên li dijî Kurdan axivî û wiha got: “Dewletên dagirker bi awayekî hevpar tevdigerin da ku Kurd li cîhanê nebin xwedî nasname û statû. Dîrok nîşan dide ku berxwedan para gelê Kurd e. Îro derfetên Kurdan di qada dîplomasî û têkoşînê de zêdetir in û em bawer in dê bi ser bikevin. Rastiyeke mezin e ku Kurd şer naxwazin. Lê eger şer li wan bê ferzkirin û rêyeke din nemîne, gelê Kurd mecbûr e ku têkoşîna xwe bide.”

‘Mafê mirovan tê binpê kirin’

Muhîttîn Mûgûç da zanîn ku li Rojava mafên mirovan tê binpêkirin û wiha derbirî: “Em wek saziyên hiqûqnas, dibêjin tiştên ku li Rojava diqewimin, binpêkirina mafê mirovan û mafê jiyanê ne. Ev tu carî nayê qebûlkirin. Em wan şermezar dikin û em bawer in ku êrîşên li ser gelê Kurd dê di demeke nêz de, têk biçin.”

Etîket: Êrişên çeteyên HTŞê DAIŞê û TirkiyeyêHevserokê OHDa Amedê Mûhîttîn MûgûçSerokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Serokê Baroya Amedê: Divê Kurd di makeqanûnê de cih bigirin

Serokê Baroya Amedê: Divê Kurd di makeqanûnê de cih bigirin

1 ADAR 2026
Mûgûç: Mafên hiqûqî pêk neyên, pêşketina siyaseta demokratîk ne pêkan e

Mûgûç: Mafên hiqûqî pêk neyên, pêşketina siyaseta demokratîk ne pêkan e

26 SIBAT 2026
Arîn Mihemed ji bo parastina mafên Kurdan banga avakirina komîteyeke hiqûqê kir

Arîn Mihemed ji bo parastina mafên Kurdan banga avakirina komîteyeke hiqûqê kir

19 SIBAT 2026
‘Divê Deriyê Sînor demildest were vekirin’

‘Divê Deriyê Sînor demildest were vekirin’

27 ÇILE 2026
Guleç: Divê yasayên entegrasyona demokratîk bên çêkirin

Guleç: Divê yasayên entegrasyona demokratîk bên çêkirin

17 KANÛN 2025
Tahir Elçî di salvegera 10emîn de hate bibîranîn: Ji ber ku aştiyê parast hate kuştin

Tahir Elçî di salvegera 10emîn de hate bibîranîn: Ji ber ku aştiyê parast hate kuştin

28 MIJDAR 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne