• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ala berxwedanê Silêmanî bilind dike

Silêmanî / AW

24 ÇILE 2026 - 18:45
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Yek ji herêma ku piştgiriyeke xurt dide berxwedana Rojava bajarê Silêmaniyê ye. Silêmanî ev bi rojane li ser piyan e. Bi çalakiyên girseyî ku bi deh hezaran kes beşdar dibe bajar dibe qada çalakiyê. Her wiha şêniyên Silêmanî bi kampanyayên alîkariyê jî piştevaniya Rojava dike. Ji roja ewil ve ji Silêmaniyê bi sedan welatî berê xwe dane Rojava û di refên berxwedanê de cih girtin.

Piştî êrişên li ser Helebê û vê dawiyê li tevahiya Rojava belav bû, çar aliyên Kurdistanê û li cîhanê Kurdan rakir ser piya. Yek ji herêma ku ji bo piştgiriya Rojava rabû ser piyan Silêmanî bû. Gelê Silêmanî bi rojane li ser piyan e û piştgiriya xwe ji bo Rojava radigihîne. Duh bi deh hezaran şêniyên bajêr rabûn ser piyan û bi meşa xwe bajar hejandin. Bi qasî zêdebûna girseyê hêrsa gel jî deng veda û zêde bû. Bertek li dijî çeteyan û parazvanên wan Tirkiye û hêzên navnetewî bûn. Di meşa mezin de bê navber dirûşm hatin berzkirin, dovîz û pankartên ku piştgiriya Rojava dikin radikin û ji ber dirûşmên li Silêmaniyê navê Rojava olan dide.

Gelê Silêmanî dîsa li ser piya bû

Îro jî bi deh hezaran kes xelkê Silêmanî daketin kolanan û ji bo piştgiriya Berxwedana Rojava di nava çalakiyê de bûn. Piştî pêşkêşkirina Orkestraya Hunerî û Parastina Welat li ser Rêya Salim ya Silêmaniyê dest bi meşeke girseyî ya bi tevlibûna hemû beşên civakê kir.

Bi hezaran ku ji hunermend, nivîskar, nûnerên aliyên siyasî, mamosteyên ol, jin, ciwan û hemû beşên civakê tevlî meşê bûne.

Di meşê de ala Herêma Kurdistanê, YPG û QSD hatin bilindkirin. Bê navber dirûşmên ‘Bijî Berxwedana Rojava’, ‘Yeke Yeke Yeke Kurdistan Yeke’, ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û ‘Rojava Ne Bi Tenê Ye, Deriyê Azadiyê Ye’ hatin qîrkirin. Di meşê de gelek pankart hatin hildan ku piranî ‘kezî’ li ser hebûn. Bi vê yekê peyamek dan ku çeteyên destdirêjî porên şervanên YPJ’ê kirîn hate nîşandan. Berî destpêkirina meşê ji aliyê Orkestraya Ciwanên Newaw ve konserteke hunerî û dirûşmên parastinê hate pêşkêşkirin.

Alîkariya mirovî û tevlibûna fizîkî

Ne tenê meş û çalakiyên girseyî, şêniyên Silêmanî her wiha bi piştgiriyên xwe yên mirovî jî li cem Rojava ne. Kampanyayên ji bo alikariyê bê navber didomin. Bi hezaran mirov ji bo alîkariya maddî bidin bûne seferber.
Her wiha di destpêka êrîşan de bi sedan ciwan û kesên welatiyên Silêmanî bi awayekî girseyî çûne Rojava û piştgiriya xwe ya fizîkî jî dane nişandan.

Bajarê Silêmanî careke din da nişandan ku ew ala berxwedanê ku li Rojava hate hildan dê bilind bike û têkoşîna li dijî zilmê qebûl neke.

Etîket: Berxwedana RojavaÇalakiyên Piştgiriya RojavaGelê SilêmaniyêPiştgiriya RojavaRojava Rojhilat e Kurdistan Yek Welat e
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Koma Berxwedan bi mîsyoneke nû vedigere qadan

Ji Koma Berxwedan straneke nû: Rojava Rojhilat e Kurdistan Yek Welat e

14 NÎSAN 2026
Kobanê, Kaniya Kurdan û Miştenûr xweş xuya dikin lê sînor heye

Şam peymanê pêk naîne: Dorpêça Kobaniyê didome

5 SIBAT 2026
Xelkê Kobanê ji bo parastina destkeftiyên xwe meşiya

Xelkê Kobanê ji bo parastina destkeftiyên xwe meşiya

4 SIBAT 2026
Kobanê, Kaniya Kurdan û Miştenûr xweş xuya dikin lê sînor heye

Kobanê, Kaniya Kurdan û Miştenûr xweş xuya dikin lê sînor heye

4 SIBAT 2026
Delîl Zîlan: Bi pêşengiya Ocalan li Rojava wê Kurd xwe bi rê ve bibin

Delîl Zîlan: Bi pêşengiya Ocalan li Rojava wê Kurd xwe bi rê ve bibin

3 SIBAT 2026
Keskîn Bayindir: Keziyên jinan dê HTŞê jî têk bibe

‘Baweriya gelê Kurd bi Hikûmeta Demkî ya Şamê nayê’

3 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne