• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Xizmên Windayan di dorpêça polîsan de li aqûbeta Taniş û Denîz pirsîn

Amed / AW

24 ÇILE 2026 - 13:56
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Xizmên Windayan û rêveberên ÎHDa Amedê di hefteya 885emîn de di dorpêça polîsan de li aqubeta Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz pirsîn.

Xizmên Windayan û Rêveberê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin li pêşberî Bîrdariya Mafên Jiyanê ya Parka Koşuyolu ya Amedê di hefteya 885emîn de çalakiya xwe ya heftane berdewam kirin.

Xizmên Windayan, endam û rêveberên ÎHDê, rêveberên DEM Partiyê û nûnerên rêxistinên sivîl tev li çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan.

Polîsan bi hinceta biryara “qedexekirina çalakî, meş û daxuyanî” ya ku ji aliyê Walîtiya Amedê ve hatiye girtin, kirin hincet û hewl dan çalakî neyê kirin. Lê tevî vê yekê jî çalakî di dorpêça polîsan de hate lidarxistin.

Xizmên Windayan û ÎHDê vê hefteyê li aqûbeta Serokê HADEPa Silopiya Serdar Taniş û rêveberê HADEPa Silopiya Ebûbekîr Denîz ku 25ê Çileya 2021an de hatibûn windakirin, pirsîn û xwestin kujer werin darizandin.

‘Li Rojava yê mafê mirovan tê binpêkirin’

Sekreterê ÎHDa Amedê Firat Akdenîz pêşî axivî û bertek nîşanî astengiya polîsan da û anî ziman ku êrişên li ser Rojava li dijî mirovahiyê ne. Akdenîz da zanîn ku bi wan êrişa mafên mirovan tên binpêkirin û got: “Yên ku duh behsa biratiya hezar salan dikirin, îro ji zilma ku li ser Kurdan tê kirin, li çepikan didin. Em wan êrişan şermezar dikin.”

Aqûbeta Denîz û Taniş hê jî ne diyar e

Rêvebera ÎHDa Amedê Berfîn Elçî jî metna daxuyaniyê xwend û bal kişand ser windakirina Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz û wiha got: “Serdar Taniş ê 25 salî û hevalên xwe li Silopiyê dest bi xebatên vekirina rêxistina HADEPê dikirin. Fermandarê Leşkeriya Şirnexê Levent Ersoz gef li her du siyasetmedaran xwar û zextên giran li gelê Silopiya dikir. Tevî hemû zext û zordariyan jî di 3yê Çileya 2001ê de rêxistina HADEPê hate vekirin û Serdar Taniş bû Serokê rêxistina navçeyê. Di 25ê Çileya 2001ê de Fermendariya Cendirmeyan a Silopiyê li Serdar Taniş digere û jê dixwazin ku biçe Fermandariya Cendirmeyan. Serdar Taniş, bi rêveberê navçeyê Ebûbekîr Denîz re diçe Fermandariya Cendirmeyan a Silopiyê û pişt re ji wan tu agahî nayê girtin. Li ser vê yekê malbatan serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) didin. DMMEyê derbarê kuştina Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz de biryar da ku dewleta Tirk berpirsiyar e.”

Piştî daxuyanî hate xwendin ji bo bîranîna Taniş û Denîz û hemû windayan di dorpêça polîsan de deqeyek çalakiya rûniştinê li dar xist.

 

 

Etîket: Ebûbekîr DenîzÎHDa AmedêSerdar TanişXizmên windayan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xizmên Windayan xwestin kujer werin darizandin

Xizmên Windayan xwestin kujer werin darizandin

3 COTMEH 2026
Dayikên Şemiyê aqûbeta Îbrahîm Gundem pirsîn

Dayikên Şemiyê aqûbeta Îbrahîm Gundem pirsîn

3 COTMEH 2026

Edalet tune be aştî jî pêş nakeve

26 ÎLON 2026
Xizmên Windayan: Em dixwazin kesên berpirsyar bên darizandin

Xizmên Windayan: Em dixwazin kesên berpirsyar bên darizandin

19 ÎLON 2026
‘Tenê yek daxwaza Berfo Kirbayir hebû ew jî dîtina kurê xwe bû’

‘Tenê yek daxwaza Berfo Kirbayir hebû ew jî dîtina kurê xwe bû’

19 ÎLON 2026
‘Atîlla Ugur kujerê windayan e’

‘Atîlla Ugur kujerê windayan e’

19 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne