• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Platforma Ked û Demokrasiyê: Nikarin têkoşîna gelan asteng bikin

Amed / AW

15 ÇILE 2026 - 19:09
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê têkildarî hewldanên komkujiyê yên li taxên Helebê û sûcên mirovahiyê yên çeteyan daxuyanî da û peyama “Nikarin têkoşîna jiyana wekhev û birûmet a gelan asteng bikin” hat dayîn.

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê têkildarî hewldanên komkujiyê yên li taxên Helebê tên kirin li ber Plazaya AZCê ya semta Ofîsa navçeya Bajarê nû ya Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em ê êrişên li ser Rojava û sûcên li hemberî mirovahiyê bi hev ee rawestînin” hate vekirin û girse dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Şehîd namirin” û “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e” berz kirin.

‘Tekane çareserî ew e ku gel bi hev re, wekhev û hevpar bijîn’

Hevseroka Şaxa Egitim Senê ya Hejmara 2yan Duygu Ozbay beriya daxuyaniyê axivî. Duygu Ozbay diyar kir ku gelê Kurd li wir, bi gelên Ereb, Durzî û Suryan re li dijî tarîtiyê, têkoşîna ronahiyê dide û wiha axivî: “Ne bi çeteyên barbar û cîhadîst re; divê mirov bi gelên ku bi rastî têkoşîna rûmetê didin re bibe hevpar û bi wan re cîrantiyê bike. Îro divê hemû dewletên Rojhilata Navîn balê bikişînin ser vê yekê. Dîsa ji vir, ji bo bidawîkirina hemû komkujiyan û polîtîkayên şer û her wiha ji bo avakirina riya aştî û diyalogê, em li ser navê Platforma Ked û Demokrasiyê bangewaziya xwe nû dikin: Ya ku wê Rojava rizgar bike û ya ku wê Rojhilata Navîn rizgar bike jî, li ber çav girtina vîna jiyana hevpar a gelan e. Tekane çareserî ew e ku gel bi hev re, wekhev û hevpar bijîn. Navê vê jî îro wekî rêveberiyên xwecihî yên demokratîk tê pênasekirin. Ji ber vê yekê, em îro daxwaz dikin ku  vîna jiyana hevpar a gelan were esasgirtin û ev êrîş demildest werin bidawîkirin.”

‘Kuştin û jiholêrakirina Rojava di meriyetê de ye’

Piştre Hevserokê Şaxa Egîtîm Senê ya Hejmara 2yan a Amedê Serhat Kiliç daxuyaniya bi Kurdî xwend. Serhat Kiliç diyar kir ku êrişên ku li ser taxên Helebê yên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bênavber tên meşandin, bênîqaş û aşkere sûcê li dijî mirovahiyê ne û wiha pê de çû: “Ev êrîşên ku bi çekên giran yên ji hêla komên çekdar ên girêdayiyê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ve tên meşandin; rasterast li hemberî sivîlan hatiye bikaranîn û jin û zarok jî di nav de bûye sedema mirina gelek sivîlan. Bombebarankirina sîstematîk a qadên niştecihan nîşan dide ku bi qestî mafê jiyana sivîlan tê binpêkirin û tê xwestin ku taxên Kurdan veguherin qada şer.Tiştên ku li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tên jiyîn yên ku wekî berdewama 3yemîn Şerê  Cîhanê ye û tenê wekî “pevçûneke herêmî” an jî qeyraneke ewlehiyê ya demborî dikare were nirxandin. Xuya ye; stratejiyeke berfirehtir a kuştin û jiholêrakirina Rojava di meriyetê de ye.”

‘Dixwazin Kurdan ji cih û warên xwe yên dîrokî derxin’

Serhat Kiliç anî ziman ku mirovan bi darê zorê ji cih û warên xwe hatine derxistin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dixwazin Kurdan ji cih û warên xwe yên dîrokî derxin. Careke din bi deh hezaran mirov bi darê zorê ji cih û warên xwe tên derxistin. Tê xwestin jiyana ku bi salan e hatiye sazkirin û bîra hezar salan û pêwendiyên civakî ji hev du bela wela bikin. Amerîkaya serdema Trump, ji bo ku qeyrana kapîtalîst a ku kûr bûye bi rê ve bibe hem di nav xwe de û hem jî di nav welatên pêgirtî de faşîzmê bi rêk û pêk xurt dike. Stratejiya wan ev e ku gel berê xwe nedin alternatîfên şoreşgerî û gelparêz, ev îxtîmal tê astengkirin. Lewma ye her ku hevdîtineke bi hêzên navneteweyî re tên kirin di encamê de em bi komkujî, şer û zextan re rû bi rû dimînin.”

‘Wekhevıya Kurdan bûye mijara bazariyê’

Kiliç destnîşan kir ku li Parîsê hevdîtinên bi navê pêşeroja Sûrıyeyê û piştî vê hevdîtinê di nav çend rojan de êrîşên li ser Rojava dest pê kirin û wiha got: “Ev tişt ji me re têkiliya hevdîtinên Parîsê û van êrîşan nîşan didin. Dîplomasiya ku li Parîsê tê meşandin careke din nîşan da ku hîn jî îradeya pêkvejiyana wekhevî ya Kurdan mijara bazariyê ye; bi darê zorê ji cih û warê xwe derxistin hîn jî rêbazeke tasfiyekirinê ye û modelên demokratîk ên herêmî çi qasî ji polîtîkayên hêzên global re bibe asteng ew qasî jî ji wan re dibe hedef.”

 ‘Komên cîhadîst her ku pêdivî tê dîtin ber bi qadan ve tên ajotin’

Serhat Kiliç anî ziman ku dema ku li Helebê êrîş birin li ser Kurdan, di heman demê de Îsraîl li gelek cihên stratejîk ên Sûriyeyê alayê xwe daliqand û wiha domand: “Ev tişt nîşaneya lihevkirina Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û Îsraîlê ye. Her tişt aşkere li holê be jî vê carê îddîa kirin ku SDG û Îsraîl pevre ne. Dixwazin heqîqetê şolî bikin û di encamê de Kurd tenê werin hiştin û bibin hedefên gelên Rojhilata Navîn.Îro şerê ku tê meşandin ji şerê klasîk ê eniyê cudatir e. Yek ji taybetmendiyên vê şerê bi wekaletan rewakirina  tundiyê ye. Dewlet rasterast berpirsiyariyê nagirin û li ser komên cîhadîst û paramîlîteran mudaxeleyî qadan dikin; bi vî awayî hem hovîtiya li qadê tûndtir dibe û hem jî berpirsiyariya siyasî tê şolîkirin. Komên cîhadîst-selefî her ku pêdivî tê dîtin ber bi qadan ve tên ajotin; gelên rojhilata navîn berdêla van stratejiyên qirêj bi giyanên xwe didin. Ahmet Şara yê ku duh terorîstekî cîhadîst bû lê  îro hatiye serê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê, ev tişt vê pergalê vekirî nîşan dide. Wê tu carê Ahmet Şara nebe temsîlkarê rastîn ê Durziyan, Elewiyan, Suryaniyan, Ermeniyan û Kurdan. Ev mentalîteya ku vîna  xwebirêvebirin û bi awayekî wekhev pêkvejiyana gelan nas nake; dixwaze yek nasname, yek ziman, yek bawerî û dewleta neteweyî ya merkezî pêk bîne; li Sûriyeyê û Rojhilata Navîn encax bi zext û zorê, bi komkujiyan û bi tundiyeke domdar dikare li piyan bimîne.”

‘Çareseriyeke rastîn heye ew jî aşitiyeke birûmet e’

Ddawiya daxuyaniyê de Serhat Kılıç destnîşan kir ku gelê Kurd ji ber ku bi hebûna xwe nakokiyên vê projeyê derxistiye holê, bi awayekî sîstematîk hatiye hedefgirtin; bûye hedefa êrîşên siyasî û demografîk, û wiha derbirî: “Cihguhertina hêzên radîkal ên ku li derdora Helebê birêxistin bûne tenê ne vebijêrkeke ewlehiyê ye; rewşa rojanekirina xeteke îdeolojîk a dîrokî ye. Wekî Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, em êrîşên ser gelê Kurd, polîtîkayên bi darê zorê ji cih û warên xwe derxistin û konsepta şer a ku vîna gelan tune dihesibîne red dikin. Ev tiştên ku li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê hatin jiyîn wê neyên jibîrkirin. Nikarin têkoşîna jiyana wekhev û birûmet a gelan asteng bikin. Li ku derê cîhanê dibe bila bibe em zanin ku li hemberî şer û pevçûnan tenê çareseriyeke rastîn heye ew jî aşitiyeke birûmet e û em ê ji bo vê yekê her tim têbikoşin.”

  

Etîket: AmeddaxuyanîêrîşHelebplatform
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

20 TEBAX 2026
Li Silopya berteka li dijî santrala termîkê: Demildest bigirin

Li Silopya berteka li dijî santrala termîkê: Demildest bigirin

20 TEBAX 2026
Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

20 TEBAX 2026
Xebatên şaredariya Peyasê yên li dijî tundiya li ser jinan didome

Xebatên şaredariya Peyasê yên li dijî tundiya li ser jinan didome

19 TEBAX 2026
Ciwanên Stenbolê: Em xwedî li taxên xwe derkevin

Ciwanên Stenbolê: Em xwedî li taxên xwe derkevin

19 TEBAX 2026
Li Amedê qeza: Jinek mir kesek jî birîndar bû

Li Amedê qeza: Jinek mir kesek jî birîndar bû

19 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne