• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Tirkiye li cem çeteyên HTŞê û SMOyê sekinî’

Esra Polat / AW

15 ÇILE 2026 - 11:19
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Endamê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê Îbrahîm Şêxo bal kişand ser êrişên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê û wiha Got: “Êrişî nexweşxaneyan kirin û sûcên şer kirin. Tirkiye jî li kêlaka wan bû.”

 

Di 6ê Çilê de Çeteyên HTŞ û SMOyê êrişî taxên Şêxmeqsud û Eşrefiye yên Helebê kirin. Di êrişan de gelek sivîl hatin qetilkirin û sedhezaran jî hatin koçberkirin. Endamê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn û Sûriyeyê Îbrahîm Şêxo bertek nîşanî binpêkirina mafê mirovan ên hatine pêkanîn da û derheqê êrişan ji ajansa me re axivî.

‘Gelek kes bi awayê hovane hatin kuştin’

Îbrahîm Şêxo diyar kir ku di 6ê meha Çileyê de bi piştgiriya dewleta Tirk, Çeteyên HTŞ û SMOyê bi tanq û topan ve êrişî taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê kirin û got: “Di van êrişên hovane de de gelek kes bi hovane hatin kuştin û bi sedan kes jî birîndar bûn. Ev şer li dijî mirovahiyê ye û sucê şer e. Çi qanunan nas nakirin, êrîşî nexweşxaneyan kirin û ev yek dijî mirovahiyê sûc e. Qanunên mafên mirovan jî pêk binpê dikin.”

‘Rêxistinên mafan erkên xwe pêk neanîn’

Îbrahîm Şêxo diyar kir ku wan binpêkirinan belge kirine û derbarê pêvajoya şopondina daraza van binpêkirinan wiha axivî: “Em wek saziyên mafên mirovan, binpêkirinan belge dikin. Daxwaza me ew e ku binpêkirin bisekinin. Em van belgeya dişinin komiteya lêpirsînê yên saziyên navdewletî da ku li ser van binpêkirinan bisekînin. Em dixwazin şer û pevçûn bisekinin. Em dizanin komiteya lêpirsînê ya rêxistina mafên mirovan, erkê xwe ev 14 sal in bi cîh neanî. Ji ber ku denge cengê li vir bilind dibe.”

‘Çete bi Tirkî diaxivîn’

Di berdewama axaftina xwe de Îbrahîm Şêxo destnîşan kir ku li taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê û beriya wê jî li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî sûcên şer ên û sûcên li dijî mirovahiyê pêk hatin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Çete bi zimanê Tirkî diaxivîn. Herwiha çekdarên wan jî bi navê rojnamevan, dîmenan belav dikin. Wek dagirkeriya dewleta Tirkiyeyê ya li Efrîn û Serêkaniyê, dixwazin bajarê Helebê jî di bin kontrola Dewleta Tirk de be. Tirkiye ji xwe alikariya wan kir û bi 42 hezar çeteyên biyanî êriş kirin. Dewleta Tirkiyeyê jî wek fermî li kêleka wan sekinî.”

‘Bila sucdar werin darizandin’

Di dawiya axaftina xwe de Îbrahîm Şêxo diyar kir ku çeteyên girêdayî Tirkiyeyê li ser axa Suriyeyê erişî sivîlan dikin û wiha derbirî: “Ev wek dagirkerî tê pênasekirin. Em dîsa jî dibêjin saziyên navdewletî bil abi erkên xwe rabin û parastina gelê Kurd û gelên li Suriyeyê bikin. Lazim e derbasî Suriyeyê bibin, bila şahidiya sucên li dijî mirovahiyê diqewimin bikin, van sûcan belge bikin da ku ev sucdar hemû werin darizandin.”

Etîket: Çeteyên Girêdayî TirkiyeyêÇeteyên SMO HTŞêtaxên Kurdan Şêx Meqsûd
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Kobaniyê dorpêç didome, qeyrana mirovîn kûr dibe

Li Kobaniyê dorpêç didome, qeyrana mirovîn kûr dibe

27 SIBAT 2026
Wan ji bo Rojava meşiya: Taxên Kurdan bi qestî veguherandine qada şer

Wan ji bo Rojava meşiya: Taxên Kurdan bi qestî veguherandine qada şer

8 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne