• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
03 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

    Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

    Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Heyva Sor a Kurd: 5 endamên me hatin girtin

Gulizar Turkoz / AW

15 ÇILE 2026 - 10:26
Kategorî: MANŞET, ROJANE, TENDURISTÎ
A A
Amed – Serokê Heyva Sor a Kurd Dilgeş Îsa da zanîn ku 5 xebatkarên wan ên li Taxa Şêxmeqsûd dema karê xwe dikirin ji aliyê çeteyên HTŞ û SMOyê ve hatine revandin û bang li saziyên navneteweyî kir ku ji bo endamên wan bên berdan têkevin dewrê.

 

Çeteyên girêdayî HTŞ û SMOyê 6ê Çileyê êrîş li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê kirin. Di êrîşan de gelek sivîl hatin kuştin û sedhezaran welatî ji malên xwe hatin koçberkirin. Endamên Heyva Sora Kurd jî jî roja destpêka êrîşan û heya valakirina taxan li qadê ji bo alîkariya tendurustiya gel xebat dan meşandin. Piştî di 8ê Çileyê de agahî ji 5 endamên Heyva Sora Kurd yên li taxa Şêx Meqsûd dixebitîn qut bû, hat zanîn ku ev endam hatine revandin.

Yên hatine revandin tîmên tenduristiyê ne

Serokê Heyva Sor a Kurd Dilgeş Îsa diyar kir di 8ê Çileyê de, dema ku tîmên wan xwestin sivîl û birîndaran ji herêma şer derxin, hatine revandin û got: “Têkiliya me bi tîma me re qut bû. Me şopand ku endamên me, li gel welatiyên li taxa Şêxmeqsûd, hatin revandin û niha di destê çeteyên girêdayî HTŞ û SMOyê de ne.”

Nasnameya 3 xebatkaran eşkere bûn

Dilgeş Îsa, diyar kir ku wan nasnameya 3 xebatkarên ku hatine revandin eşkere kiriye û ev tişt gotin: “Li gorî agahiyên ketine destê me, li 2 endamên ku me nasnameya wan diyar nekiriye, bi giştî 5 xebatkaren me girtî ne. Navê endamên me yên ku hatine revandin wiha ye; ‘Yûsiv Henan Hemoko (Şofêrê Ambûlansê)’, ‘Ebdo Mihemed Mihemed (Hemşîr)’, Ramî Hisên El-Elî (Berpirsê Nûqteya Tenduristiyê ya Şêx Meqsûd).”

“Berpirsiyar Hikûmeta Şamê ye”

Dilgeş Îsa gumanên xwe yên li ser jiyana xebatkarên tenduristiyê parve kir û wiha got: “Sûcê li dijî ekîba tenduristiyê û gelê wê taxê, hatiye asta sûcên şer. Heke zirar bigihîje jiyana xebatkarên tenduristiyê, berpirsyarî ya hikûmeta Şamê ye.”

Dilgeş Îsa di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser texrîbatên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê hatine pêkanîn û wiha axivî: “Nexweşxaneya Xalid Fecer a li taxa Şêx Meqsûd bi awayekî hovane hatiye topbarankirin û xebatkarên tenduristiyê di bin şert û mercên dijwar de xizmet kirine. 119 birîndarên ji herêmê hatine derxistin, li nexweşxaneyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên dermankirin û 10 birîndar jî ji bo dermankirinê derbasî nexweşxaneyên li Herêma Başûrê Kurdistanê hatin kirin.”

‘Em ji bo alîkariyê her tim amade ne’

Di dawiya axaftina xwe de Dilgeş Îsa de bal kişand ser şerê dom dike û wiha derbirî: “Bangawaziya me ew e ku êriş bên sekinandin. Em wek Heyva Sor a Kurd, xetereya koçberiyê dibînin, xetereya şer a giran dibînin. Niha pêwîst e ku Sûriye aram bibe. 15 sal in ku herêm û bi giştî Sûriye di nava şer de ye. Gelek penaberî çêbû. Niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 10 kampên penaberan hene. Bi rastî jî li herêmê rewşeke zehmet a jiyanê heye. Gelek netew di nava Sûriyeyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dijîn. Heke êrîş li ser herêmê berdewam bikin, dê koçberî zêde bibe. Ev jî zehmetiyeke pir mezin e. Cîhan bi rastî jî nikare hesaba vê yekê bide. Ji bo vê yekê, wek Heyva Sor a Kurd, em dixwazin şer bê rawestandin. Ji bo xelaskirina birîndaran, mudaxeleya lezgîn, xizmeta civaka xwe; em li ser erka xwe ne. Em her demê ji bo her alîkariyê amade ne.”

Banga saziyên navneteweyî

Dilgeş Îsa bang li saziyên pêwendîdar kir ku bila ji bo parastina xebatkarên tenduristiyê yên hatine revandin têkevin dewrê û wiha pê de çû: “Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor (ICRC), Neteweyên Yekbûyî (NY), Ofîsa Koordînasyona Karên Mirovî (OCHA) û Heyva Sor a Erebî ya Sûriyeyê (SARC) bila erka xwe bi cih bînin.”

 

Etîket: Dilgeş ÎsaHeyva Sor a KurdŞêxmeqsûd û Eşrefîye
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Heyva Sor a Kurdistanê: Tirkiye ji êrişên li ser wargehên tenduristiyê berpirsyar e

Heyva Sor a Kurd di cejnê de goşt û alîkarî belav kir

29 GULAN 2026
Heyva Sor a Kurd lambeyên bi enerjiya rojê dixebitin belav kir

Heyva Sor a Kurd lambeyên bi enerjiya rojê dixebitin belav kir

23 NÎSAN 2026
Ji Heyva Sor a Kurd perwerdehiya karesatan

Ji Heyva Sor a Kurd perwerdehiya karesatan

22 NÎSAN 2026
Klînîkên gerok ên Heyva Sor li Dêrik û Qamişloyê xizmetê didin

Klînîkên gerok ên Heyva Sor li Dêrik û Qamişloyê xizmetê didin

19 NÎSAN 2026
Heyva Sor a Kurd: 5 endamên me hatin girtin

Heyva Sor a Kurd li Qamişlo alîkarî da hezar û 900 malbatên ji Efrînê

10 NÎSAN 2026
Heyva Sor a Kurd ji bo zarokên cangoriyan şahî pêk anî

Heyva Sor a Kurd ji bo zarokên cangoriyan şahî pêk anî

9 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (38)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne