• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘HSD li taxan nîn e, dixwazin Kurdan ji taxan derxin’

Navenda Nûçeyan / AW

8 ÇILE 2026 - 11:32
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Rojnameger Argeş Gewda têkildarî êrişên çeteyên Hikûmeta Demkî ya Şamê û Tirkiyeyê diyar kir ku çete êrişî sivîlan dikin û wiha got: “Hêzên Ewlekariya Hundirîn di bingeha parastina rewa de bersiva êrişan didin. HSD li taxan nîn e, dixwazin Kurdan ji taxan derxin.” 

Êrişên komên çete yên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û Tirkiyeyê yên li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêdê bênavber didomin. Di topbarana çeteyan a vê şeveqê de li taxa Benî Zêdê 2 welatî birîndar bûn. Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndaran rakir nexweşxaneyê. Rojnameger Argeş Gewda têkildarî êrişên çeteyan ên li dijî taxên Eşrefiye, Şêxmeqsûd û Benî Zêdê ji ajansa me re axivî. Rojnameger Argeş Gewda yê niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê geşedanan ji nêz ve dişopîne destnîşan kir ku dewleta Tirk zextan li hikûmeta Sûriyeyê dike ku êrişî gelê Kurd bike.

‘Dixwazin peymanê xera bikin’ 

Argeş Gewda bi bîr xist ku di 27ê Mijdara 2024an de li seranserî Sûriyeyê guhertinên bingehîn çêbûn û anî ziman ku piştî hilweşandina rejîma BAASê û anîna çeteyên HTŞê ya li Hikûmeta Demkî ya Şamê gelek guhertin çêbûn. Argeş Gewda bal kişand ser êrişên li ser Taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zêdê û wiha got: “Li Şexmeqsûd û Eşrefiyeyê êrişeke domdar hate destpêkirin. Berê jî çend caran komên çete yên girêdayî Hikûmeta Demkî êrişî van taxan kiribûn. Dema ku mirov li dîroka van êrişan dinêre. Kengî peymanek di navbera Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Demkî de pêk were êrişên wiha tên destpêkirin. Ev jî rastî berxwedana Hêzên Ewlekariya Hûndirîn û gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê hat. Ev êriş li dijî sivîlan pêk tên.”

‘Di nav şehîd û birîndaran de zarok jî hene’

Argeş Gewda bal kişand ser peymana ku li ser Taxên Şexmeqsûd û Eşrefiyeyê di sala 2025an de di navbera HSDê û Hikûmeta Demkî de pêk hat û wiha domand: “Li gorî vê peymanê tu şervanên HSDê li taxan nemane. Hêzên li taxan girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn in û ji gelên Taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê pêk tên. Ji ber vê yekê agahiyên li ser televizyonên hikûmetê û sazî û dezgehên girêdayî wê tên dayîn xelet in û derew in. Fermandariya HSDê, Hevserokên Rêveberiyên Xweser û her du taxan derbarê mijarê de daxuyanî dan. Ji bo ku çeteyên girêdayî hikûmetê êrişên xwe rewa bikin dibêjin ‘me êriş ne daye destpêkirin bersiva êrişan daye’. Ev yek ne rast e. Em bi gelek welatiyan re axivîn. Gelek hevalên me yên rojnamevan jî li hundir hene, em bi wan re di têkiliyê de ne. Dibêjin ev êriş li dijî gelê sivîl pêk hatin û di nav şehîd û birîndaran de zarok jî hene.”

‘Daxwaza gel ew e ku xwe bi xwe bi rê ve bibe’

Argeş Gewda anî ziman ku dewleta Tirk zextan li Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê dike ku êrişî HSDê bikin û destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk ew e ku dest bi avêje deskeftiyên gelê Kurd. Argeş Gewda da zanîn ku şer û pevçûnên li Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê berdewam dikin û wiha pê de çû: “Hêzên Ewlekariya Hundirîn di bingeha parastina rewa de bersiva êrişan didin. Daxwaza gel ew e ku xwe bi xwe, bi rê ve bibe. Ev daxwaz ji aliyê Hikûmeta Demkî ve tê astengkirin. Niha şehîd û birîndar hene. Gelek ji wan sivîl in. Ji ber vê yekê divê ambargoya li ser wan taxan bê rakirin. Bêyî ku şer û pevçûn mezin bibin divê bi dan û standin û guftogoyan êriş bên sekinandin.”

Etîket: EşrefiyeHelebrojnmeger Argeş GewdaŞêxmesûd
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Çeteyan li Helebê 2 zarokên Kurd revandin

Çeteyan li Helebê 2 zarokên Kurd revandin

14 HEZÎRAN 2026
Îlham Ehmed serdana Şêxmeqsûdê kir

Îlham Ehmed serdana Şêxmeqsûdê kir

1 HEZÎRAN 2026
Ji Colemêrgê heta Efrînê gel li pakrewangeha ye

Ji Colemêrgê heta Efrînê gel li pakrewangeha ye

27 GULAN 2026
Rojnamevanên li Reqayê hatibûn revandin, li Helebê tên girtin

Rojnamevanên li Reqayê hatibûn revandin, li Helebê tên girtin

19 NÎSAN 2026
Mafên Mirovan a Efrînê: Çeteyan di 2 rojan de bi dehan komkujî pêk anîne

Li Efrîn û Helebê 13 kes hatin kuştin

1 NÎSAN 2026
PYD: Ji tevgerên xizmetî neteweyî nakin dûr bisekinin

PYD: Ji tevgerên xizmetî neteweyî nakin dûr bisekinin

21 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne