• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
03 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Keskîn Bayindir: Pêvajo dê bi hêz û qiweta ciwan bigihêje encamê

    Keskîn Bayindir: Pêvajo dê bi hêz û qiweta ciwan bigihêje encamê

    Tirkiye û Iraqê li ser hinardeya petrolê lihevkirinek demkî îmze kir

    Tirkiye û Iraqê li ser hinardeya petrolê lihevkirinek demkî îmze kir

    Baroya Wanê û malbata Rojîn Kabaîş: Em bi hev re li pey kujeran e

    Baroya Wanê û malbata Rojîn Kabaîş: Em bi hev re li pey kujeran e

    Komedyen Denîz Goktaş ame destbendkerdene

    Komedyen Denîz Goktaş hate girtin

    DFG: Zextên li ser çapemeniyê her roj zêde dibin

    DFG: Zextên li ser çapemeniyê her roj zêde dibin

    Hevserokên DEM Partiyê Paşînyan pîroz kirin

    Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Dev ji astengkirina çapemeniya Kurdî berdin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Keskîn Bayindir: Pêvajo dê bi hêz û qiweta ciwan bigihêje encamê

    Keskîn Bayindir: Pêvajo dê bi hêz û qiweta ciwan bigihêje encamê

    Tirkiye û Iraqê li ser hinardeya petrolê lihevkirinek demkî îmze kir

    Tirkiye û Iraqê li ser hinardeya petrolê lihevkirinek demkî îmze kir

    Baroya Wanê û malbata Rojîn Kabaîş: Em bi hev re li pey kujeran e

    Baroya Wanê û malbata Rojîn Kabaîş: Em bi hev re li pey kujeran e

    Komedyen Denîz Goktaş ame destbendkerdene

    Komedyen Denîz Goktaş hate girtin

    DFG: Zextên li ser çapemeniyê her roj zêde dibin

    DFG: Zextên li ser çapemeniyê her roj zêde dibin

    Hevserokên DEM Partiyê Paşînyan pîroz kirin

    Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Dev ji astengkirina çapemeniya Kurdî berdin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Rayedarê PYDê: Êriş bidomin şer dê li tevahiya Sûriyeyê belav bibe

Mahmût Altintaş / AW

8 ÇILE 2026 - 09:34
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Enqere – Endamê Meclîsa Giştî yê PYDê Ehmed Xoce têkildarî êrişên hikûmeta Şamê li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê anî ziman ku heke pêşî li êrişan neyê girtin dê rê li ber xetereyên mezin vebe û got: “Ev şer tenê bi wir ve sînor namîne, dê belav bibe.”

Hêzên hikûmeta demkî ya Şamê ji şevê din vê bê navber bi çeken giran, tang û topan êrişî taxên Kurdan Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dikin. Di nav arteşa Sûriyeyê de komên Hemzat, Emşat, Sultan Murad û Nureddin Zengî yên giredayî Tirkiyeyê jî hene. Li dijî êrişan hêzên ewlekariya hundirîn û gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li berxwe didin. Navenda Ragihandina Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê aşkera kir ku di encama êrişan de, heta niha 7 kesan jiyana xwe ji dest dane û 54 kes jî birîndar bûne. Ji bo rawestandina êrişan Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bang li hêzên koalîsyonê kir ku ji bo rê li pêşiya pevçûnan veneke êrişan rawestîne. Lê tevî vê yekê jî êrişên li ser her du taxan berdewam dikin. Endamê Meclisa Giştî yê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Ehmed Xoce, rewşa dawî ya êrişan ji Ajansa Welat (AW) re nirxand.

Ehmed Xoce anî ziman ku taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê piştî HTŞê hatiyê ser desthilatiyê vir de di dorpeçe de ne û got: “Her tim gefên êrişan li dijî wan taxan hebûn. Jixwe çend roj berê jî ji aliyê hikûmeta demkî ve dîsa li dijî her du taxan êriş pêkhatibûn. Lê ji duh ve bi çekên giran êrişî welatiyên sivîl dikin. Li taxê tu hêza HSDê tune ye. HSDê li gor peymana 1ê Nîsanê ji taxê vekişiyan û ewlehiya taxê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve pêktê. Lê ji duh ve bi awayekî hovane êrişî gel dikin. Ji bo gel ji wir koçber bikin êrişên xwe didomînin. Lê heta niha hêzên koalisyon bêdeng in.”

‘Ji bo zextê li HSDê bikin êriş dikin’

Ehmed Xoce bi lêv kir ku armanca êrişan vala kirina taxan e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li gor peymana 10ê Adarê entegrasyona leşkerî dê pêk bihata. Hikûmeta Şamê jî hertim entegrasyon weke li gor xwe şîrove dikir û weke ku HSDê dê di nava arteşa Sûriyeyê de bê helandin. Dewleta Tirkiyeyê jî tevî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê destpêkiriyê jî dibêje HSDê dê tasfiyê bibe. Dibêjin HSD li gor peymana 10ê Adarê tev nagere. Lê ew ne rast e. Ji bo zextan li HSDê bikin û şertên ku ew dixwazin bidin qebûl kirin êrişî van taxan dikin. Lê gelê her dû taxan berxwedaneke bê hempa didin. Hêzên ewlehiyê jî bi berxwedaneke mezin gelê taxê diparêze.”

‘Heke pêşiya êrişan neyê girtin şer dê belavî tevahî herêmê bibe’

Ehmed Xoce di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku heke pêşî li êrişan neyê girtin dê rê li ber xetereyên mezin derkeve û wiha pê dê çû: “Îro şer tenê li ser 2 taxan pêk nayê. Ew şer dê tenê li wir bi sînor nemîne. Dê belav bibe. Hikûmeta Şamê êrişî gelek pêkhate û netewên li herêmê kir. Ew şer dê belavî tevahî Sûriyeyê bibe. Ji Dêrazor bigirê heta Dear Hefirê û heta ber sînorê Rojava şer dê belav bibe. Dê xetereyên mezin bi xwe re bînê. HSDê jî di daxuyaniya xwe de ev yek destnîşan kir. Dê li Sûriyeyê careke din şerekî tevahî derbikeve. Peymana 10ê Adarê pêşî li vê yekê digirt.”

‘Bi daxwaza Tirkiyeyê êriş dikin’

Ehmed Xoce da zanîn ku di nav arteşa Sûriyeyê de hezên giredayî Tirkiyeyê hene û wiha axivî: “Tirkiye van hêzan di êrişan de bikartîne. Sala par jî dema wan êrişî bendava Tişrînê kirin ew çete bikaranîn. Bandora Tirkiyeyê li ser van koman heye. Jixwe bi daxwaza Tirkiyeyê êriş dikin. Tirkiye naxwaze hevpeymana di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Şamê de bigihêje encamekê. Heke bigihêje encamekê dê bi xwe re çareseriyan bîne. Tirkiye naxwaze aramî pêk bê û hemû gel bi vîna xwe xwe bi rêve bibe. Ji bo wê jî Tirkiye bi destê van çeteyan hevdîtinan xira bike û rê li pêşiya çareseriyan bigire.”

Bêdengiya hêzên navneteweyî

Ehmed Xoce balkişand ser bêdengiya hezên navneteweyî û ev tişt anîn ziman: “Ehmed El Şara berê di lîsteya terorê ya dewletên navneteweyî de bû. Lê piştî berê wî dan Helebê û piştî têkçûna Şamê ew reva kirin. Ji ber ku hêzên navneteweyî dixwazin li Rojhilata Navîn planên xwe bidin meşandin. Navenda van planan jî Sûiye ye. Li gor berjewendiyên xwe gelek armancên xwe bi Colanî pêk anîn. Îsraîl ji bo ku herêmên Başûr û Rojhavayê Sûriyeyê bixe bin kontrola xwe Colanî anî ser hikûmetê. Çend roj berê jî bi Îsraîl û DYAyê re hevdîtin kirin. Ji bo wê jî xuyayê planên veşartî hene. Sedema bêdengiya êrişên van herdu taxan jî em bi van planên veşartî re girê didin.”

‘Di şexsê taxan de hebûna gelê Kurd dixwazin ji holê rakin’

Di dawiya axaftina xwe de Ehmed Xoce li dijî êrişan ev bang li gelê Kurd kir: “Dixwazin di şexsê taxan de hebûna gelê Kurd û projeya netewa demokratik ji holê rakin. Tirkiye jî ji bo pêşveçûna pêvajoyê, jiholêrakirina HSDê şert nîşan dide. Bi vê yekê dixwazin gelê Kurd bê bandor bikin. Ji bo wê jî di serî de tevahî Kurdistan û dervêyî welat em bang li gelê xwe dikin ku xwedî helwest bin. Li rex gelê me bisekinin. Em jî bêdeng namînin. Çi ji destê me were em ê bikin. Bila gelê me jî li her derê dengê xwe bilind bikin. Di êrîşên li dijî taxan de zarok û sivîlan dikujin. Em ê heta dawiyê destkêftiyên xwe biparêzin. Hikûmeta Şamê jî li dijî van kiryaran li dijî mirovî berpirsyar e. Divê li gor hevpeymana 10ê Adarê tevbigere. Divê di hûndirê Sûriyê de hemû gel û netew xwedî maf be. Ji bilî vê yekê çareserî tune ye. Desthilatiya bi yek netew, yek ol û yek reng neyê qebûlkirin. Bi gefên Tirkiyeyê jî li vir aramî çênabe. Heke li vir aramî çenebe Tirkiye jî rihet nabe. Gelê me jî dê heta dawiyê li ber xwe bide.”

Etîket: Ehmed XoceEşrefiyeHelebPYDŞêxmeqsûd
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

30 HEZÎRAN 2026
Çeteyan li Helebê 2 zarokên Kurd revandin

Çeteyan li Helebê 2 zarokên Kurd revandin

14 HEZÎRAN 2026
Îlham Ehmed serdana Şêxmeqsûdê kir

Îlham Ehmed serdana Şêxmeqsûdê kir

1 HEZÎRAN 2026
Ji Colemêrgê heta Efrînê gel li pakrewangeha ye

Ji Colemêrgê heta Efrînê gel li pakrewangeha ye

27 GULAN 2026

Kurdan hilbijartinên Şamê red kirin

19 GULAN 2026
Ji Rojava û Rojhilat peyamên konferansê: Destkeftî tenê dikare bi yekîtiyê bên parastin

Ji Rojava û Rojhilat peyamên konferansê: Destkeftî tenê dikare bi yekîtiyê bên parastin

26 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Amedê dê Komxebata Aboriya Demokratîk bê lidarxistin

    Li Amedê dê Komxebata Aboriya Demokratîk bê lidarxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Encamnameya Konferansa Zimanê Kurdî: Statuya Kurdî pîvana çareseriya demokratîk e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Çapemeniya Azad dê van sansuran ji holê rake’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Hiqûqnasên Kurd: Em ê nîqaş bikin ku statuya gelê Kurd dê çawa diyar bibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Encamnameya Konferansa Zimanê Kurdî hat eşkerekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Îstînafê cezayê li rojnameger Altintaş hatibû birîn xera kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Temel: Astengkirina çapemeniya Kurdî israra neçareseriyê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 3yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DFG: Zextên li ser çapemeniyê her roj zêde dibin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ayşegul Dogan: Heyeta me nikare bi birêz Ocalan re hevdîtinê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (64)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne