• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Di ‘sala malbatê’ de 395 jin hatin kuştin!

Omer Demîr / AW

6 ÇILE 2026 - 09:39
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Amed – Rêvebera Komeleya Jinan a Rosayê Esra Çîçek Mercan diyar kir ku di “sala malbatê” de 395 jin hatine kuştin û dewlet bi polîtîkayên xwe dixwaze dengê jinan qut bike û got: “Em ê li dijî van polîtîkayan desthilatê li ber xwe bidin. Azadiya jinan azadiya civakê ye.”

Serokkomarê AKPyî Tayyîp Erdogan di serê sala 2025an de daxuyaniyek dabû û sala 2025an wekî “Sala Malbatê” îlan kiribû. Bi vê biryarê re jî bi navê “parastina malbatê” hat ragihandin. Li gorî daneyên Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin di sala 2025an de herî kêm 395 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin.

Di 19a Nîsana 2025an de Wezareta Tenduristiyê bi “Rêziknameya Saziyên Tenduristiyê yên Taybet ên Teşhîs û Dermankirina Li Ser Pêyan” li navendên tenduristiyê sezeryenên plankirî qedexe kir. Li Nexweşxaneyên Welidandinê, sezeryan li ser gotina bijîşkan pêk tê. AKPê bi vê guhertinê xwest ku welidandina bi sezeryanê qedexe bikin. Di maçên futbolê de pankartên “Ya xwezayî welidandina normal e” hat vekirin. Ev pêkanîn ango kirin ji aliyê jinan ve nehat qebûlkirin û di nava salê de li dijî vê gelek bertek hatin nîşandan. Jin li qadan li dijî ve rabûn gotin ku “Em sala malbatê qebûl nakin.”

Xwedîgiravî sala parastinê bû!

Serokkomarê AKPyî Tayyîp Erdogan û rayedarên dewletê “Sala malbatê” wekî “parastina jin û malbatê” pênase kiribûn. Lê di sala 2025an de ku wekî “Sala Malbatê” hatibû ragihandin, bi sedan jin hatin kuştin. Li gorî daneyên Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin di sala 2025an de herî kêm 395 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin. Li gorî daneyan jî jin ji sedî 64,7 di nava malê de hatine kuştin. Li Stebolê 54, li Amedê 21, li Îzmîrê 20, li Antalyayê 19, li Enqereyê 16, li Edenê 14 jin hatine kuştin.

Sala berxwedanê

Jin li dijî “Sala Malbatê” li qadan dengê xwe bilind kirin. Desthilata AKP û MHPê xwest ku qadan ji jinan re qedexe bike û dengê jinan qut bike. Di 7ê Adarê de; Qeymeqamiya Beyogluyê ya Stenbolê beriya çalakiyên 8ê Adarê hemû çalakî li navçeya Beyoglu qedexe kiribû. Jinan li dijî qedexeyê “Meşa Femînîst ya Şevê” li dar xistin, di meşê de 2 jê zarok herî kêm 112 kes hatibûn binçavkirin. Dîsa Qeymeqamiya Beyogluyê beriya çalakiyên 25ê Mijdarê hemû çalakî û daxuyanî li navçeyê qedexe kiribû. Polîsan êrişê meşa Stenbolê kiribû û herî kêm 14 jin kiribû binçavan.

‘Di sala 2025an de 395 jin hatin kuştin’

Rêvebera Komeleya Jinan a Rosayê Esra Çîçek Mercan diyar kir ku li gorî daneyên Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin di sala 2025an de 395 jin hatine kuştin û wiha got: “Jin herî zêde di nava malan de hatine qetilkirin. Tê gotin ku ‘ji bo jinan cihê herî ewle mal in’ lê ev ne rast e. Desthilat sala 2025an wekî ‘Sala Malbatê’ îlan kir. Lê ev biryar ne ji bo parastina jinan bû. Ji bo nehêlin jin ji malan derkevin, ev biryar hate girtin. Desthilat dixwaze jin tenê li malê bin û tiştekî din nekin. Jin naxwazin li malan bimînin û bên girtin. Jin di nava jiyanê de ne, jin li her derî hene. Dewlet bi polîtîkayên xwe dixwaze dengê jinan qut bike. Divê dewlet ji jinan re jiyanek hevpar û azad ava bike. Peywîra dewletê ev e.”

‘Ji bo malbatek demokratîk bê avakirin em ê bixebitin’

Esra Çîçek Mercan anî ziman ku ew ê ji bo jinan, di sala 2026an de têbikoşin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo malbatek demokratîk bê avakirin em ê bixebitin. Azadiya jinan azadiya civakê ye. Em ê gotina xwe li her qadê bînin ziman. Polîtîkayên desthilatê li dijî jinan e. Em ê li dijî van polîtîkayên desthilatê li ber xwe bidin. Li qadan dengê xwe bilind bikin.”

Etîket: 'Sala Malbatê'Komeleya Jinan a Rosayêkuştina jinan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Jinan bang kir: Tişta ku pêşiya kuştina jinan bigire civaka rêxistinkirî ye

Jinan bang kir: Tişta ku pêşiya kuştina jinan bigire civaka rêxistinkirî ye

28 ÎLON 2026
Di xwepêşandanên dawî ya li Îranê de 4 hezar û 200 kes hatine kuştin

Di xwepêşandanên dawî ya li Îranê de 4 hezar û 200 kes hatine kuştin

17 ÎLON 2026
Li Îranê di nava meha Tebaxê de 23 jin hatin kuştin

Li Îranê di nava meha Tebaxê de 23 jin hatin kuştin

31 TEBAX 2026
Li Artûklûyê jinek hate kuştin

Li Artûklûyê jinek hate kuştin

29 TEBAX 2026
Cezayê mêrê kujer hat erêkirin

Cezayê mêrê kujer hat erêkirin

19 TEBAX 2026
‘Li dijî kuştina jinan divê qanûna bi hejmara 6284 bê sepandin’

‘Li dijî kuştina jinan divê qanûna bi hejmara 6284 bê sepandin’

24 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne