• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Banga Abdullah Ocalan girîng e

Fexredîn Kiliç / AW

3 ÇILE 2025 - 08:22
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Amed – Rêveberê TOD-DERê Mahsûm Ozaksoy ku hevdîtina bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re nirxand, diyar kir ku banga Abdullah Ocalan girîng e û got: “Ji bo ku ev gel, ev civak ji vê nexweşiyê pak bibe divê bê şert û merc em piştgiriya vê bangê bikin.”

Rêberê PKKê Abdullah Ocalan 26 sal in di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin. Biraziyê Abdullah Ocalan, Omer Ocalan piştî 4 sal û nîvan di 23yê Cotmehê de di çarçoveya hevdîtina malbatê de bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir.

Dû re Şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku ji Pervîn Bûldan û Sirri Sureyya Onder pêk dihat di 28ê kanûnê de çû Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê û li wir bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Şandeyê piştî hevdîtinê di 29ê kanûnê de fikir û nêrînên Abdullah Ocalan bi daxuyaniyeke nivîskî ji raya giştî re parve kir. Abdullah Ocalan di peyama xwe de li ser 7 xalan rawestiya bû û got “Ji bo Tirkiye û herêmê dem dema aştî, demokrasî û xwişk û biratiyê ye.”

‘Ev pirsgirêk sed sal in berdewam dike’

Rêveberê TOD-DERê Mahsûm Ozaksoy diyar kir ku hevdîtina hatiye kirin girîng û pêwîst dibinin û wiha got: “Ev hevdîtin bi tena serê xwe ne bes e. Ev pirsgirêk bi sed sal in berdewam dike. Pirsgirêka kurd li Rojhilata Navîn pirsgirêkeke mezin e. Ji ber wê hevdîtin girîng e. Weke komele ji bo aştî û diyaloga civakê çi bikeve ser milê me em ê bikin.”

‘Banga birêz Abdullah Ocalan pêdiviyek e’

Mahsûm Ozaksoy, bal kişand ser gotina Rêberê PKKê Abdullah Ocalan a “Ji bo pêvajo bi ser keve, hemû derdorên siyasî yên li Tirkiyeyê bêyî ku bikevin nava hesabên demkî û teng, hewceye înîsiyatîfê li xwe bigirin, çêker nêz bibin û ji hêla erênî ve sûdewer bin” û ev tişt got: “Em qedr û qîmet didin vê bangê. Banga birêz Abdullah Ocalan pêdiviyek e. Divê ev bang li hewayî nemîne. Divê sazî û dezgehên sivîl tene berjewendiya gelan û civakê li ber çavan bigirin. Berjewendiya şexsî me nagihîne tu merheleyan. Ji ber van berjewendiyên şexsî ev pirsgirêk sed sal in didome. Ji bo ku ev gel ev civak ji vê nexweşiyê derkeve divê bê şert û merc em piştgiriya vê bangê bikin.”

‘Yekane sedema pirsgirêkên li Tirkiyeyê pirsgirêka kurd e’

Mahsûm Ozaksoy, diyar kir ku çareserkirina pirsgirêkên li Tirkiyeyê, Kurdistanê û Rojhilata Navîn bi çareserkirina pirsgirêka kurd re derbas dibe û wiha domand: “Yekane sedemê pirsgirêkên li Tirkiyeyê yên weke aborî, bêedaletî û tevahiyan pirsgirêka kurd e. Heta ku ev pirsgirêk neyê çareserkirin. Ku çareserkirina wê girêdayî mûxatabê wê ye. Birêz Abdullah Ocalan jî di vî warî de gavên baş avêtine. Dibêje ‘ez ji bo vê yekê amade me.’ Heke ev pêk were dê ev pirsgirêk tev ji holê rabin û gel û civak dê qezenc bike. Ji xwe derketina bingehîn a komeleya me jî aştî û diyaloga di nava gelan de ye. Ji ber vê yekê em ji vê bangê pir serfiraz in.”

‘Ji bo ku aştî pêk bê divê em bi israr bin’

Mahsûm Ozaksoy, xwest ku nîqaşên heyî bi awayekî zelal bên kirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo ku ev pêvajo xweşik bimeşe mûxatabên vî karî diyar in. Divê partiya mûxalafet û partiyên din jî berjewendiyên xwe bidin aliyekî û berjewendiyên welat bigirin berçav. Divê yekane armanca me aştî be. Diyalog bê meşandin û encama vê diyalogê bi aştiyeke mayînde encam bigire. Ji bo ku aştiya gelan pêk bê divê em bi israr bin. Em aştiyê ji gelan re pir pêwîst dibinin. Em bi hêvî ne ku encam dê baş be.”

Etîket: Mahsum OzaksoyTOD-DER
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Tevgera Azadiyê gavên cidî avêtin divê dewlet jî biavêje’

‘Tevgera Azadiyê gavên cidî avêtin divê dewlet jî biavêje’

4 MIJDAR 2025
‘Çareseriya esasî pêşxistina azadî û demokrasiyê ye’

‘Çareseriya esasî pêşxistina azadî û demokrasiyê ye’

10 ADAR 2025
‘Divê dewlet bi mûxatabê vê meseleyê bi birêz Ocalan re biaxive’

‘Divê dewlet bi mûxatabê vê meseleyê bi birêz Ocalan re biaxive’

13 KANÛN 2024

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne