• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Hevserokê Federasyona Îslamî: Divê em xwedî li Serok û pêvajoyê derkevin

Omer Demîr / AW

26 KANÛN 2025 - 08:58
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevserokê Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê Abdullah Sagir diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îro pêvajoyekî daye destpêkirin û got: “Divê em hem ji aliyê olî ve hem jî ji her aliyî ve piştgiriyê bidin pêvajoyê û xwedî derkevin. Divê em Serokê xwe bi tenê nehêlin.”

Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê bi dirûşma “Ji îslama demokratîk ber bi aştî û civaka demokratîk ve” Kongreya xwe ya Asayî ya 1emîn di 25ê Kanûnê de li Çand Amedê ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê li dar xist. Di kongreya Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê de Abdullah Sagir û Perva Înal weke hevserokên federasyonê hatin hilbijartin.

Fedarasyonê li bajarên wek; Amed, Batman, Mûş, Wan, Gever, Stenbol, Îzmîr û Mêrsînê şaxê xwe ava kir. Dê li Sêrt, Tatwan, Agirî û Mêrdînê jî dê şaxên federasyonê bên avakirin.

Hevserokê Federasyonê Abdullah Sagir têkildarî pêvajoyê Ajansa Welat re axivî.

‘Divê em xwedî li pêvajoyê û Serokê xwe derkevin’

Abdullah Sagir anî ziman ku ji ber ew li dijî dagirkirina Efrinê sekiniye û ji bona wê jî ew ji miftutiyê hatiye îxrackirin û wiha got: “Tirkiyê zilmê li gelê Kurd dike, dema ku leşkerên Tirk êrişî Efrînê kir, min jî wan rexne kir. Piştî rexneyê, min îxrac kirin. Doza Kurd û Kurdistanê dê ser bikeve. Em di ve rêyê de li cem gelê xwe bin. Ez serbilindim ku li cem gelê xwe sekinîme. Ola ku em pê ve girêdayîne Îslam e, jixwe Îslam di nava xwe de aştiyê dihewîne. Serokê gelê Kurd Abdullah Ocalan îro pêvajoyek daye destpêkirin. Divê jî çi destê me bê hem ji aliyê olî hem jî ji her aliyî ve em bikin û piştgiriyê bidin pêvajoyê. Lê em dizanin ku bi gotinan aştî pêk nayê. Ji bo wê divê di serî de em aştiyê di nava xwe de pêk bînin. Gelê xwe rêxistin bikin ji bo ku pêvajo bigîhije armancê. Em tenê bibêjin ‘em aştiyê dixwazin’ nabe, bi xwestinê aştî pêk nayê. Bi rêxistinkirinê dê aştî pêk werê. Ev pêvajo gelek girîng e, ji bo wê divê em xwedî li pêvajoyê derkevin û Serokê xwe tenê nehêlin. Bi kesekî ev pêvajo nagihîje armancê.”

‘Gelê Kurd amade ye divê gelê Tirk jî amade be’

Abdullah Sagir destnîşan kir ku ew ê ji bo gel li ser ola rastî bixebitin û got: “Em ê ji bo ola rastî bê dîtin bixebitin lê ji bo vê hewceyî bi demê heye Di her aliyan de em ê xebatên xwe bimeşînin. Mitîng, konferans û panelan em ê li dar bixin û bi gelê xwe re werin gel hev. Em gelê xwe tenê nehêlin. Lê ne tenê bi gelê Kurd re divê em bi gelê Tirk re jî em werin gel hev. Gelê me ji xwe ji aştiyê re amade ye. Divê gelê Tirk jî amade bibe.”

‘Ji bo aştiyek mayînde em ê bixebitin’

Abdullah Sagir diyar kir ku ji bo pêvajoyê wan heta îro 7 panel li dar xistiye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li ser mijarên aştî, ziman û civaka demokratîk de me civînan li dar xist. Me di civînan de wateya ‘aştiyê’ anî ziman. Piştî niha jî em ê mal bi mal xebatan pêk bînin. Gelê me tu carî me tenê nehiştiye. Em dixwazin xebatên xwe pêk bînin û bi ser bikevin. Em ji xwe bawer in. Olekî rast ya ku dad û wekheviyê di nava xwe de dihewîne em ê ava bikin. Ji bo aştiyek mayînde em ê bixebitin.”

Etîket: Abdullah OcalanAbdullah SagirFederasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayêpêvajo
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Rayberanê DEM Partî yê Sêrte: Berê ma pîya Rayberê Şarê Kurdî azad bikerê

Zeynep Odûncû: Aştiya mayînde têkoşîneke domdar divê

2 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne